Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    sepana tirşikê ji bo telefonên jîr - tirşik
    sepana tirşikê ji bo telefonên jîr
    (6) (1) ecêb (0) (13)
    di mijarê de bigere

    1. sepana kû ez (û ez bawer dikim ku nivîskarên din jî) li bendê ne, bi teybetî li ser ios.

    malmîrato divê ez herime şîvê lê ez nikarim ji ferhengê bi veqetim, ez bi rasta wesiyeta qazî mihemed ya ji bo gelê kurd hatim û heta min xelas kir ez ji nêza ketim li vir.



    2013.10.06-20:41 | saladin

    2. ku hebûya wê baş bûya.

    aniha ji bo vê yekê xebatek tune lê wê di nava çend mehan de versiyona tirşikê ya ji bo cîhazên mobîl were amadekirin. yanê wê şûna vê sepanê bigire.

    vêga telefonên bêrikan de karanîna tirşikê bi rastî jî zehmet e. rast e.



    2013.10.06-20:43 | simurg56

    3. kêmasiyeke mezin e.. divê roj berî rojê were safîkirin.. ji ber ku êdî kombers hêdî hêdî şûn û şopa xwe ji telefonên aqilmend re dihêlin û diçin.. divê versiyonek kêrhatî ya tirşikê ji bo van telefonan jî were çêkirin..



    2013.10.06-21:18 | endazer

    4. me go merheba?



    min dil heye ku sepanekê ji tirşikvanan re amade bikim ango binivîsim. ji bo vê yekê alîkarî, motîvasyon û bawerî lazim e.

    ez hê ji bo destpêkirina wê ne amade me lewra hê ez zêde bi pêş neketime lê ez ji xwe bawer im ku ez ê çêkim û bidim ber destê we tirşikvanan *



    2015.01.12-22:05 | mergehez

    5. ya ku piştî tirşik derbasî sîstema nû bû wek berê ne lazim e lê dîsa jî ger hebe wê gelek baş e.

    ger mergehezo nançû bikare tiştekî wisa bike wê popularîteya xwe ya di tirşikê de derxîne asta herî bilind *



    2015.01.13-00:17 | brusk56

    6. çend roj berê di civatekî de mijar hat ser tirşikê, yekî pirsî sepana tirşikê ji bo smartfonan heye gelo?, kenê min hat, min di dilê xwe de got heta me versîyoneka mobîl jê re li hev anî mala me çû mîratê, îcar jî dora sepanê ye?.. xeyalek e hêvî dikim pêk were, bibe rastî




    7. hê jî tune ye *



    2015.06.30-17:59 | xendekî

    8. Mijara mayinde ya tirşikê ya dem û dem dibe rojev. Hê wext pêwîst e ji bo derketina wê, bila raya giştî tam amade bibe. Li bendê bin.



    2015.07.01-16:20 | azadixwaz

    9. Di peyama dawîn de hatiye gotin ku di rê de ye. Heke ku ji hinekan re hatibe gotin, bila ji min re bê gotin da ez belasebeb nekevim telaşê.

    Kes nehatibe dîtin ez ê bi silametî van rojan dest pê bikim. Tabî ji ber ku înternet li mala me tune ye ez ê zehmetiyeke mezin bikişînim. Her tişt ji bo tirşikê ye*



    2015.07.03-02:18 | mergehez

    10. sepana ku hê jî ji aliyê tu kesî ve dest bi amadekirinê nabûye. yê ku dixwaze çêke, bi dilekî rehet dikare dest bi karê xwe bike.

    (bnr: quwet be)



    2015.07.03-11:05 | brusk56

    11. niha têketin û derketin dixebite û hew *



    2015.07.28-00:57 | mergehez

    12. niha di vê rewşê de ye û hew*



    2015.07.29-04:58 | mergehez

    13. (ev peyama mayînde ya sepanê ye. Hemû taybetmendiyên nû yên ku piştî rojanekirinan dê bên, dê di vir de bên nivîsandin)



    Çi hene:

    - têketin 0.0.2

    - derketin 0.0.2

    - bi butona malê mijareke rasthatî vedibe 0.0.3

    - bnr, vbnr, lînk, vîdeoyên youtubeê û wêne dixebitin. 0.0.3

    - lêgerîn 0.0.4

    - şandina peyaman 0.0.5



    Xêndî vana xweseriya demokratîk, rêveberineke cuda, ekolojîk, demokratîk, adîl, azadîxwaz, wekhevîxwaz, jidil, rêvebirineke ku nirxên jinan diparêze, heqê wan dixe temînata zagonan. Ma ne bes *



    2015.07.29-22:18 [guhertin:2015.08.03 16:38]| mergehez

    14. hêvî dide mirov. em bi hesret li benda versiyona alfa ne.



    2015.07.29-22:49 | simurg56

    15. (bnr: waow!)

    (bnr: super e)



    2015.07.29-23:59 | brusk56

    16. Hêviya pêşeroja kurdan e. *



    2015.07.30-00:07 | azadixwaz

    17. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.07.30-00:18 [guhertin:2015.07.30 00:24]| mergehez

    18. rojanekirina 0.0.4



    çi lê zêde bû:

    - êdî simurg56 dê nikaribe xuyaniya peyaman biguherîne*

    - lêgerîn





    2015.07.30-00:24 [guhertin:2015.07.30 00:30]| mergehez

    19. sepana ku divê bisebir bê çêkirin, qene tişteke xweşik û kêrhatî/berketî jê derkeve; jixwe ecela me jî nîn e, ev sê sal e em sekinîne, em dikarin salek din jî bisekinin heyra.



    2015.07.30-02:02 | xendekî

    20. sepana edî mergehezo nançû wê wekî simurg56 xwe pê qurre bike ewê here were wê bêje sîstema sepana nû ya tirşikê...

    niha ger wekî sepana opera mobilê nebe jî ev tekoşîna mergehezo nançû hêjayî hertiştîye destê wî sax û em dîsa dibên serkeftin.





    not: ez qisqanmîş nabim.



    2015.07.30-11:14 | shorbevan

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    şahînê bekirê soreklî [1]
    çîroka marquez ya tenahiya sedsalî çi bi min dabe hîskirin, ev çîroka ...
    ulysses [2]
    Bo ew Kesên ku tema wan heye vê romanê bixwînin, pêşnîyara min heye. D...
    nifşa pokemon [1]
    xwezî bi wan rojan ❤
    ...
    selahattin demirtaş [1]
    berî çend rojan ji doza xwe ya sereke, bêguneh hat dîtin. di dozekî di...
    hafiz nazerî [1]
    kurê stranbêj û hunermendê navdar ê ji rojhilatê kurdistanê, (vbnr: şe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » sepana tirşikê ji bo telefonên jîr
    » tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
    » têlefonên bi aqil
    » jirjanamedi

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî