Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; medya kitabevî
peyamên çepikkirî

52937. zarokek pênc-şeş salî bi bavê xwe re li pirtûka dinere û di nav wî û bavê wî de bi kurmanciyek zelal axaftin derbas dibe. ez, li deverekê wek stenbolê bi hisandina kurmanciyek xwezayî ji zarokekî delal, şaş mayî guhê xwe didim wî.



ji aliyekî ji (kurmanciya) xwe fedîkirî, ji aliyekî bi ditîna vê mînakê kêfxweş û ji bo pêşerojê hêvîdar; di wê odeya biçûk de ez bi nerîna pirtûkan xwe dilibikînim. da ku ez wê kurmanciya ji devê zarokekî, zêdetir guhdar bikim.



axir, piştî bîstikekê pirtûkên xwe hilbijartin. kêfa apê selahattin jî ji kurik re hatibû. çend pirtûk diyarî wî kir. zarok bi hişyariya bavê xwe spas kir: "Spas dikim apo."



piştî ku derketin, min jî pirtûkên ku ji zû de min neqandibû kirî û ez derketim.



pênas: pirtûkfiroşa ku bêhna zimanê kurdî jê tê.



jêrenot: ji wî bavî (û helbet ji dayikê jî) re helal be, û xwedê emrê wî zarokî dirêj bike.



18.06.2013 18:49 | simurg56

53030. Rûpelê facebook ev e.

https://www.facebook.com/MedyaKitabevi?fref=ts



Ev ji habek hevpeyvînî Selehattin Bulut e bi Al Jazeera re. http://www.aljazeera.com/news/middleeast/2014/11/kurdish-bookshop-turns-page-dark-past-20141115135442836413.html



29.06.2013 03:20 | endazer

108156. Keşka xalê silheddîn caféyek jî ava bike.
(bnr: book cafe). Ye baş biba.



01.06.2013 01:27 | simurg56