1. sepana kû ez (û ez bawer dikim ku nivîskarên din jî) li bendê ne, bi teybetî li ser ios. |
|
06.10.2013 20:41 |
saladin
|
2. ku hebûya wê baş bûya. |
|
06.10.2013 20:43 |
simurg56
|
3. kêmasiyeke mezin e.. divê roj berî rojê were safîkirin.. ji ber ku êdî kombers hêdî hêdî şûn û şopa xwe ji telefonên aqilmend re dihêlin û diçin.. divê versiyonek kêrhatî ya tirşikê ji bo van telefonan jî were çêkirin.. |
|
06.10.2013 21:18 |
endazer
|
4. me go merheba? |
|
12.01.2015 22:05 |
mergehez
|
5. ya ku piştî tirşik derbasî sîstema nû bû wek berê ne lazim e lê dîsa jî ger hebe wê gelek baş e. |
|
13.01.2015 00:17 |
brusk56
|
6. çend roj berê di civatekî de mijar hat ser tirşikê, yekî pirsî sepana tirşikê ji bo smartfonan heye gelo?, kenê min hat, min di dilê xwe de got heta me versîyoneka mobîl jê re li hev anî mala me çû mîratê, îcar jî dora sepanê ye?.. xeyalek e hêvî dikim pêk were, bibe rastî |
|
13.01.2015 02:39 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
8. Mijara mayinde ya tirşikê ya dem û dem dibe rojev. Hê wext pêwîst e ji bo derketina wê, bila raya giştî tam amade bibe. Li bendê bin. |
|
01.07.2015 16:20 |
azadixwaz
|
9. Di peyama dawîn de hatiye gotin ku di rê de ye. Heke ku ji hinekan re hatibe gotin, bila ji min re bê gotin da ez belasebeb nekevim telaşê. |
|
03.07.2015 02:18 |
mergehez
|
10. sepana ku hê jî ji aliyê tu kesî ve dest bi amadekirinê nabûye. yê ku dixwaze çêke, bi dilekî rehet dikare dest bi karê xwe bike. |
|
03.07.2015 11:05 |
brusk56
|
14. hêvî dide mirov. em bi hesret li benda versiyona alfa ne. |
|
29.07.2015 22:49 |
simurg56
|
19. sepana ku divê bisebir bê çêkirin, qene tişteke xweşik û kêrhatî/berketî jê derkeve; jixwe ecela me jî nîn e, ev sê sal e em sekinîne, em dikarin salek din jî bisekinin heyra. |
|
30.07.2015 02:02 |
xendekî
|
20. sepana edî mergehezo nançû wê wekî simurg56 xwe pê qurre bike ewê here were wê bêje sîstema sepana nû ya tirşikê... |
|
30.07.2015 11:14 |
shorbevan
|
21. Sepana 40 milyon kurd li bendê ne. Hêvîdarim vî awayî be jî em bikarin bikar bînin. Û emê çawa daxin gelo? |
|
31.07.2015 14:09 |
azadixwaz
|
22. (bnr: em ji bo ios'ê jî dixwazin) |
|
31.07.2015 14:29 |
ceso
|
30. Here lînkê |
|
03.08.2015 16:06 |
shorbevan
|
31. Sepana ku bila li androîdê bê barkirin û rojenekirin ji wir bê kirin çênabe qey ? |
|
03.08.2015 18:41 |
brusk56
|
32. Mixabin nabe. Ji ber ku niha di halekî tewşomewşo de ye. Bi darê zorê dixebitînim* ma versiyon hê 0.0.5 e ew jî ne neheq e ku ewqas tewşo be* |
|
03.08.2015 18:49 ~18:50 |
mergehez
|
36. bila bi xêr be. heke tişt ji destê min were ez jî amade me destekî bidim we. |
|
04.08.2015 21:50 |
berxweda
|
38. (bnr: ez zanim) |
|
05.08.2015 17:19 ~17:21 |
shorbevan
|
39. min hê jî fêm nekirye ev sepan çi îş e, bi rastî jî yanî çi? |
|
05.08.2015 23:52 |
ferhenga şikestî
|
41. sepana ku mergehezo nançû dikare bi tirşikvana qencîyek bike ji xeynî google playê gelek sîteyên barkirinê hene ger bi xwaze dilê tirşikvana ji sepanê reş/sarbike dikare parve bike. |
|
06.08.2015 11:53 |
shorbevan
|
42. Sepana çend roj in deng jê nayê. Bawerim karê birêz mergehezo nançû heye. Kelecana me biborîne mamoste, çawane xebat? Hal û ehwal? |
|
11.08.2015 12:37 |
azadixwaz
|
43. Ji ber ku ev du roj e bi sepana gotinên stranan mijûl im nikarim li ser bixebitim. |
|
11.08.2015 12:47 |
mergehez
|
44. Sepana hêvîdar. Xwezî tip bêtir pêş biketa û me bikaribuya em mergehezo bikin weke ahtapoteke deh serî. |
|
11.08.2015 13:04 |
azadixwaz
|
46. sepana ku vê carê jî were rojanekirin wê bibe 0.0.7 james bond. |
|
16.08.2015 22:26 |
shorbevan
|
47. sepana ku hÊ jî nehatiye çêkirin, vaye daîş ji xwe re çêkiriye me hê çênekir * |
|
07.12.2015 18:50 ~18:50 |
brusk56
|
49. Mijara wextê min navê wê di lîstêde dît ez bi heyecanê ketim, min go "aha! Vaye yekê nivîsiye ku sepan êdî berdest e." Lê mixabin... |
|
08.12.2015 01:32 |
azadixwaz
|
50. Ev bû 5 sal ku ji bo App Storê li benda sepanê me, wusa dîyar dibe ku em ê 5 salên din jî li bendê bin. Hêvî dikim zû derkeve û em ji rûpela kompîterê xilas bibin. |
|
08.01.2020 06:18 ~06:22 |
lehî baranyan
|
51. mezintirîn ferhenga înteraktîf a tirkan ekşisözlük di sala 1999an de hat damezirandin. bi qasî ku dizanim di mehê de ji 150 hezar zêdetir debara wê ya reklamê heye. û ev ferhenga mezin î zengîn ji vir du sê sal berê bi awayekî fermî sepana xwe ya mobilê saz kir. |
|
08.01.2020 10:24 ~10:26 |
ferhenga şikestî
|
52. li ser google chromeê weka sepana mobîl têkevim tirşikê. Di vê warî de pirsgirêk tune ye |
|
08.01.2020 10:34 |
kajav
|
53. Tişta ku em hîn li benda wê ne. A ku ji her tiştî ferztir e. |
|
06.04.2020 02:16 |
giyanstêr
|
54. sepand , cerribandindin e |
|
06.04.2020 02:25 |
shwinsherm
|
55. êdi app an ku sepana her tiştî heye. ez bawerim bi sepan wê baştir be. tabî ez karê teknikî pir nizanim ka wê çawa be lê yên zana serê xwe li ser mijûl bikin û me jî ji kerema xwe ra agahdar bikin em ê kêfxweş bin. |
|
06.04.2020 04:16 |
de facto hozan
|
56. dîyar e hewldaneke wisa hebûye wextekî, gelo niha em li kû derê ne? ka kesek tiştekî bike da ku me ji destê twitterê xilas bike. bi xwedê kesên dintir ên wekî min hebin ku zêde nenivîsin li ferhengê jiber ku bikaranîna vir ji ser browserê zehmet e. jor da hîn şîroveyan hebûn ku digot "divê em dev ji gazincê berdin û bi îmkanên heyî bikar bînin" lê eger bilêvkirina îhtiyacan tunebin, pêşketin û geşedanî jî nabe. |
|
29.04.2020 18:02 ~18:10 |
roverandom
|
57. Sepana ku hin kes li tirşikê dikin kêmasî û dikin hincet ji bo nenivîsandinê. ez dibem ne hewce ye. Li ser chrome ê têra xwe kêrhatî ye. Sps. |
|
10.05.2021 12:56 ~12:58 |
xwelî li ser
|
58. sepan ne hewce ye bi min jî, ji xwe browser roj bi roj bi update'an xwe pêş dixin û zêdetir hêsanî û taybetiyan pêşkêşî bikarhêneran dikin. ti kêmasî tune ye. |
|
10.05.2021 13:10 |
xelîl
|
59. (bnr: me her tişt safî kir tenê ew mabû) |
|
10.05.2021 17:55 |
merwano
|
60. mijara ku bûye xeyalek |
|
07.12.2021 15:25 |
bese binale welat ji kul û derda
|
61. tiştekî zêde zor nîn ne. |
|
07.12.2021 17:21 |
heval.js
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |