Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
îtalya - tirşik
îtalya
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. WELATEKÎ ewropa ye. ez di zaroktiya xwe de SAYA ROMANA cuore* wê NAS KIRIbûm. ev pirtûk îtalyayê perçebûyî bi zimanekî miletperestî û îdealîst dide ber çavan.

dema navê îtalya dibihîsim, navê ferzan özpetek Tê bîra min KU fîlmên ev DERHêNER piranî qala geyan e.



14.10.2013 13:43 ~2017.04.19 19:52 | biruya hayao miyazaki

2. dema dibêjin îtalya, ciao bella (çaw bella) û antonîo gramscî tê bîra min



14.10.2013 14:31 | alasor

3. ji bo min the grandfather e.. û kîşwera behra spî û keçikên sûret-mînyon e..



14.10.2013 21:32 | endazer

4. keçik û jinebiyên li ber dora tenûrê yên wekê pelin batuyê gelekî pesn u wesfê mêraniya mêrên îtalî didin.. pelîn xanimê carekî di axaftineka xwe de gotibû mêrên îtalî dema dev diavêjin mirov wekê ku Îltîfatan ji mirov re bikin yanî pesnê mirov bidin dev diavêjin.. muhsînê me yê colemêrgî jî carekî di hevpeyvîneka xwe de gotibû ez xwe di nav nivînan de wek mêreke îtalî hîs dikim..



26.10.2013 22:36 | endazer

5. Bajarekî mêrdînê ye...



26.10.2013 23:09 | devliken kelogiri

6. piştî fransayê duyemîn dewlet e ku difikire alîkariya leşkerî li kurdistana başûr bike. hê kurdistan nebûyî serbixwe, helwesta dinyayê ev e. nexwe ger kurdista bibe serbixwe, wê bidestxistina çekên giran û hewayî, wê qet ne zehmet be.



11.08.2014 12:40 | simurg56

7. nuha min ji nûçeyekî bbc-tirkî bihîst ku di sala 1998ê de dora 200 kurdên tirkiyê bi tevahî koçî bajaroka riaceyê ya îtalyayê bûne, ji ber kîjan sedemê îltîca kirine nehatiye gotin. seroka şaredariyê ya vî bajarî domenico lucano bi riya van alîkariyên xwe ya koçberan a kiriye polîtîkaya şaredariya xwe, îsal ketiye lîsteya 50 kesên herî bandorker a kovara fortune. serok malên kevn ên hatine terikandin daye bikaranîna koçberan. li gorî derfetên bajarokê kar jî dane. lê belê li gorî gotarê ya bi îmzeya övgü pınar hatiye weşandin, piraniya wan kurdan ku wê demê hatibûn riaceyê, dawiyê çûne almanyayê. ji xwe tê gotin ku riace di herêmeke gelek hejar de ye. qey sedema terikandina wê ev e. gotina dawî, helal ji ew zilam re be.



Here lînkê



02.04.2016 19:47 ~19:50 | biruya hayao miyazaki

8. Welatê ku ji ber vîrûsa korona wan rojên dawî di rewşekê pir xirab de ye. Her roj bi sedan kes dimirin û bi hezaran kes nexweş dibin. Jixwe wan salên dawî rewşa ekonomiya wan jî nebaş bû êdî nizanim ew ên çi bikin.

Herwiha nifûsa wan jî pir pîr e. Û zayokî pir kêm e. Îtalya di Salên 1950î de bi nifûsa xwe yê nêzikê 50 mîlyon kesî yek ji welatên herî mezîn ya dinyayê bû. Vê caxê nifûsa tirkiyê tenê 25 mîlyon bû. Here lînkê
Di 70 salan de nifûsa îtalyayê tenê 10 mîlyon kes zêde bû.
Lê ya tirkiyê 60 mîlyon (!).
Niha;
~Îtalya 60 mîlyon
~tirkiyê 85 mîlyon

Ez tew behsa nifûsa nijeryayê nekim.



17.03.2020 21:25 | cinorek

9. bo gerînê welateke pir pir xweşik e. zêde ne buha ye. di navenda bajarên mezin de pîza margerîta 8-12 ewro ye. li bajarokên biçûk dibêjin margerîta bi 3 ewro, şerabên malê bi 3 ewro û gelek tahmxweş û bi porsîyoneke mezin hene.

îtalya xwediyê bajarên navdar wek roma, florensîya (florence), napolî, venedîk (vênîsiya) û mîlano ye.

avûhewaya li wir, a behra spî ye. xwarinên wan ku herkes pê dizane, pîza û çil cureyên meqerne ((bnr: pasta û makaronî)) lê dîsa jî kesên qelew di nav wan de pir hindik in. wekî din li îtalya çi heye: qehwe, rûnê zeytê, nanên xweşik, şerab, kulîçe û şîranî; opera, avahîsazî, peykersazî, mûzexane, galerî û hwd.

xelkê îtalyayê xelkeke şaristanî, kubar û sekan e. bê teşqele dijîn. nijadperestî bi wan tune ye an jî pir hindik e. bêhnfireh û bixwebawer in. ma çawa nebin? gava tu dibêjî ronesans, îtalya tê bîra te, di nav îtalyayê de jî bi taybetî florensîya. (bnr: hunermendên ronesansê)

gava tu dibêjî florensîya, hunermendên wek mîkelancelo, botîçelî, Leonardo da vîncî, donatelo, dante û herwiha kesên wek Machiavelli, Galîleo tê bîra mirov.

bo jiyînê welatekî çawa ye, bo bersiva vê yekê divê mirov lê bijî qasî çend mehan an salekê.



28.01.2023 20:25 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» îtalya

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî