Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 5 peyam
    hiqûq - tirşik
    hiqûq
    (1) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. hiqûq, xwedêgiravî wekî ji norm û qaîdeyên xwediyê mueyyideyan ku ji hêla civak û kesan, ku pê civak û kes bên keyskirin û sererastkirin Û birêvebirin tên çêkirin, tê pê. hiqûqa ku me go bi vî reng û şekl Û şêweyi dikare bê danasîn. tiştê ku dil jî çav jî mêjî jî dixwaze ev e, ev rasti ye. lê gava ku gotin di binê gotinÊ de dimîne hiqûq dibe berjewendparêza pergal û sÎStema serdestan.

    wekî ku çêl û qal dikin cara pêşî normên nivîskî yên hiqûqê ji hêla babîliyan ve bi navê "zagonên hamûrabî" dertin holê, peyre "zagonên 12 lewhe" yên pretoriya romayê di qada dîrokê de dertên piyaseyê. de êdî vir de wir de ev hiqûq geş dibe û bingeha hiqûqa ewropa ya îroyîn digre. ev hiqûq bi navê "hiqûqa ewropa ya bejahîyê" meşhûr e. esas û mantiqa vê hiqûqê ew e ku norm nivîskîne û ji hêla mirovan ve tên çêkirin. tew pirî caran ji vê hiqûqê re "hiqûqa nivîskî" jî tê gotin. hiqûqa ku îro li praniya dunyayê û li turkiyeyê jî birêve diçe ev hiqûq e. de piştî ku me go ev hiqûq nexwe yên din jî hene. ev jî wekî hiqûqa îslamê, hiqûqa anglîsakson [ common law ] û hiqûqa sosyalîst dikare bê senifandin.

    çavkaniyên hiqûqa îslamê qur'an, hedîs, sunnet, qiyas û ictihad e. evê ku cara pêşîn vê hiqûqê daye ser hev û li hev keys kiriye îmam şafiî ye. roja ku hiqûqa îslamê derketiye holê ta îroyîn piraniya prensîbên hiqûqa modern di xwe de hewandiye. bi vê yekê tê fehmkirin ku hiqûqa îslamê ji tu hiqûQî bandor negirtiye. lê mixabin ji riyÊ ereb û farisan de dunya êdî bi çavê barbariyê li hiqûqa îslamê mêze dike. mesele ev e zêr bikeve destê keran wê bibe qirş û kewş.

    hiqûqa anglîsakson jî, hiqûqa ku îro li emerîkaya bakûr, li îngilîstan û li awustiralyayê tê birivebirin e. ev hiqûq ne nivîskiye. wekî edetên nav gelan heya îro hatiye û berhev bûye.

    hiqûqa sosyalîst ku îro li piyaseyê mînakê wê nemanê ne pêdivî ye ku em qal bikin.

    hiqûqa modern di nav xwe de dibe di beş:

    1- { hiqûqa gelemper }

    - hiqûqa makezagonê

    - hiqûqa rêvebirinê

    - hiqûqa cezayê

    - ... dirêj dibe diçe.

    2- { hiqûqa taybet }

    - hiqûqa medenî [ yanî ya bajarî, zewac mewac filan û bêvan]

    - hiqûqa bazirganiyê [ yanî ya tîcaretê]

    - hiqûqa deynan

    - hiqûqa kar

    - hiqûqa malbatê

    - hiqûqa kesan

    - hiqûqa mîrasê

    filan û bêvan...



    2013.10.09-23:05 | ceso

    2. ji peyva heqq ya erebî hasil bûye.. carinan ji bo muemele û têkiliyên di navbera mirovan de jî tê bikaranîn.. di kurdÎ û kurmanciya îroyîn de ji bo vê peyvê li deverinan peyva dad û dadmendîyê tê bikaranîn.. lê bikaranînek şaş û xelet e ev ji ber ku dad edalet e lê hiqûq qanûn e û her qanûn ne mecbûr e li ser heqî û heqaniyet û edaletê be.. yanî hiqûq di kurdî de jî hiqûq e û kesên ji hiqûqê mezûn bûyîne jî hiqûqnas an hiqûqzan in..



    2013.10.11-20:12 | endazer

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.11-21:31 | elegez

    4. ya ku niha recep tayyip erdoğan dil kiriye ku li tirkiyê rabe serê û namûsa wê bike pênc pere... eger ku bi vî hawê here hiqûqa reben wê di mal de bimîne... ma ne? keça ku heft heşt dîktator karê xwe pê qedandine û wê avêtine ber derî. îro dora erdogan e.



    2014.04.05-01:24 | ceso

    5. Hiqûq, ew zanista normatîf e ku tevgerên kesayet, civak û dewletê, têkiliyên di navbera wan de; ji aliyê dezgehên desthilatdar ve li gor rê û rêzana wê tê derxistin, bi hêza giştî tê piştgirîkirin, bi awayekî giştî ji muxatabê xwe re dibêje tu yê vê bikî an jî vê nekî, ji bo vê jî hemû dibêtiyan bi normên di meriyetê de bi rêk û pêk dike.



    An jî hiqûq, tevahiya qanûnên ku civakê bi rêk û pêk dike û hêza mueyîdeyî ya dewletê diyar dike.



    2014.08.30-09:54 | xendekî

    6. (bnr: hiqûqa navnetewî)



    2014.12.07-04:59 | xendekî

    7. bilêvkirina hiqûqê ne xweş e..wekî hikûk bê nivîsin û gotin hin xweş û kibar dibe..



    2016.07.01-00:32 | havka

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hiqûqa destûra bingehîn

    Kategoriyên mijarê:: hiquq
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî