Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
cejna qurbanê - tirşik
cejna qurbanê
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yek ji cejnên dînê îslamê ye ku vê cejnê de 2. tişta ku me herî zêde jê hez dikir, weke nuqteyekê xwîna qurbanê li nîvê nava eniya xwe xistin bû. bêguman ya herî xweş, berhevkirina şekiran bû.



11.10.2013 21:07 | simurg56

2. Wele qardasim ev cejin jî û hemû cejnên olî jî, cejnên teqteqokan e(patpat) li amedê ma cima hûn xwar rûdênin û xwar diaxivin? carekê jî xwar rûnên û rast biaxivin bimbarekno..!



12.10.2013 14:20 | dîno

3. li cizîrê jê re eyda haciyan tê gotin..



12.10.2013 18:22 | endazer

5. cejna buye sedema betlaneya 9 rojan.



13.10.2013 22:28 | azadixwaz

6. bi kirdî/zazakî: roşanê hecîyan yan zî roşanê qurbanî



13.10.2013 23:59 | kurdane

7. cejna dînê îslamê ye. li ser bingeha cîroka brehîm pêxember tê pîroz kirin: xwedê (biborînin: allah) ji brehîm re dibêje kurrê xwe bo min bike qurban, wî serjê bike; xwelîserê brehîm jî dixwaze vê fermana xwelîser pêkbîne û kurrê xwe serjê bike. kerê datîne ser qirika kurê xwe û berî ew serê kurê xwe jêke, allah jê re dibêje "stooooop". kêfa xwedê gelek hat ji ber ku brehîm gurra wî kir û lewma jî rehm ket dilê allah û ji brehîm xwest ku li şûna kurrê xwe berxek serjê bike weke qurban. ji bo pîrozkirina vê stûxwariya brehîm li ber allah, îro cejna qurbanê dikin, ango hemû tişt tenê ji ber ku kesekî xwestibû kurê xwe serjê bike. .
xwelî li serê we û li felsefeya wan be, di ser de jî dibêjin dînê ezîdîyan pir ecêbe û dûrî eqile. weqqqqqqq, vereşşşşşşşş



24.09.2015 23:00 | hola êzîda

8. (bnr: eyda mezin)

(bnr: îda mezin)



24.09.2015 23:02 | dijber

9. cejneka ji alî misilmanade tê pîrozkirin, îda ji bû xwedênegiravî misilmanên tirk qurban jêbikin û goştê wî bibin têkin dolabên bûzê an bibin bidin weqfa mihemedcîkê.. belî xwedê qebûlneke û ewê neke jî ger qebûl bike ez xwedantîya wî qebûl nakim em di serîde bazara xwe bikin.



25.09.2015 01:20 | shorbevan

10. cejnek çandî ye. di quranê de behsa vê cejnê nayê kirin û behsa serjêkirina qurbanê jî nayê kirin. yanî çîroka ku li jor behsa wê hatiye kirin ku qaşo wê pêxember kurê xwe bikire qurban fîlan hemû derew in û tu bingeha wan di quranê de tune.



lê tabî zanyarên me yên ku di her tiştî de delîl û çavkniyan didin, dema mesele bibe îslam tenê edetên civakî weke çavkanî didin û rexneyên xwe li ser vê bingehê ava dikin.



welhasil, çîroka qurbankirina zarokê xwe bêbingeh e. û cejna qurbanê ne cejnek olî, lê cejnek çandî ye. pîrozkirina cejnek wisa, li gorî îslamê ne qedexe ye lê ne ferz û tiştek din e jî. serjêkirina heywanan ne guneh e lê belavkirina goştê wan baş e û xêr e.



25.09.2015 10:54 | simurg56

11. Mirov qurbanêk kari bike 3 behr. Yek ji bo feqîr û jara ye. Ya dûyê ji bo cîran û xizmê mirovî ye. Ya sêyê jî ji bo mala xwe dikari raki. Mirov çiqas feqîra re bibe alîkar gelek baştir e.



25.09.2015 18:36 | behdînan

12. Cejna ku îsal jî bû sedema rijandina xwîna heywanan. Lê me têr qelî xwar haa *



25.09.2015 20:17 | brusk56

13. cejna ku her sala dibe sedema şerê misilman û heywanhêzan *



ez vê meselê da pişta mislimana dikim.

pii qey em goşt jî nexwin?? !



05.09.2016 11:41 | bûtîmar

14. cejna a 2016 îroye hinek dereng li we hat pîrozkirin îdare bikin, em hevî dikin nebe sedema aşitiyê biratiyê.. *



12.09.2016 14:13 | shorbevan

16. Cejna ku îro tê pîroz kirin.
Cejna we tirşikvanan ya qurbanê pîroz dikim.



21.08.2018 10:10 | xelîl

17. Roşanê heme way û birayan, dat û datîzayan, xal û xalîzayan, dûr û nizdî heme merdiman, heval û embazan, nas û dostan bimbarek bo.



20.07.2021 10:40 | kajav

18. birastî jî cejna herî îslamîye, cejna tirsikvanan misilman pîroz dikim



20.07.2021 10:41 | doesntmatter

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» cejna gaxandê
» qurbanê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî