Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 14 peyam
    ahmet altan - tirşik
    ahmet altan
    (0) (0) ecêb (0) (13)
    di mijarê de bigere

    1. http://www.ilkehaber.com/yazi/no-pasaran-7683.htm

    lawê çetîn altan



    2013.06.07-02:43 | serhed7

    2. nivîskar û rojnamevane tirk çiqas xelletiyên wî hebin jî bawer nakim bêwijdan be.

    van rojan êdî deng jê dernakeve.

    xuya ye ji teşqeleya rojevê xwe dîsa vekişandiye nivîskariya romanan.



    2013.06.07-05:01 | simurg56

    3. brayê mehmet altan e.



    2013.06.07-08:39 | brusk56

    4. nivîskarê ku ne romanên wî lê nivîsên wî yên ezmûnî gelek bi serketî ne.



    dema ku te bala xwe lê didî, ramanek wusa bi te re çêdibe ku, romanên wî, bi taybetî yên kevn, bi awayekî beradayî û di nav çend rojê de hatîye nivîsandin. ji ber ku gava tu yê diqedînî, tu serwext dibî ku tu bûyera ku di romanê de qewimîye di hefzê te de nemaye.



    ji milê din ve, nivîsên wî yên ezmûnî kêfa min tîne. lewra, tecrûbeyên me yên jiyanê rojane bi awayekî estetîk dinivîse.



    2014.06.29-13:45 | ervah.azad

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.07.02-00:42 | ciwan

    6. Bi navê Berfîn hin nivîsên wî ji weşanên dozê bûye pirtûk



    2014.12.12-20:13 | cîncoqo

    7. Xweyî nivîsa atakürt e. sala 1995 a de hê milet nikaribû bi hêsanî tiktenê bêje "kurd" Ew vî nivîsê xwe weşandibû û piştê wê ji rojnameya miliyetê hatibû berdan.



    Ez bi rastî dibêjim min heta niha ji devê tirkekî pirsgireka kurdan bi vî avayê zelal, safî û heqperest Seh nekir.





    2014.12.12-22:56 | mîr

    8. nivîskarê ku romanê wî ya bi navê "kılıç yarası gibi" li tu deran neyê dîtin.



    2014.12.13-13:50 | rûbar payîz

    9. demekê romaneke wî a bi navê isyan günlerinde aşk ango "di rojên serhildanê de eşq" hebû û nizanim çima lê pir populer bû.



    2014.12.13-14:24 | nazim tolhildan

    10. berê nivîskarê wan pirtûkan bû ku di otobusan de ji aliyê keçikên ciwan ve dihatin xwendin.

    (bnr: aldatmak)

    (bnr: kristal denizaltı)



    lê paşê ji ber ku tevlî siyasetê bû, ji aliyê apolîtan ve hat jibîrkirin.



    2014.12.13-20:27 | simurg56

    11. ji bo 11.04.2015 êrîşên dewletê li diyadîn ê gotiye: "ji bo ku li serayan rûnin, teqsîr nakin û zarokan didin kuştin."



    2015.04.15-11:09 | xendekî

    12. zanina ez zanim merivek demoqrate û bi akile navê wî carna bi hev şaş dikim ahmet tan, altan ahmet, mehmet ahmet dibêm lî alî hêla xwe.



    2015.04.15-13:05 | shorbevan

    13. Mixabin kes ji wî xwedî dernakeve.



    2019.09.10-19:37 [guhertin:2019.09.10 19:39]| cinorek

    14. îro ji aliyê mehmemê ve hatiye berdan. lê doza wî didome û îhtîmalek mezin wê ceza jî bistîne. lê qet nebe ji muebbetê xelas bûye.
    wexta rojnameya tarafê derdixist, min nivsên wî dişopand. bi ya min, bêyî hesab mesaban, ji dilê xwe dinivîsya. bêyî ku bifikire ka wê kêrî kê were an jî bibe sedema çi.. jixwe wexta di girtîgehê de bû jî, ji gotinên xwe nehat xwar.



    2019.11.05-20:32 | simurg56

    15. Nivîskarekî serkeftî ye û rewşenbîrek e. Gelek romanên xweşik nivîsandiye, Di romanên wî de lehengên sereke bêhtir jin in.Li ser derûniya wan hûr dibe. Ev jin, jîr û daxwazkarin. Li gorî min di vê dinê de kesê ku herî zêde ji rihê jinan fehm dike, Ahmet Altan e! Her wiha ceribanê wî jî he nin. Bi şêwazekî herikbar nivîsîye. Gava ku hûn wan ceribana dixwînin aramiyek xwe berdide canê we. Welhasil tahma wan nivîsan ji bîra we naçe!



    2019.11.05-21:41 | fatoş xanim

    16. Ez doh rastê twitek hatim yekî digot kurd çima ji ahmet altan xwedî dernakevin.
    Erê ez jî dipirsim, em kurd çima ji wî xwedî dernakevin.
    Hema hema hemû aliyên siyasiyên tirkan ji wî merkê xûllî ne. Jiber ku wa merka weke wan nijadperestiyê nake. Hem li hember nijadperestiya kemalistan e hem jî li hember turk-islamistan e.
    bê tirs e.



    2019.11.06-19:57 | cinorek

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [1]
    Agahiyeke çewt e. teyit.org destnîşan kiriye tiştekî wusa tune...
    jimi hendrix [1]
    Yek ji xwedavendanê gîtarê ye. mêrik êdî nizane çipkê ji gitarê. bi di...
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [2]
    Min ji apê xwe cemşîd re behsa wê mesela kir. Apê min cemşîd palikan...
    biwêjên kurdî [1]
    Çawa min go niklê wî sor e, te go kew e....
    şêr û mişk [1]
    çîrokeka yewnanî ye. selîm temo wergerandîye zimanê me (kurmancî). ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ahmet davutoğlu
    » altan tan

    Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî