Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ilber ortaylı - tirşik
ilber ortaylı
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. dîrokzanekî tirk e. di peyvekî xwe de karaktera xwe ya şovenist derxistiye holê.



dema xwendinê nûçe dibe ku dilê we bixelîne:



http://haber.gazetevatan.com/sen-kendi-dilinde-konusacaksin-diye/575968/9/siyaset



13.10.2013 00:28 | biruya hayao miyazaki

2. Yek ji dîrokzanên navdar yê tirk e. Berê serokê seRaya topkapî yê bû. Bi deh duwazdeh zimana dizane. Ev rêzepirtûkên wî î ku van salên dawî derketine/diderkevin bipiranî weke hevpeyvîn, suhbet û şitexaliyê wî ne ku di dem û cihên cihê cihê têne qeyd kirin û hatine çapkirin pênc peran nakin.



13.10.2013 03:05 | seydayê_peyvan

3. kereke ji serkerên tîrkan e ku wextekê gotibu di ezmunên zanîngehan de li kurdistanê mamoste alikarî li xwendekaran dikin û ji ber wê pêşketî dibin û divê pêşî li vê yekê bê girtin. tenê bingeha vê gotina wî de jî faşîstbuna wî hebu.



13.10.2013 12:05 | azadixwaz

4. 25 zimanan dizane lê hemûyan bona fikrên xwe yên şoven bikartîne.



13.10.2013 13:00 | mem alan

5. kereke ku barê wî pirtûk e, ye.



13.10.2013 13:42 | azadixwaz

6. (bnr: îlberê lêvdîlber)

(bnr: dilber dudaklı ilber)



08.12.2013 00:19 | xurufi

7. ceynika serê min jê diçe..

ez li dijî tundûtujiyê me lê kerên wekên îlber tepetorek lêdan heq dikin..

wextekî gotibû, di dema ezmûna têketina zanîngehan de, ji ber ku dewlet nikare ewlehiya ezmûnê dabîn bike, xwendekarên kurd bi riya kopyayê, di zanÎngehên baş de mafê xwendinê qezenc dikin..



16.06.2014 18:07 | endazer

8. kesê ku di derbarê de hezar caps hatine çêkirin. çima ji bo capsan ev qas bû popûler nizanim lê capsên di derbarê de têra xwe xweş in.



16.06.2014 18:59 | brusk56

9. (bnr: pozbilind)

ji ber ku di dersên xwe de heqaretê li xwendekaran dike û wan nezan dibîne vêca xwendekarên Wî jî bi capsên curbecur tinazên xwe pê dikin. yek jî va ye Here lînkê



17.06.2014 00:19 ~2015.07.15 11:31 | ceso

10. maarri/72105



15.07.2015 00:12 | ferhenga şikestî

11. xwedênegravî dîrokzanekîye çavê kerê nerije. dîroknaskî tirk bi texmîna we ewê çewabe? ewê virek be û dîroka bêje û binivîsîne ewê virbe helbet.



15.07.2015 00:33 | shorbevan

12. behsa kurdên bakur gotiye nezanin, hay ji dîroka xwe nînin di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya cumhuriyetê de, kêfa min jê re nayê, lê di vê tesbîta xwe de ji vir heta cem xwudê mafdar e. ji bo kurdên rojhilat jî gotiye, baştirîn midûrên mûzexaneyên heta niha min nas kirine, kurdên ji rojhilat in û behsa kurdên başûr jî gotiye hay ji dîroka bav û bavpîrên xwe hene. Here lînkê



29.08.2016 01:18 | endazer

13. Camêr rast gotîye Kurdên Bakurê hay ji bavê tunne



29.08.2016 21:10 | pîjelaqo

14. di hindek tespîtên ku di derbarê kurdan de dike xweyîheq e.
mesela tê bîra min carekî xwendekarekî kurd jê re gotibû hûn çima ecdadên xwe mezin dikin.
aniha ez difikirim, law çi îşê te pê heye? ecdadê xwe mezin dike ew zane, mezin nake ew zane. çi bi te ketiye? tu li halê xwe binêre. tu ecdadê xwe mezin bike. te çi pê heye?

camêr dibêje kurdên bakur nezan in ji kurdên bakur ji xeynî mehmed emîn bozarslan entelektuel an rewşenbîrek derneketiye. ma derew e? camêr dibêje ew ê ku zimanê xwe nizanibe ji bo wî miletî nikare bibe ramanger û rewşenbîr, ma derew e?

carekî jê re gitobûn tu fêrî ewqas zimanan bûyî lê çima fêrî kurdî nebûyî? gotibû tu pêdîviya min bi kurdî çênebû dê çênebe jî. ji ber van gotinan kurdên me yên ehmeq xwe dîn û har kirin. law kêfa min jê re nayê lê derew e? meriv çima ji dîrokzanekî re bêje tu çima fêrî kurdî nebûyî? ma bi kurdî çend hezar belgeyên dîrokî hene? Kurdî, zimanê fermî yê çend dewletan e? çend berhemên edebî yên mûhîm ên kurdî hene? camêr çima fêr be? li bakur belkî jî ji 25 mîlyon zêdetir kurd hene ji wan ancax 3 hezar kes dikarin kurdî bixwînin-binivîsin. hê ew bixwe fêrî zimanê xwe nebûye lê diçe jê re dibêje tu çima hîn nebûyî.

not: têra xwe îmana min jê diçe!



23.12.2019 01:48 ~12:37 | ferhenga şikestî

15. gava li amerîkayê dibêjin reşik nezan in, tev di îş û karên pîs de ne, Martin luther king gotiye: heger rêvebirên spî nehêlin amerîkayiyên reşik herin mekteban û pê de pê de wan krîmînalîze bikin dê çawa bibin zana û xweyî îş û karên baş?

sermesel kurd jî eynî wisa di çerxa tirkan de eciqîne û îro navê wan bi nezaniyê belav bûye. ka rewşa kurdên bakur û perçeyên din meriv çawa dikare bide ber hev? û vê teşqeleyê jî îlber efendiyê tirrek ku qaşo dîrokzan e, bi awayekî qirêj dike mijara şîretan.

tiffî li qilafeta wî û yên ku pesna gotinên wî didin!



04.09.2020 05:02 | tizbîkêş

16. Îlber Ortaylı: "Nijadeke bi navê "kesên ji tirkiyeyê" tune ye, tirk heye.".

ew berhevkirinê qirimê ye. Ew li Avusturya ji dayik bû. Û dibêje li tirkiyê kurd, faris, ereb û ermenî tune, tenê tirk hene. Em ji kesên çewt re dibêjin profesor. xwelî li serê me.

jêzêde:
Pir hêdî diaxive û axaftina wî mirovên din aciz dike. Mirovekî kemalîst e.



19.04.2023 16:13 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ilber ortaylı

Kategoriyên mijarê:: dirok niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî