Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
di folklora kurdî de wesf û teşbîhên ji bo bedewiya jinan - tirşik
di folklora kurdî de wesf û teşbîhên ji bo bedewiya jinan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çi di kilamên dengbêjan de be, çi di çîrok û çîvanokên çîrokbêjan de be û çi di nav axaftinên rojane yên xelkê de be bedewiya jinan her wextî bûye cihê behsê û bûye cihê wesf û pesnê.. li gorî min berhevkirina wesf û teşbîh û tebîr û terîfên wihareng yên ji bo bedewiya jinan hatina bkaranîn wê nêrîna civaka kurd ya di barê bedewî û estetîzmê de jî derxîne holê..



belê ez ji cizîrê destpê bikim; li cizîrê tu tişt têne bîra min dema ku spehîtaya jinekî tê wesfdan tên bikaranîn..

yek jê teşbîh û teswîra sêva qeşartî ye û ya din jî biwêja mirov guneh dike lê binêre ye.. wek nimûne; filankes nezera xwudê li ser be wekê sêva qeşartî ye ew qas spehî ye ku mirov guneh dike lê binêre..



10.10.2013 02:01 | endazer

2. ji devê hevalê gordereş li devera cilemêrgê jî ji bo keç û jinên sîs û rona yên pir bedew dibêjin filankes, an keça filankesî tirmêska tirî ye..



10.10.2013 02:04 | endazer

3. wekê heyva çardeşevî..



10.10.2013 17:20 | endazer

4. "Nava cotê memika weke cada duhokê." Ji straneke mitirban.



28.12.2013 16:39 | seydayê_peyvan

5. (bnr: sîng doşekê balîf zendê)

an

(bnr: sîngdoşekê, balîfzendê)

kurdo herdem li rehetiya xwe geriyaye û jin jî herdem bextewar bûye ku bibe cihê rehetiya Mêrî.

vê şaş fêm nekin û nebêjin ku ev tê wateya ku jinên kurdan bindest in. ev li hemû dinyayê wisa ye û herdem jin dixwaze ku mêr rehetiyê li ba wê bibîne.



28.12.2013 17:05 | dijber

6. kihêla mina gerdengaz.

(bnr: di nav kurdan de erotîzm)



03.01.2014 00:05 | ceso

7. ez xulam çavÊn kilkirî

ji şevê tarîtirî

wan birhên qelemkirî

wî destê hinekirî

wê pora boyaxkirî

yarê tu ji min dûr î

lê xwezika tu dosta mi ba

ez sax û hê nemirî..



03.01.2014 02:54 | zero

8. helawa têr kakilê



di straneke bi navê lê gulê bi vî rengî wesfê gulêya dergistiya xwe didê yê ku stran çêkirî, koma zerdeştê kal dibêje.. versiyoneke din ya vê stranê jî mihemed arifê cizrawî dibêje, di wir de jî dibêje hinara têr kakilê *



07.07.2015 04:30 | endazer

9. qazê

kirka wê wekî ya betê

tu hem gulî hem rihanî

tu him derdi him dermanî

dara rime/

dara hewrê

rihan

xezal

kara xezala

kevoka nav çadira

werdeka digoloda

kulîlka azadîyê /vbnr: gurnî gamêş)a bindestîyê)

gulamin

gula sor

şêrînamin







07.07.2015 13:10 | shorbevan

10. (bnr: meş werdekê)



07.07.2015 13:47 | ceso

11. "Hey min go memik hêkê ser hêlînêê" [heyran jaro]



30.08.2016 10:25 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» folklora kurmanca
» kurdîkirina evernote

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî