Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 12 peyam
    zero - tirşik
    zero
    (10) (0) ecêb (0) (14)
    di mijarê de bigere

    1. di îngîlîzî de sifir yanî bafon *û di tirşikê de jî nivîskarek e.. bi kurmanciyek xweş dinivîse lê kêm dinivîse.. wêneyekê xwe yê şayîk û levhatî di profîla xwe ya tirşikê de parve kiriye.. di tirşikê de popûlasyona keçên xame û jinebiyan kêm e mixabin.. min bi vî.. neyse.. *



    2013.10.14-22:10 | endazer

    2. navê keçika cinara me ye pîîî...!



    2013.10.15-01:08 | dîno

    3. bêguman bi wî tirşik bûye ciheke xweştir û dewlemendtir.. nivîsên wî yên li ser krîtîka nivîs û nûserên kurdî hêjayî xwendin û behskirin û pesindanê ne..



    2013.10.27-17:02 | endazer

    4. nivîskarê ku hemşeriyê min e, ji dihêye .

    Di Sibata sala 1992’an de li Sêrtê çêbû. Eslê xwe ji gundê Şawiraya Botanê ye; li Zanîngeha Sêrtê xwendekarê beşa Mamostetiya Seretayî ye. Di heman demê de bi helbest, çîrok û şanonûsiya bi kurdî ve mijûl e; di sazî û dezgehên kurdî de xebatên xwe didomîne. Nivîs û helbestên wî di kovarên wek Çirûsk, W, Hawara Botan, Pêngav, Wenda de têne weşandin.





    çavkanî ; îstîxbarata tirşikê *



    2014.02.07-01:50 | brusk56

    5. camêrê ku îşev bi peyamên xwe min ecêbmayî hiştiye:

    (bnr: ferqa zinar û tehtan)

    (bnr: ferqa kuç û keviran)



    2014.02.07-20:12 | simurg56

    6. nivîskarê ku vê espîriya kiriye, ye:

    yalan yok, ronî war!



    keko ma qey qet gunehê te bi me nehat, te espiriyek wisa kir?



    2014.03.27-20:56 | mergehez

    7. nivîskarê tirşikê ye ku divê peyamên vî camêrî wek ders ji bo nivîskarên nú yên tirşikê bê dayîn



    2014.03.27-23:37 | ferhenga şikestî

    8. ezîzê dilê min e *



    2014.04.04-14:22 | sewdaxan

    9. nivîskarê tirşikê ku di pêşbirka helbestan a arjen arî de bûye yekemîn ango xelata yekemîniyê girtiye... ez wî ji dil û can pîroz dikim



    2014.04.08-01:05 | ferhenga şikestî

    10. ser xêrê be, bûyê xalê xelata pêşbirka helbestan a arjen arî..

    helbesta wî ya hêjayî xelata arjen arî hatî dîtin mereq dikim..



    2014.04.08-01:20 | endazer

    11. şampiyonê pêşbirka helbestan a arjen arî ye. em li benda pirtûka wî ne. bi saya vê serkeftinê bûye navdar û populer em dibêjin nivîskarê tirşikê ye, siirttenote.com jî dibêje nivîskarê me ye. îşelleh zero ji pozê xwe zêde bilind neke û me ji bîr neke *



    2014.04.08-22:24 | simurg56

    12. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.04.08-22:57 | derqami

    13. ne tenê bi helbestekî, li gorî formata pêşbirkê, bi dosyeyek helbest xelat standiye, pirtûka van helbestan di rê de ye, di fuara pirtûka ya amedê de dê were danasîn, ser xêrê be*



    2014.04.09-00:22 | kevçiyê dil

    14. nivîskarê ku piştî xelata pêşbirka helbestan a arjen arî stand, ji holê wenda bûye *

    di vê navberê de, wî pîroz dikim .



    2014.04.09-00:32 | brusk56

    15. hop hop hop! moxone, kê reviye!? em li van erdan e, silavên germ ji hemû tirşikvan û nivîskarên delal re. tirşik ji bo min wek araqê ye, dema ez dinivîsim li ser hev dinivîsim, dema nekarim binivîsim jî dişopînim, lê tiştek rast heye di dîwana min a bê çapkirin de keda tirşik û hinek tirşikvanên hêja jî hene, ez fêrî hinek peyvên ber bi mirinê bûm û di dîwanê de min bi kar jî aniye. bo nimûne "çelotî" yek ji van peyvan e. malavahiyê li we hemiyan dikim. *



    2014.04.09-17:00 | zero

    16. di youtubeê de channnelek wî heye. helbestÊ ku wî xwendiye di wira de diweşîne.

    aha ev jÎ lÎnk: http://tinyurl.com/puodkgs



    2014.04.15-15:57 | mergehez

    17. navê pîrikên kurdan/38504



    2014.05.12-00:43 | mergehez

    18. nivîskarê ku li fuara amedê piştî xelata arjen arî wergirt, axaftinek baş û di cih de kirî ye, heta ji bo kevçî jî pirtûkek îmze kiriye, kevçî spasdar e*



    2014.05.27-01:42 | kevçiyê dil

    19. kesê ku di pêşbirka helbestê ya arjên arÎ de bÛye yekemÎn e. helbestên wÎ bi navÊ qijikên xêrê ji aliyê weşenxana evrenselê derket. ji axaftina wÎ a di xelatdayÎnê de jÎ diyare, yÊ di warê helbestvaniyê de karê baş bike.



    2014.05.27-09:52 | xelîlêzer

    20. (bnr: zarokên xelkê)



    2014.05.27-10:01 | ferhenga şikestî