Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şeytanqûnî - tirşik
şeytanqûnî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyv û biwêjeke kurdî ye.. bi du wateyan dihê bikaranîn.. hem ji bo kesên cenabet yanî kesê ku di nav nivînan de ji rê derketî û li kera şeytên paşûpêşkê siwarbûyî, û hem ji bo kesên mirîn û paşê dîsa li heyatê vegeriyayîn yanî reenkarne bûyîn tê bikaranîn.. nivîseka osman sebrî ya di hawarê de derketî di vê derbarê de hebû lê li ser înternetê min kir û nekir min peyda nekir..



10.10.2013 01:49 | endazer

2. Ji bo peyva tirkî "hortlak" yani kesê ku mirî ye lê, car din ji gorê rabÛye tê bikaranîn.

Ya rast min qet nebihîstibÛ lê, dema ku min pirtûkek wergerande kurdÎ hewcedariya min vê peyvê çêbÛ û min got ezê çawa wergerînim wê demê min ev peyv di ferhengê de dît. şeytanqûnî xortlak e..



19.05.2014 23:43 | nuçevan

3. ji bo ku yekî şeytanqûnîbûyî bê kuştin merr lazim e *



22.05.2014 01:50 | qomançêro

4. şeytanqûnî/12174 tiştê ku di vê peyamê de tê qal kirin:

di hejmara 55 a hawarê de hatiye weşandin û osman sebrî pênasa vê têgihê wiha kiriye:

«şeytanqûnî: wekî her miletî li nik me kurdan jî der heqê xerafatan da baweriyek heye. li goreyî wê baweriyê, hin mirî piştî mirinê radibin. gava ew mirî navê kîjan mirovî hildin, ew jî dimire. ji bo vê yekê kîjan miriyê ko şeytanqûnî bibe bi merê dikujbin. ji ber ko dibêjin şeytanqûnî bê merê bi tu tiştê nayê kuştin

dikarin ji vê lînkê pdf-ya hawarê bi dest bixin:
Here lînkê



30.09.2018 12:50 ~13:11 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şeytanqûnî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî