1. Nvîskarekî kurd e. Ji colemêrgê ye. Demekê rojnamevanî jî kiriye. Niha li ser folklora kurdî dixebite û dinivîse. Her wiha li ser klasîkên kurdan edîsyon krîtîkên wî, weke feqîyê teyran, melayê bateyî ûhwd weşiyane. Tiştê ez zanim gelek xebatên wî li ber çapê ne. |
|
13.10.2013 02:52 |
seydayê_peyvan
|
2. ew kes e ku di dîwanekê de, ku wekîlên akpê û walî malî lê bûn, ji bo enstîtûya zimanên zindî gotibû "hûn bi vî navî dixwazin bêjin 'enstîtûya zimanên ku me nekarî bikujin'".. |
|
13.10.2013 03:10 |
gordereş
|
3. berê li ser twitterê gotinên xweş û bijarte yên ji folklora kurdî ya ji derdora colemêrgê belav dikirin.. lê welê texmîn dikim ku di buxçika de tiştek nemaye ji mêj de ye pêjn jê nayê.. |
|
13.10.2013 12:57 |
endazer
|
4. hadîseke qûtsî heye dibêje: yê qezenc dike hezkiriyê xwedê/xûdê yê. |
|
14.10.2013 00:47 |
dîno
|
5. min di pêşgotineka klasîkeka kurdî ya bi amadekariya m.xalid sadinî ji nav weşanên nûbiharê de derektibû de xwendibû.. digot ku camêr pirraniya klasîkên amade kirî di hebsê de amade kirine.. ji wê rojê ve ji min re bûye xem û mereq bê ka çima ketiye di hebsê de ji ber ku camêr kesayetek zêde siyasî jî naxweye.. |
|
14.10.2013 21:38 |
endazer
|
6. ligel müfid yüksel di trt kurdî de bernameyek bi navê çanda qedîm çêdike û pêşkêş dike, min darî beşeka bernameyê ya li ser binemala barzaniyan kir, gelekî kêfa min jê re hat, belkÎ biçekî bi tesîra mêvanê bernameyê, edîp çelkî be, ji ber ku hem axaftina wî gelekî xweş û rewa bû, hem jî ji her aliyekî ve serwextî mijar û naveroka bernameyê bû.. |
|
01.05.2015 14:48 |
endazer
|
7. di bernamay xwe de nahêle mêvanên wî biaxifin ew jî hevalê wî mufîd jî heyran nexwa bakî kesî nekin ka ji xwe re hinkî bêdeng bin of of |
|
02.05.2015 17:34 |
tivirloismail
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |