Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdistanbul - tirşik
kurdistanbul
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûka helbestan ya şivan zeren e.. di bernameya çandiyarê ya vê hefteyê ya ku li ser televîzyona hayatê ji aliyê fehmi ışık ve tê birêvebirin û pêşkêşkirin de mêvan şivan zeren bû û mijar jî kurdistanbul bû.. heçiyê dixwaze dikare ji lînka jêr darî qeyda temamê bernameyê bike:





11.10.2013 01:15 | endazer

2. îro rast lê hatim. me vê pirtûkê li malê dît lê me nedizaniya çawa hatiye vir. paşê derket holê ku mêvaneke me li vir ji bîr kiriye. neyse, min hinek çav lê gerand û xwend. lê mixabin ez bixwe nikarim bibêjim ku serkeftî ye. ji ber ku helbest ne weke helbestan lê weke nivîsên normal hatine nivîsandin. ez ne behsa tunebûna kafiyeyê dikim, jixwe li tiştek wisa nagerim lê rengê helbestan jî hema bêje qet pê re tune ye. weke mînak ma helbestek de di nav parantezan de nivîsandina tiştên weke vê hatiye dîtin:



"...

û pê re bayek sar xwe li newqa gewriyê dipêçe

(bi îskeîska ezmên û gurmîniya ewran peşkên baranê hêdî hêdî rûyê axa qeraç avreşandî dikin..)

simîtfiroş

wekî kalemêrekî

ji kelegerma havînê behecî

pal dide ber siya dîwarekî

û cixareyekî bipêçe

...."



ji helbestekê zêdetir dişibe texta senaryoya şanoyekê...



13.10.2013 23:42 | simurg56

3. dEMA MIN EV PEYV BIHISTÎ REPLÎKEKA FLÎMÊ VÎZONTELEYÊ HATE BÎRA MIN. dI WÊ REPLÎKÊ DE YEK DIBÊJÊ YILMAZ ERDOĞAN KU RADYOYA BI WÊNE HATIYE GUND (YANÎ TELEVÎZYON) . YILMAZ ERDOĞAN JÎ DIBÊJÊ ''ŞEREFSIZIM AKLIMA GELMIŞTI''. yANÎ BI ŞEREF RADYOYA BI WÊNE HATIBÛ AQLÊ MIN. eV ÇEND SAL BÛN KU PEYVA KURDISTANBUL DI AQLÊ MIN DE BÛ LÊ MIN NEDIZANÎ KA EZÊ ÇAWA BIKIN KU HERKES VÊ PEYVÊ BIBIHÎSÊ. bELÊ BIRAYÊ ŞIVAN BI NAVÊ PIRTÛKEKA XWE EV TÊGEH BERBELAV KIR Û PATENTA VÊ TÊGEHÊ XIST E DESTÊ XWE DE..



31.01.2014 01:52 | nan û av

4. min jê çend beş xwendin lê ya rastî min fêm nekir ku bê ka dibêje çi bila şivan zeren dilê xwe li min negire belam mariv nikare jê re bibêje helbestvan bi ya min pir lezandiye hê nepêjiyaye xwezî demeke sebr bikirana wê baştir dibûn



31.01.2014 02:25 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistanbul

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî