Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; konstantînos kavafîs
peyamên çepikkirî

11617. helbestvanekî yewnanÎ yÊ bajarÊn stenbol Û qahîre ye. ew bi bi helbesta xwe yê bi navÊ bajÊr navdar e.



BAJÊR



Dîbejî:"Ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din

wê he be helbet ji vî çêtir bajarek

li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;

dilê min binax e -weke meytekî-

li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min

xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim

ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim

belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"



Tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî

wê li dûv te were ew bajêr tim.

Tu wê li heman kuçan bigerî dîsa

li heman taxê kevn bikî salan;

wê li heman malan têkevin

porên te tayê spehî

herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.Hêvî neke tiştekî din.



Keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun

çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê

tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din





Werger:Dûrzan Cîrano



01.06.2013 01:27 | simurg56