Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    radikal.com.tr - tirşik
    radikal.com.tr
    (0) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. malpera rojnameya radikalê ye ku di van rojên dawî de, qaliteya wî bi awayekî eşkere dikeve . nûçeyên ku wêneyên mankenan dihewîne, nûçeyên ku tê de qet nûçe tune, tenê gotinekê orispiyekê heye û hwd ..



    2013.10.08-00:17 | brusk56

    2. malpera ku dîzayna xwe guheriye. gelekî artîstîk e, lê ne kêrhatî ye. hingî zanim, ev malper hêdîka dixebite û xwendina wê zehmet e. nekarîn ji xwe re malperek weke ya însanan çêbikin...

    vêga bi nûçeyên bêçavkanî yên ku li ser gotegotan hatine amadekirin, akpê bomberan dike.



    2013.12.25-20:22 | simurg56

    3. îro di nÛçeyeka xwe de bêhemdî be jî ji bo başûrê kurdistanê gotiye ''güney kürdistan'' û dîsa nûçeya rûdawê xelet wergerandine tirkî, nûçeya rûdawê de ji devê berdevkê daîşê ji bo malÎkî tê gotin te Û siyaset û eskeriyê çi gotiye hev, here derpêyan bifiroşe, lê radîkalê ew wekê ''Sen ve siyasi -askeri yönetiminiz birbirinize ne diyorsunuz?'' yanî tu û rêveberiya te ya siyasî û eskerî hÛn ji hev re çi dibêjin? wergerandiye..

    http://www.radikal.com.tr/dunya/isidden_malikiye_eskisi_gibi_don_sat-1196766



    2014.06.12-14:43 | endazer

    4. bûye malperek ji rêzê.

    tenê nêrîna wan a kurdan cûda ye ji xeynî wê weke piraniya malperên tirkan, nûçeyên pornografîk diweşîne. carinan nivîsên ew qas tewşomewşo derdikeve ku mirov ji malperê sar dibe. bi taybetî nivîsên di bin sernivîsa radikal blogê de tê nweşandin rizalet e.

    http://blog.radikal.com.tr/lgbt/escinsellik-olmasaydi-hayat-diye-bir-sey-olur-muydu-acaba-71379

    http://blog.radikal.com.tr/medya-televizyon/ilk-opucuk-sizi-ele-verir-70897

    http://www.radikal.com.tr/hayat/porno_artik_daha_fazla_kadin_dostu-1211064

    http://www.radikal.com.tr/fotogaleri/spor/xabi_alonsonun_yasak_ask_transferi-1211057



    2014.09.05-11:23 | brusk56

    5. malpera ku ji bo agahdarbûna xwe vaye nêzikî sê sal e dişopnîm. erê carna hinek xeberên wê yên bereday derdikevin lê ev yek ji ber karkerên wê yên cuda cuda ye her çi be jî pirî cara rast dibêje û portreyeke ku destek dide tevgera kurdan pêşkêşî me dike. dîsa jî sedemên ku min rêz kirin ne bes in ku ez vê malperê sê sal bişopînim sedema min a yekem ev e ku pirraniya xwendevanê vê rojnamê merivên aqilmend û demokrat û dinyadîtî ne ez vê yekê ji şiroveyên li bînî nûçeyan tên kirin dizanim



    2014.09.05-14:57 | ceso

    6. rojnameya nîşan dayî hêjmara merivên aqilmend, demokrat û dinyadîtî li tirkiyê ewqas hindikin ku nekarî weşana rojnameyê bidomîne û tenê bi malperê dom dike.



    2014.09.05-21:31 | azadixwaz

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.09.06-01:10 | ciwan

    8. malpera tekane rojnameya tirkan bû ku dikariya were xwendin.bi taybetî piştî derketina rojnameya tarafê qelsbû û dawiyê de jî hat girtin. helbet herkes dizane aîdê kê ye lê ev yek rastiyê naguhere. dema pêdivî hebe ku li çapemeniya tirkan binêrim, li radîkal dinêrim.



    2014.09.06-07:51 | simurg56

    9. Malpera ji bo dem derbas kirinê di vê remezanêde ji bo min pir kêrhatî. Malpera nuçeyan a ji koma doganî.



    2015.07.06-20:02 | azadixwaz

    10. zêde zêde nûçeyên berredayî û tewş bi manşetên qerrase diweşine, van rojan gelek didim çêran bila hay jê hebin



    2015.07.07-00:27 | ferhenga şikestî

    11. malpera ku wê di 25ê adarê de weşana xwe biqedîne. nizanim çiqas mesrefa wê hebû ji bo dogan medya'yê...

    wê çend nivîskarên wê derbasî hurriyetê bibin û wê edîtorên malperê jî derbasî malpera hurriyetê bibin.

    di nav malperên nûçeyan yên tirkan de yek ji yên herî baş bû. û nivîskarên wê yên hasan cemal, cengiz çandar, fehim taştekin, ezgi başaran, umit kivanç û hwd. hêjayî xwendinê bûn. carina analîzên xweş dikirin.

    weke malperên tirkî, êdî şûna wê malperên weke t24.com.tr û diken.com.tr dikarin werin şopandin.



    2016.03.22-19:58 | simurg56

    12. Malpera nuçeyan a weşana xwe weke li jor hatî gotin 25ê mehê sekinandî. Bi vî awayî kelemeke din a medyaya tirkî têk çu û bi vî awayî dibe ku sedema dawî ya şopandina medyaya navendî ya tirkan jî ji holê rabu be. Ji xwe ji bo ku kêmtir tiştên bi tirkî bişopînim min vaye demeke xwe digirt ku weke berê zêde nekevim vê malperê, ji bo wê yekê dibe ku bi xêr be ji bo me.



    2016.03.26-12:57 | azadixwaz

    13. Malpera ku dixwazim dîsa vegere. Min hê nekariye cihê vê malperê tijî bikim. Ji xwe min sedema girtinê jî fêm nekiribû.



    2016.07.28-22:47 | brusk56

    14. malpera ku şûna wê t24.com.tr bes û zêde ye. şêweya weşana herduyan gelek dişibe hev, di t24ê de jî têra xwe nivîskar hene.



    2016.07.28-22:49 | simurg56

    15. malpera min jî cihê wê bi t24.com.tr û diken.com.tr tije kirî. qet kêmasiya wê hîs nakim, bila radikal jî biçe quna doxan ve ku ji xwe ji min re kul bu.



    2016.07.29-19:13 | azadixwaz

    16. piştî girtina vê malperê min hê jî biryar nedaye ez nÛçeyan ji kÎjan malperê bişopînim.
    t24 zêdê xweşa min naçe. nakeve şûna radikalê.



    2018.01.01-18:46 | brusk56

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » radikal.com.tr

    Kategoriyên mijarê:: nuce malper
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî