Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
tolaz.org - tirşik
tolaz.org
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. malperekî pêkenokê ye.

nuçeyên ne rast ji qafê xwe diavêjin lê car caran bi rastî pir pêkenok in .



07.06.2013 08:46 | brusk56

2. tolaz ;



di 2012 an de li kurdistanê 3785 heb komên muzîkê hatin ava kirin..



07.06.2013 08:52 | brusk56

3. malpera ku tenê bi logoya xwe mirov ji ser kursiya xwe dixe.



07.06.2013 09:13 | simurg56

4. demekî bi prêzeyên xwe êş û derd û pirs û merqên civaka kurdistanê bi ziman û ûslubeke mîzahî berpêşî me kurdan dikir.. lê ev çi qas e deng ji wan naçe êdî.. ne prêzeyek ne jî kar û kirinên şoreş yên muxalîf û welatparêz..



07.06.2013 10:26 | endazer

5. malpera ku berê hema bêje hemû prêzeyên min ji wan re dişandin diweşandin lê niha xwe pişt guhê xwe re davêjin..



12.07.2013 15:55 | endazer

6. Ne ew ne jî bijwen mîzaha kurdî nakin, bi zimanê tirkî henekên kurdan dikin. Her çiqas qerfok jî bin, a rast ev e.



11.09.2013 23:35 | hemdilaarda

7. MALPEREKÊ KENÎN Ê YE. FENANÎ zaytungÊ YE.



12.09.2013 02:22 | seydayê_peyvan

8. bi prêzeya xwe ya vê taliyê kenê min aniye;



''Kurdistanlı bilim insanları, atılan biber gazları nedeniyle Cizre üzerinde oluşan yeni katmana "Îsotosfer" ismini verdiklerini açıkladı...''



yanî bi kurt û kurmancî zanyarên kurdistanê, dan daxwuyandin ku ji bo tebeqeya ji ber avêjtina gaza bîberê li ser ezmanê cizîrê çêbûyiye navê îstosferê lê hatiye kirin..



10.10.2013 17:02 | endazer

9. ji xwe re dibêje Zaytunga kurdî lê bi tirkî dinivîse. bêje zaytunga kurdan ez ê dîsa jî fam bikim.



18.10.2013 16:36 | gernasnenas

10. ji xwe re dibêje Zaytunga kurdî lê bi tirkî dinivîse. bêje zaytunga kurdan ez ê dîsa jî fam bikim.



18.10.2013 16:36 | gernasnenas

11. malpera ku aniha weşana wê qut bûye. navê malpera wan (domain) aniha hatiye parkkirin, yanî kesê ku dixwaze, dikare navnîşana tolaz.org bikire. hêvî dikim dîsa xwediyên wê bikirin û weşana xwe bidomînin.



25.12.2013 21:12 | simurg56

12. malpereke tirkî ye henekê xwe bi kurdan dike. li ser xêrê be wa dibêjin hatiye girtin.



25.12.2013 21:48 | dijber

13. min kir û nekir xwîna min li wan neket. tirkî û tirkî... hima nikarin peyvek jî bi kurdî binivîsin. îcar temsîlvanek wan li ser twîtirê heye çar sal berê jî bi tirkî dinivisî niha Jî bi tirkî. a rast tirkî dinivîse bila binivîse lê tu ê bêjî qey kurdî heram e û bi kurdî nanivîse. belê heya îro min peyamek jî nedîtiye ku bi kurdî nivisiye. piştî ku xwîna we li vî zimanê nakele hun çi gû dixwin ku doza çi dikin ku navê "kürt ..." li xwe dikin.



25.12.2013 22:23 | ceso

14. malpera ku weke gelek malperên din yên kurd hatiye girtin.

ê tabî şûna ku hûn malpera xwe dewlemendtir bikin, hûn biçin bi facebookê fîlan mijûl bibin, kes nayê nakeve malperê û dema bê girtin jî kes pê nahese.



10.06.2014 21:25 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tolaz.org

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî