Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    mahmut baksi - tirşik
    mahmut baksi
    (2) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskareke kurd e ku ji batmana tirkiyê ye. ji navçeya hezo (kozluk)ê ye û ji gundê suphi ye.

    sala 1944an de hatiye dinyayê. berî ku Dibistana Mamostetiyê ya Dicle(Dicle Öğretmen Okulu) xelas bike neçar ma ku dev jê berde. 1967an de cara yekem batman gazetesi'yê de dest bi rojnamevaniyê kir. sala 1968an de bû serokêtürkiye İşçi partisi'ya batmanê. heman demê de li disk'ê dest bi karên sendîqayê kir. 1969ê de pirtûka wî ya yekemîn ya cûreya romanê de hat weşandin: mezra botan

    piştî salekê jî pirtûka wî ya bi navê Şadi akkılıç davası hat weşandin ku derbarê komunîstê tirk yê bi navê şadi Akkılıç de bû. her du pirtûk jî hatin qedexekirin.

    salên pêşîn yên 1970ê de ji ber karên wî yên siyasî, 15 salan cezayê hepsê girt, ji ber vê yekê baksi ji tirkiyeyê çû derveyî welêt. baksî, bi qasê 22 salan rojnameya aftonbladet ya swêdê de nivîskariyê kir. televîzyonên swêd de bernameyên zarokan çêkir.

    nivîskar, jiyana xwe de bi giştî 22 pirtûk nivîsand. pirtûkên wî bi giştî li 10 zimanan hatin wergerandin.

    1978an de pirtûka wî ya bi navê "zarokên Îhsan" li swêdê bi piştgiriya wezareta çandê ya dewletê ve bi kurdî hat weşandin. ev pirtûk dû re, li dibistanên swêdê de ji bo zarokên kurd weke pirtûka perwerdehiya kurdî, hat karanîn.

    sala 1979an de jî pirtûka wî Keça Kurd Zozan dîsa ji aliyê wezarêtê ve hat weşandin û li zimanê swêdan hat wergerandin û weke 3 beş, di televîzyonên swêd de weke fîlmê karton hat weşadnin. ev yek, weşangeriya kurdan de yekemîn fîlmê karton e. ev fîlm paşê 1986an de bi zaraveyên kurdî jî li ser televîzyonan hat weşandin.



    sala 1984an de romana wî hêlînderket. bi vê romana xwe gelek xelatên navnetewî stand. hinek rexnegirên ewropî, vê romanê weke yekemîn "romana kurdî ya modern" dîtin.

    sala 1988an de jî romanên wî “Lawkê Xerzî” û “Gundikê Dono” hatin weşandin. ji xeynî van berheman gelek pirtûkên tirkî jî nivîsandin.

    romana wî ya dawîn "Serhildana Mala Elîye Unis" bû û derbarê vê pirtûkê de mehmet uzun, fikrên xwe wisa aniye ziman "Sana şunu söyleyeyim; bu roman çok acılı ve trajik bir yaşamın olağanüstü finali. O kadar güzel yazılmış ki. Her satırında senin ve çok özlediğin ana-baba toprakları, Garzan’ın asi ve vakkar kokusu var. Utanmaz zalimlerin durmadan rencide ettiği o Kürt dili bu romanda nasıl da berrak, canlı, zengin ve dinamik. Ya romanda anlattığın Kürt tarihinin o unutulmaz öyküleri? Çektiğin acılarla o çok acı tarihin sayfalarını nasıl da mükemmel bir biçimde birleştirmişsin... O insani sıcak duygular, korkunç olaylar, çekilen acılar ve dengbêjlerin nağmeleriyle govende durmuş dil... Sana özgü, eserlerinden bildiğimiz o yumuşak, duru, sıcak dil. Garzan’ın ele avuca sığmaz asi çocuğuna tam da bu yakışırdı; hepimizin ruhunu terbiye eden ve ortak hafızamızı oluşturan sözlü kültür mirasımızın önemli bir parçası olan Asi Garzan’ın destanını yazmak. Asi insanların müthiş direnişini romanlaştırmak..."



    mahmut baksî, roja 19.12.2000an de li paytaxta swêd stockholmê, jiyana xwe ji ber kêmasiya gurçîkan, wenda kir. li ser wasiyeta wî li amedê hat defnkirin. her wiha wasiyeta xwe de hemû arşîva xwe diyarî enstîtûya kurdî ya stockholmê kir.



    hinek ji berhemên wî;



    mezra botan (Mezrabotan) (1968)

    sadi alkılıç davası (Doza Sadî Alkiliç'î) (1969)

    vatandaş hakkı (Mafê Hemwelatiyan) (1970)

    kürt sorunu (Kêşeya Kurdî)(1971)

    kürt tarihi (Dîroka Kurdan) (1972)

    İsveç İsveç dedikleri (Swêda ku Timî Behsa Wê Dikin) (1976)

    zarokên Îhsan (1978)

    keça kurd zozan (1979)

    kamışlı katliamı (Komkujiya Qamişloyê) (1981)

    hêlîn(Helin) (1984) (114 rûpel)

    Şıvan'ın sevdası (Evîna Şivan'î) (1984)

    gundikê dono (Dono'nun Köyü) (1988)

    kürt gözüyle yılmaz güney (1994) (126 rûpel)

    video gelin (1996) (133 rûpel)

    serhildana mala eliyê Ûnis (2001)

    roma yürüyüşü (İstanbul 2000)

    kürdistan tarihinde kamışlı katliamı (1993) (93 rûpel)

    teyre baz ya da bir kürt İşadamı hüseyin baybaşin

    her kuş kendi sürüsüyle uçar



    2013.10.06-15:00 | simurg56

    2. musin kızılkaya di hejmarek kovara esmerê de pişti mirina wî gelek ne bi başî behsa wî dikir. pişti nivîsê ez bêtir ji muhsin aciz bûm.



    2013.10.06-15:46 | arami

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.06-16:18 | elegez

    4. ji herema gurdilaye..



    2014.04.23-00:06 | hemokrates

    5. ez di wî baweriyê de me ku rojnamevanek herî serkeftîbû bi xebatên xwe yê lêkolînê.



    2015.07.23-11:21 | xewnname

    6. nivîskarê ku bi pirtûka xwe a bi navê hêlîn ve, demekê di mala me de bûbû fenomenek. di malê de zarokên mê jî tê de kesek nema ku ev pirtûk nexwend. di destpêka pirtûkê de teswîra cêwîyên di zikê dayika xwe de dikir. navên cêwîyan hêlîn û azat bû. li ser xatirê mahmut baksi me jî navên hêlîn û azat da cêwîyên apê xwe.



    2015.07.23-12:43 | nazim tolhildan

    7. Yanî nizanim sîmurg56 peyama pêşînde ewqas nivîsîye ku jk me ra kilam nehêlaye.

    Min pirtûka wî "hêlîn " xwendibu û pir xweş bu heçî kesê hez bike ku kurdîya xwe pêş bêxwe û hinek xemgîn bibe bila teqez bixwîne



    2017.10.05-17:32 | azad30

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesê ku qet game of thrones temaşe nekiriye û pubg neleyîstiye [1]
    kesê pîroz e, kesê bimbarek e, kesê bilind û mezin e. lazim e were ...
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mahmut esat bozkurt

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî