Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    Grass: A Nation's Battle for Life - tirşik
    Grass: A Nation's Battle for Life
    (3) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. navê fîlmeke merian c. cooper e ku ew bixwe jî vê fîlmê de lîstiye û heman demê de ev camêr derhênerê fîlma king kong e.

    wateya navê fîlmê "çîmen: berxwedana gelekê ya ji bo jiyanê" ye.

    fîlm sala 1925an de hatiye kişandin.

    fîlm li çiyayên zagrosê hatiye kişandin û behsa jiyana gelê vê derê, yanî gelê kurd dike.

    derbarê naverokê de jî li vir hinek agahî hene: http://www.sinemadicle.com/index.php/kurt-sinemasi/547-ilk-kuert-filmi-grass

    eslê xwe de ji fîlmekê jî zêdetir belgefîlmek e.



    ev fîlm weke yekemîn fîlma kurdî nikare were nirxandin lê îhtîmalek mezin yekemîn fîlma li ser kurdan e.

    ku peydakirina wê pêkan be, gelekî meraq dikim û dixwazim temaşe bikim.



    2013.10.14-12:39 | simurg56

    2. car le caran min ew filma peyda kiribÛ we bi tesadÛfekÎ min ew pe bavÊ xwe dayibÛ temaşa kirin... işte ew çaxt wa çaxta ye, her ko ez diçim welatÊ xwe, cem dÎ Û bavÊ xwe em wÊ filmÊ dÛbare hemû family temaşa dikin.

    bavÊ min hesreta zemanÊn berÊ dikşine, her temaşa dike dibeje em jİ wusa bûn, em jÎ wusa diçÛn ser çiyan, falan filan. işte wa filma ew filma ye... 



    2013.10.14-12:52 | cinorek

    3. yek jÎ di filmÊ de heyder xan'ek heye ko tam Û tamÛne axayek e. hemÛ nation ji bo wÊ dişixule...



    2013.10.14-12:54 | cinorek

    4. ku hinek camêr û xêrxwaz vê fîlmê li înternetê bar bikin, belkî bibe fîlma ku tirşikvanan dawîn temaşe kiriye.



    2013.10.14-13:07 | simurg56

    5. li gorî agahiyên min li çavkaniyên biyanî xwendine, fîlmê de gelê ku jiyana wan hatiye vegotin gelê Bextiyarî e ku zimanê wan bextiyarî ye ku lî gorî wikipediayê ev gel li navbera şarî-kurd û loristanê dijî û zimanê wan nêzikî lurî ye û zaravayên jêrîn yên kurdî yên kelhurî û lekî ye.

    malpereke derbarê wan de li vir e: http://www.bakhtiaries.com. îhtîmalek mezin vê malperê rahim an jî nevîyên wî saz kiriye, hûn ê li jêr bizanin ka rahim kî ye *



    belgefîkm derbarê goça 50.000 mirovên bextiyarî ye ku bi 500.000 heywanên xwe hewl didin ku ji çiyayên asê xwe bidigînin çîmenên/zozanên havînê. ku ser riya wan çolên asê, çiyayên berfîn û rûbarên hov hene.



    bi taybetî behsa sahneya ku 50.000 mirov û 500.000 heywanên wan bi kelekên ji çermên bizinan çêkirî, derbasî aliyê din yê rûbarê dibin, tê kirin. oha, min gelekî meraq kir.

    derhênerên fîlmê, vê berhemê de qet bandor li jiyana wan nekirine û tenê di vê rêwitiya wan de, bi wan re bûne û wan temaşe kirine.



    berî kişandina vê fîlmê ne cooper ne jî schoedsack fîlm nekişandine. cooper çav li nexşeyên American Geographical Society digerîne û ji bo kişandina fîlma xwe, li cihek digere û kurd û kurdistan bala wî dikişîne. û biryar dide ku li vir fîlm bikişîne. (peyvên kurd û kurdistan aîdê wan e)



    pêşîn tên stenbolê û li vir ji wan guman tê kirin ku ajan an jî tiştek din in. ji ber vê yekê li vir gelekî wext wenda dikin. axirê, destûr didin wan ku herin bexdayê. bi erebeyeke ford diçin bexdayê û di rê de rêwitiya bextiyariyan dibihîse ku ji çiya û rûbara karun derbas dibin... li ser vê yekê biryar didin ku tevlî vê meşê bibin. (plana wan ya ewil ji vir heta çînê çûyîn e)

    diçin, li kesê bi navê haydar xan re hev dikin û tê qebûlkirin ku beşdarî vê meşê bibin.



    lawek bi navê Rahim ku perwerdehiya rojavayê li amerîkayê xwendiye û ew bixwe jî bextiyarî ye, derbarê vî xelkî de agahî dide wan û dibêje ku ev mirov "tu tiştê ku ew li amerîkayê hîn bûye, naxwazin û tişta ku dixwazin mêrên bihêz û kêrhatî ne û ji vê rêwitiyê hez dikin, ji razana ser erda hişk, xwarina li ber êgir û ji şerê bi kerwanên din re, hez dikin. (vê navberê de bi vî lawikî re afyonê dikişînin, ez bawer im ji meseleya weke ya di fîlma "dema hespên serxweş" de, ye.)

    rahîm, ku wê pêşerojê de bibe serokê vî gelî, ji cooper re dibêje ku eslê xwe de ew bixwe dixwaze here û li broadway'ê bijî, here tiyatroyan, dansê bike û bi keçikên bedew re be. û ji cooper re dibêje ku bixwaze dikare were û li şûna wî bibe patronê vî gelî û ew jî dikare şûna wî here û li broadwayê dansê bike.





    her çiqas riyek ji vê riya asê, hêsantir heye jî, haydar xan naxwaze vê riyê û her dem ji vê riya dijwar derbas dibin. şefê komê amîr jang dibêje ku mêrên wan weke "hirç" tên nasîn û ew şîrê tirş vedixwin (dew?) û tenê berûyan û goştê berxan dixwin.



    cooper û hevala wî ya jin Harrison jî xelkê bextiyariyan çawa jiyabe, wisa jiyane. tenê li pêşî û paşiya kerwanê çadirek hatiye danîn û tenê harrisonê kariya çadirê de razê, ew jî ji bo parastina cîhazên kamerayan...



    nivîsê de tê gotin ku derhêner xwediyê wegêrek bûn lê ew jî hinekî hînî îranî bûne. li vir şûna behsa kurdî behsa îranî tê kirin. çima nizanim. ez bawer im dîsa şaş-fêhmkirinek e. lê li jor jixwe behsa kurdan û kurdistanê hatibû kirin.

    cooper û hevalê wî tenê hînî gotina "nenêre" bûne, ew jî ji bo kes li kamerayê nenêre *



    piştî vegeriyane amerîkayê, hinekan ji wan bawer nekirine û îdîa kirine ku wan vê fîlmê li kalîforniyayê kişandine û dawiyê de fîlmê weşandine.



    berga fîlmê ev e: http://amirezati.persiangig.com/image/Grass.jpg

    çavkaniya agahiyên vê nivîsê de: http://www.foreignmoviesddl.org/2010/04/grass-nations-battle-for-life-1925.html



    ûûûû oha vaye min fîlmê dît: http://www.youtube.com/watch?v=zxWhlwsb7Es

    lê ji ber ku kotaya înterneta min ya telefonê gelekî kêm e û ne li mala xwe me, nikarim temaşe bikim.



    ev fîlm weke yekemîn belgefîlma dinyayê jî tê zanîn.



    cooper aha bi saya vê fîlmê karîye bikeve hollywoodê û pê re fîlma king kong dikişîne. îhtîmalek mezin li ser fîlma king kong, bandora jiyana kurdan gelekî mezin e. ku mirov rêwitiya ku diçe wargeha king kong difikire, ev yek tê bîra mirov.



    piştî kişandina fîlmê ji bo ku vegerin amerîkayê, neçar in ku ji tirkiyeyê derbas bibin. lê wê demê jî serhildana şêx seîd heye. ger bibêjin ku ev fîlm derbarê kurdan e, wê bêguman tirk dest danin ser vê fîlmê. ew jî, derewek dikin û dibêjin fîlmê de ne kurd lê îranî hene. bi vî awayî dikarin ji tirkiyeyê derbas bibin. ji ber vê yekê jî hinek bawer dikin ku bextiyarî faris in. lê belê ne wisa ye, ew kurd in.



    fîlm nêzikî 70 deqe ye û bêdeng e. yanî diyalog tune. tê de tenê mûzîkên kurdî hene. straneke tirkî jî tê de heye.



    2013.10.14-14:26 | simurg56

    6. filma ku piştî ev qas reklamên wî, ez ê Îşev guhdarî bikim e .



    2013.10.14-18:48 | brusk56

    7. min aniha li vê fîlmê temaşe kir. ji ber ku min ji youtube daxistibû qalîteya wê zêde ne baş bû lê dihat temaşekirin. îhtîmalek mezin versiyonên çêtir hene.



    û ji ber ku min bi dê, bav, mam û hwd. re temaşe kir, min beşên li tirkiyê û iraqê derbas kir û rasterast beşa li ser kurdan, vekir.

    bi rastî jî belgefîlmeke gelekî bandorker e û zor û zehmetiya wî demî, dijwariya cografyayê têra xwe baî nîşan daye. li hinek sahneyan bi rastî jî em gelekî şaş man û belgefîlmên li ser bîzonên efrîkayê hatin bîra me.

    fîlmê de axaftin tune. tenê mûzîk heye. piraniya mûzîkan jî bêgotin e.

    ku mirov vê berhemê li gorî şertên wê demê, binirxîne, bi rastî jî kareke gelekî serkeftî ye.

    bi taybetî, dê û bavê min jê hez kirin û rojên berê anîn bîra xwe.



    ji bo vê xebata wan zêde zêde spasiya xwe ji derhêner û ekîba derhêner dikim. destên we sax bin.



    2013.10.14-21:06 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîskarên kurd yên bi tirkî dinivisin [1]
    ji berê de rewş wisa ye mixabin. di serdema klasîk de jî niviskarên wi...
    serayê [1]
    tê gotin ku seraya keça mamed axa qet ne xweşik bû û ji ber vê tu mêr ...
    tu bêtir hej diya xwe dikî an bavê xwe [3]
    pirsa ku keça min ya 2.5 salî jê re bersivek gelek xweş dîtiye;
    ...
    hinara dawî ya dinyayê [1]
    ev sehneya di hinara dawî ya dinyayê de kir ku ezê careke din (vbnr: t...
    şahînê bekirê soreklî [1]
    çîroka marquez ya tenahiya sedsalî çi bi min dabe hîskirin, ev çîroka ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » Grass: A Nation's Battle for Life
    » battlestar galactica
    » forrest gump
    » life hack

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinemaflm dirok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî