Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
biyanî - tirşik
biyanî | 2012
Nivîskar: albert camus | kurmancî | roman | 160 rûpel

Kitêba Biyanî li dora fikir û ramana absurd û pelepûciyê çerx dibe. Beşê pêşîn ji dîtinên felsefî yên Albert Camus pêk tê. Lehengê romanê jiyanek bê m...
biyanî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyveke kurmancî. tê wateya xerîb, mirove ji welatekî xerîb. yan jî ecnebî*

bi tirkî: yabancı

bi ingilîzî: foreigner



*ji ber ku ecnebî peyveke erebîye û tê wateya "ehlê cunûb" zêde keyfa min jê re nayê.



07.10.2013 01:57 | saladin

2. li biyanistanan dijîn.. eger xerîb be li xerîbî û xurbetê dijîn.. di fîlmên western de kes hej van nake.. ya rast di tu fÎlman de kes hej biyaniyan nake.. ji ber her biyaniyek bivê nevê cih li binecihê cihê ku lê dijî teng dike.. û bi qewlê stranekî meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e.. ne wilo xezal?



07.10.2013 02:13 | endazer

3. navê pirtûka albert camus



07.10.2013 10:26 | newenda

4. nivîsa serê pirtûkê pirr têsîr li min kiribû ji ber ku min tirkî xwendibû naxwazim li vir binivîsim..



06.03.2014 22:33 | berxweda

5. navê pirtûkeke rind ya albert camus û fîlmeke nerind ya zeki demirkubuz e.



07.03.2014 09:13 | nazim tolhildan

6. ew ji hêla fawaz hûsên ve hatiye wergerandin û pirr baş jî hatiye wergerandin. min berê xwendibû, lê xwendina bi kurdî, bi wergerka wiha re, hîn xweştir bû.



23.04.2014 20:05 | fethî ronî

7. pirtûkê ku xwedî felsefekî fonksiyonel e.



bi min re ramanekî wusa çêbûye ku heke yekî/ê vê pirtûkê bixwîne û îlhamê ji vê bigre, êdî fobî ya sosyal jê re heram e. lewra, pirtûk bi awayekî efsûnî nîşan dide ku ji ber mirin heye jiyan fenomenekî absûrt e; em ê tew rojekî bimirin û ne xem e ku ev roj îroj be an jî siba. bi vê maneda, dema ku yekî/ê li civînekî de axaftinekî giring (wek ya teslîm kirina tezê zanîngehan) pêşkeş bike û vêgavê vê felsefeyê absûrtî ya jiyanê bêne bîra xwe, bibêjê "heylo, dibe ku tu yê çendek şûnde bimirî, çi giringîya wan kesên ku te temaşe dikin heye ka bi dilêkî rihet xwe îfade bike" wêca wî/wê peyivînekî serketî derpêş bike.



ev ê jî fantazîyekî min ê bikêr e ku bestê xwe ji vê pirtûkê digre.



27.05.2014 23:29 | ervah.azad

8. pirtûka biyanî li dora ramana absurdê digere. ew beşê pêşî ji dîtinên albert camus li ser mirov û li ser bêwateyiya dinyayê bi gewde dike. lehengê pirtûkê bêyî ku bizanibe, jiyaneke bêwate dijî. lê rojekê, gava pirsa "çima?" ji xwe dipirse. ew bi rastiya vê bêwateyiya jî dihese. bersiva vê pirsê rastiyeke mezin di rûyê wî de vedike û wisa jî valahiyeke mezin di nava wî de peyda dibe. lê ev mirovê han ji qedera xwe nareve û bi ser de jî ew bêtir ji jiyana pûç hez dike. ji ber ku ew bi ser rastiya tiştan ve dibe. ew dibe mirovekî biyanî. di mala xwe de. di bajarê xwe de ew xwe kesekî biyanî û bêpêwendî dibîne.



19.03.2015 19:05 ~2015.03.26 15:20 | remlavêj

9. Bi wergerandina fawaz husên di sala 1995 an de ji weşanên nûdem çap bûye!



20.01.2018 01:48 | xwelî li ser

10. navê wergera pirtûka (bnr: albert camus) ye ku van rojan dixwînim.
Lê nizanim piştî xwendina Wergera Tirkî ya Kurdî wergera fawaz husên ya jiweşanên nûdemê ji min ra xweş nehat :(
Hin hevok gelekî çêkirî bûn.
ya rastî li gorî bêriya 20 salan ev tişteke gelekî baş e, lê mizabin weke min gotî, ez neketim nava çîroka ya Kurdî :/



10.04.2019 15:12 | gulêê

11. Nenas, xerîb



11.04.2019 00:45 | hesinkar

12. Pirtûka albert camusî ya bi navê biyanî yek ji girîngtirîn pirtûkên sedsala 20em û yek ji kevirên bingehîn ên tevgera absurdîzmê ye. Berîya ku hûn ji pirtûkê fêm bikin divê di serî de hûn dînamîkên tevgera absurdîzmê baş bizanin. Ger ez ji bo xwe bibêjim min vê pirtûkê di 15 salîya xwe de xwend lê di 19 saliya xwe de min vê pirtûkê fêm kir.

Pirtûk ji aliyê albert camus ve di sala 1942an de hatiye nivîsîn. Di 1957an de jî xelata Nobelê stendîye. Albert Camus piştî rudyard kipling ciwantirîn kes e ku vê xelatê stendîye. Mixabin Camus piştî sê sal ji ser xelatê derbas dibe, di qezayekî de dimire.

Roman bi perspektîfa lehengê sereke yê pirtûkê ango ji çavê Meursaultî ve bûyerên balkêş ên jiyana wî tê berçavkirin. Meursault li cezayîrê memûrek e. Jiyana wî gelek ketober û rûtîn e. Li tazîya dayîka xwe de keçikek nas dike. Navê keçikê Maria ye. Ew dibin Xoşewîst lê meursault yeqîn dike ku ji hez nake.

Di pirtûkê de jiyana Meursault-î, bûyerên balkêş ên jiyana wî tê behs kirin. Ew li gor civaka xwe mirovek anormal (!) e. Bûyerên girîng tesîrê wî nake, li ber tevgeran gelek sekan e û dengê xwe zû bi tiştanan ve nayne. Dayîka wî dimire, tiştek hest nake, tê binçavkirin ne xema wî ye. Meursault mirovek wisa ye. Dema li dadgehê mirina dayîka wî tê pirsîn, bersivek gelek absurd dide.
"Îro dayîka min mir, an jî doh bû. nizanim..."

Di vir de, nêrîna absurdîzmê derdikeve pêşiya me. Absurdîzm ew tevger e ku dibêje jiyan di eslê xwe de bê wate ye. Hebûna me nebûna me heman e. Çi girîngiya mirovan tune ye û ew jî wekî zindiyên din in. Ji ber vê yekê jî mirov divê qebûl bike ku li ber jiyanê ti nirxa wî tune ye û her wiha ti wateya jiyanê jî tune ye. Nêrîn û tevgerên Meursault jî yek bi yek zagonên absurdîzmê şanî me didin. Ji bo wê jiyan ji bo Meursault, ketober û çawalêhato ye.

Meursault gelek caran li dij normên civakê xwe derdikeve û ya xwe dike. Bi hişmendiya xwe jiyana xwe bi rêve dibe û li gor wî çi rast be wî dike. Li ber bûyeran guhnedêr e. Piştî cihekî ev taybetmendiyên wî yên karakterî serî wî dixe belayê. Ew bi bûyerên li ser hev û tesadufî dike ku yekî bikuje û derkeve ber dadgehê. Eva bûyer in jî di pirtûkê de bi saya zagonên absurdîzmê yên bingehîn ve gelek baş tê vegotin.



23.10.2023 20:50 ~20:53 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» biyanî

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî