Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
med û medya - tirşik
med û medya
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Medî aryanên berî tên nas kirin ku hezar sala berî zayînê, li rex Deryayê Xezer (Kaspî, Mazenderan) bi rojavaya Asya koç kirine. Di pirtûka pîroz a Avestayê de hatiye ku ew diyar mîna bihuştê ye.

Med, navê bereke dîrokî û desthilatdariya wan e. Mediyan li xaka ku Kurdistan, Îran û parçeyek ji Anatolî û Mezopotamyayê desthilatî kirine.

Di demên kevn de ji rojhilat, başûrê Kurdistan û başûrê Azerbaycanê re Meda piçûk û ji Çiyayê Zagrosê û cihên wê ye din re jî Meda mezin dihate gotin. Paytextê Med bajêrê Ekbatana bû.

Mediyan kari ku, yekemîn Împeratoriya heri mezin a Dema xwe ya Îraniya damezirînin, berî ku Kûruşê mezin împeratoriya Îraniya bi têkeliya mediyan û persiyan damezirîtên. Rola Medan ji ber wê yekê girîng e, ku sebeba desthilatiya Îraniyan ser Rojavayê Asya bûn.Di sala 550-728 BZ de Medan bingeha Padişahiya Aryayiyan damezirand, li destpêka sedsala 6 BZ padişahiya Mediyan paş girtina Asûr û Lîdya wek şehenşehiyek mezin xwe nişan da.

Hebûna dewleta zormend a Asûrê û êrişên wê li ser axa Medan, sebebê yekîtiya Mediyan û çikirêna artêş dijî Asûriyan bû.

Herodot dibêje: "Asûriyan Pênsed salan ser Asya mezinî kir, lê Mediyan qebul nekir, ewan bo azadiyê xebat kir û rizgar bûn."

Dema Keyaniya Xeşterîtê Împeratoriya herî mezin di rojawa Asya yan di Med de bû."



05.10.2013 19:48 | newenda

2. Welatê Medan bi gelemperî zozanên çiyayî bû. Ev bilindahî di navbera 900 û 1.500 m ji deryayê bilind bû. Gelek cîh û dever beyarên bê av û çiya û banî bû, ji ber ku baran hindik dibarî. Lê pir dahl û mêrgên pir biber hebûn. Piraniya rûberên mezin bi aliyê beriyê ve diçin û lîtav çêdibe bi destê germahiya havînê av dimiçiqe hişk dibe û di şûna wê de xwê dimîne.



Sînorên xwezayî bo parastina cîhûwarê Medan gelek baş bûn. Çiyayên li aliyê rojava, yanî Çiyayên zagrosê, herî bilindin. Ew gelek caran ji çarhezar metroyan bilindin, lê tenê Demavendê ku li ser Elburzê nêzîkî deryayê qezwînê ye, 5.771 m ji deryayê bilin e.



27.05.2014 12:11 | xwelî li ser

3. (bnr: Împeratorya medan)



27.05.2014 12:26 | xwelî li ser

4. navê dotmamâmîne (bnr: medya)



27.05.2014 13:47 | picassoyê kurdî

5. dionysosê ku evîndarê alphesiboiayê bû, ji bo wê biqefêle bû piling (tiger) û li ser çemê Sollaks da dû wê û ew girt. Ji vê têkiliyê jî kurekî bi navê Medos çêbû, ku dû re navê xwe da gelê Med. Piştî wê rojê navê çemê Sollaksê bû Tigris, ango “piling”, bi îngilîzî tiger. Tigrisê jî em îro wek çemê Dîcle dizanin.

li gor etîmolojiyê Navê çemê Dîcleyê bi Sumerî idigna an jî idigina ye, tê wateya ava ku diherike. Paşê, ev nav ji Elamî re wekî ti-gi-ra û piştî wê li Yewnaniya kevn re wekî Tigris derbas bûye. Navê Sumerî wekî Idiklat derbasî Akadî jî bûye, bi vî navî bi Îbranî bûye Hiddekel, bi Suryanî Diklat û bi Erebî bûye Dîcle.



30.03.2022 13:27 ~13:29 | asîmanê sêwî

6. Amed
Midyat
Amediye
Amûde
Mitani

Li gorî min , hemû bi imperetoriya medya ve têkildar in.



13.01.2023 17:05 ~17:05 | bakur.nekure1

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» med muzik
» medyaya sosyal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî