Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    sêva qeşartî - tirşik
    sêva qeşartî
    (2) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. biwêj û teşbîheke kurdÎ ye.. ji bo wesifandina jinên çê û spehî û levhatî tê bikaranîn.. bêtir ji bo jinên reng sor û spî tê gotin.. wekê her sêveka hatî qeşartin an spîkirin piştî demekî tê xwarin..



    2013.10.10-16:58 | endazer

    2. Di hevokê de

    "Wey maşela, wey maşela hey xwedê bihêle, weke sêveke qeşartiye."



    Di helbestekî de:

    (bnr: li benda te me)



    Delal li benda te me

    Dil dicirife bi xeme

    Di telde de ez veşartî

    Weke sêva qeşartî

    Were ez xwe diyar kim

    Evîna hêsîr rizgar kim

    Bajar li min teng bûye

    Jiyan jî bê reng bûye

    Hêlîna min nivîna teye

    Rengê min dîtina teye

    Dil mîna çivîka li heje

    Ba lê naxe diheje

    Can û dil mulkê teye

    Avdan jêre hewceye

    Tu hebe ez jî heme

    Delal li benda teme



    Şîretê Şado

    05-02-2015



    2015.03.01-19:59 | xendekî

    3. têkiliya peyva qeşartin (spî kirin) û peyva qerqaş bi hev re heye bawerim..

    (bnr: qerqaş)



    2017.12.11-13:44 | hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » şeva hinê
    » qeşartin

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî