Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
sepana tirşikê ji bo telefonên jîr - tirşik
sepana tirşikê ji bo telefonên jîr
(8) (1) (2)
di mijarê de bigere

24. sepana ku mergehezo nançû dikare bi tirşikvana qencîyek bike ji xeynî google playê gelek sîteyên barkirinê hene ger bi xwaze dilê tirşikvana ji sepanê reş/sarbike dikare parve bike.



06.08.2015 11:53 | shorbevan

25. Sepana çend roj in deng jê nayê. Bawerim karê birêz mergehezo nançû heye. Kelecana me biborîne mamoste, çawane xebat? Hal û ehwal?



11.08.2015 12:37 | azadixwaz

26. Ji ber ku ev du roj e bi sepana gotinên stranan mijûl im nikarim li ser bixebitim.

Xwezî 10 destên min, înterneteke min a 1000 megabit û 10 serê min hebana. Min ê her tişt bi hev re bikirana *



11.08.2015 12:47 | mergehez

27. Sepana hêvîdar. Xwezî tip bêtir pêş biketa û me bikaribuya em mergehezo bikin weke ahtapoteke deh serî.



11.08.2015 13:04 | azadixwaz

28. sepana ku vê carê jî were rojanekirin wê bibe 0.0.7 james bond.



16.08.2015 22:26 | shorbevan

29. sepana ku hÊ jî nehatiye çêkirin, vaye daîş ji xwe re çêkiriye me hê çênekir *

Here lînkê



07.12.2015 18:50 ~18:50 | brusk56

30. Mijara wextê min navê wê di lîstêde dît ez bi heyecanê ketim, min go "aha! Vaye yekê nivîsiye ku sepan êdî berdest e." Lê mixabin...



08.12.2015 01:32 | azadixwaz

31. Ev bû 5 sal ku ji bo App Storê li benda sepanê me, wusa dîyar dibe ku em ê 5 salên din jî li bendê bin. Hêvî dikim zû derkeve û em ji rûpela kompîterê xilas bibin.



08.01.2020 06:18 ~06:22 | lehî baranyan

32. mezintirîn ferhenga înteraktîf a tirkan ekşisözlük di sala 1999an de hat damezirandin. bi qasî ku dizanim di mehê de ji 150 hezar zêdetir debara wê ya reklamê heye. û ev ferhenga mezin î zengîn ji vir du sê sal berê bi awayekî fermî sepana xwe ya mobilê saz kir.
tirşik.net di sala 2013an de hat damezirandin û debara wê ya reklamê 0 (sifir) tl ye.

ji telefonê ketina ekşiyê zehmet e lê di tirşikê de ew zehmetî tune ye. ez wek ku sepana mobilê kar bînim ji geroka înternetê dikevim tirşikê. ku hûn ji min bipirsin hebûna sepanê dê kêrhatî bûya lê tunebûna wê jî ne kêmasiyeke mezin e.
ji bîr mekin ku sazkirina sepaneke baştir a mobilê bi piştgiriya teknîk û bi destika maddî pêkan e lê mixabin ew derfet tune ye. loma ez dibêjim qey em dev ji gilî û gazincan berdin û bi derfetên heyî jê îstîfade bikin çêtir e.



08.01.2020 10:24 ~10:26 | ferhenga şikestî

33. li ser google chromeê weka sepana mobîl têkevim tirşikê. Di vê warî de pirsgirêk tune ye



08.01.2020 10:34 | kajav

34. Tişta ku em hîn li benda wê ne. A ku ji her tiştî ferztir e.



06.04.2020 02:16 | giyanstêr

35. sepand , cerribandindin e
wa ez nû fêr bûm sepan jî app e .
erê pêdivîyek e , heta tu mijarekê de dinûse kezeba te reş dibe wille !



06.04.2020 02:25 | shwinsherm

36. êdi app an ku sepana her tiştî heye. ez bawerim bi sepan wê baştir be. tabî ez karê teknikî pir nizanim ka wê çawa be lê yên zana serê xwe li ser mijûl bikin û me jî ji kerema xwe ra agahdar bikin em ê kêfxweş bin.



06.04.2020 04:16 | de facto hozan

37. dîyar e hewldaneke wisa hebûye wextekî, gelo niha em li kû derê ne? ka kesek tiştekî bike da ku me ji destê twitterê xilas bike. bi xwedê kesên dintir ên wekî min hebin ku zêde nenivîsin li ferhengê jiber ku bikaranîna vir ji ser browserê zehmet e. jor da hîn şîroveyan hebûn ku digot "divê em dev ji gazincê berdin û bi îmkanên heyî bikar bînin" lê eger bilêvkirina îhtiyacan tunebin, pêşketin û geşedanî jî nabe.
bila em dîsa gazincê xwe bikin, belkî li çavê kesekê/î bitaqet bo vê îşê dikeve...



29.04.2020 18:02 ~18:10 | roverandom

38. Sepana ku hin kes li tirşikê dikin kêmasî û dikin hincet ji bo nenivîsandinê. ez dibem ne hewce ye. Li ser chrome ê têra xwe kêrhatî ye. Sps.
Edit: û jixwe yên ku jîr bin vê yekê nakin hincet. Bi hesab makinesî jî dikarin binivîsin. Spstir.



10.05.2021 12:56 ~12:58 | xwelî li ser

39. sepan ne hewce ye bi min jî, ji xwe browser roj bi roj bi update'an xwe pêş dixin û zêdetir hêsanî û taybetiyan pêşkêşî bikarhêneran dikin. ti kêmasî tune ye.



10.05.2021 13:10 | xelîl

40. (bnr: me her tişt safî kir tenê ew mabû)

bi min ji bikaranîna kombersê xweştir tiştek tune *



10.05.2021 17:55 | merwano

41. mijara ku bûye xeyalek




Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sepana ferhenga tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» telefonên ku bên kirîn
» jîrik

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî