1. evuqat.. hiqûqnasê ku bi riya rist û rêzikên qanûnên nivîskî kes an saziyên ku bi sûnc an tawanekî têne îtham kirin diparêze yanî mûdafaa dike.. li gorî min zortirîn û zehmettirîn kar û pîşe ye.. û herwiha beredayîtirîn kar û pîşe ye.. ji ber ku sûncdar an bêsûnc herkesê ku heqê xwe dide mecbûr e ku biparêze.. yanî ne parêzereke bitr û têrxwarî be eger mûwekîlê wî qatil û qesasê neh mêran be jî mecbûr e û divê bêje na wilehî feqîro nikare mirîşkekî jî serjê bike mêrkuştina çi?!! di nav kurdên me yên xwende de dikarim bêjim ku popûlertirîn pîşe ye.. ji ber ku di wextê xwe de kurd her mexdûr û mezlûm bûne û kesî xwe bi hawara wan ve negihandiye û nekariya wan biparêze zarokên xwe ji bo tehsîla hiqûqê dane xwendin.. |
|
05.10.2013 19:41 |
endazer
|
3. Û (bnr: herkes di cihekî de mafdar e) |
|
05.10.2013 21:39 |
ceso
|
5. yek parêzerî û yek jî bijîşkÎ.. dema kesek ji van herdu pîşeyan ji bo tiştekî tê anonskirin miheqeq kurteya nav û nasnavê pîşeya wan jî li pêşiya navê wan ê tiberik ve tê zêdekirin.. |
|
18.12.2013 19:39 |
endazer
|
6. Kesên ku dema ez dibînim, dilê min HEV dikeve ne. Ji ber ku di nav kurdan de karê herî populere. Û di mala me de 5 heb hene. |
|
15.02.2014 00:51 |
nazim tolhildan
|
7. hin mirov dibên "parêzerê mafên mirovahîyê".ez dikarim bejim parêzerî nav gelê kurd de wekî axatÎ YE * |
|
15.02.2014 16:56 |
xewnkar
|
8. rasîm oz:,.. lê min got ezê ramûsînim min negot ezê biniyim, binêre.. |
|
08.03.2014 00:40 |
havka
|
9. karê ku bûye mijara vê bûyerê ye: |
|
08.03.2014 19:13 |
nazim tolhildan
|
10. (bnr: eboqat) |
|
20.04.2014 20:34 |
xwelî li ser
|
11. Parêzer ango yê/ya ku parastinê dike, hiqûqê nas dike. molierac ji bo parêzeran vê dibêje: |
|
10.01.2015 20:13 |
xendekî
|
12. dema seh dikim nizanim çima lê fîlma al pacÎno ya bi navê devil's advocate yanî parêzerê şeytên tê bîra min û berê jihevferqkirin û têderxistina parêzer û parêzger ji bo min zehmetiyek bû.. lê hemdê xwudê nha baş zanim parêzer ewuqat e û parêzger an parêzgar jî walî.. |
|
10.01.2015 20:24 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
14. (bnr: parêreş) |
|
28.01.2018 14:35 |
xwelî li ser
|
15. roja parêzeran pîroz be |
|
05.04.2020 23:34 |
afa
|
16. bila li min negirin lê ferqa piraniya wan û xwînmij û parazîtan nîne. baş e ku di nav çend deh salên bê de wê qedrê vî karî jî dakeve, çawa berê ji ber ku rêjeya xwendeyan kêm bû qedrê daxwaznamenivîsan (arzuhalcî) zêde bû bi zêdebûna rêjeya xwendinê û hişmendiya mirovan êdî li ber devê şûrê demê û kitnemînê ne parêzer jî wê di nav çend deh salan de mînîmîze bibin, tenê ew kes û şîrket wê karê xwe bispêrin parêzeran ku wextê wan ji bo wan pir biqîmet e û di wî wextî de ji pereyên ku wê bidin parêzeran bêtir qezenc dikin. |
|
06.04.2020 03:32 |
endazer
|
17. kareke ku berevaniya him yê sûcê wî heyî û him jî yê bêsûc dikin. hun dikarin bêjin mafê herkesekî ye ku bên parastin lê wextê dibînim; bi taybetî parêzerên yên mirovên dewlemend an jî yên companyan*, sed derewan an jî qulo piloyan dikin heta ku suçê mûşteriyên xwe hemberê dadgehê paqij dikin hene yekcar li ber çavê min bê qedr lê tên. |
|
06.04.2020 03:57 |
de facto hozan
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |