Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
sirûda kurdistanê - tirşik
sirûda kurdistanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Destpêka her tiştê xwendin e, li gor rênas jiyanî divê sirûda Kurdistanê (ey reqîb) were guhertin, ji ber ku tê de navê "Keyxûsrew"ê şahê Sasaniyan dibore:

“Ême roley Mêdiya û Keyxusrew în / Em kurên Medya û Keyxusrew in

Dîniman, ayinmian, her nîştiman / Dînê me, ayîna me her niştîman e”

Ji ber ku têkiliya tu şahê Sasaniyan bi Kurdan re nîn e em nikarin Sasaniyek wek bav û bapîrê xwe di sirûda xwe ya neteweyî de bi lêv bikin. Çima ne Kawayê Hesinkar? Di “dîroka kurd û kurdistanê“ ya mihemed emîn zekî beg de jî “Keyxusrew” wekî şaheke Sasaniyan derbas dibe. Lê ez jî ne bawer im ku haya yûnis dildar (ê ku şairê helbesta “Ey Reqîb”) ji vê yekê hebe. Ji ber vê çendê Rênas Jiyanî, di pirtûka xwe ya helbestê ya bi navê “Diêşiya” de helbestek bi navê “Sirûda Kurdistanê” nivîsandiye û xuyaye wê di derheqê vê yekê de gotûbêjek pêk bîne.



15.10.2013 04:53 | zero

2. helbesteke rênas jiyan'î ye. mergehezo nançû ji me re peyda kir:



Sirûda Kurdistanê



Ey Kurdistan

Ey kew

Ka bêje çawa diherrime xew?

Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew?

Bes tu megirî hew

Bijî bedew bedew

Ji te re her der bela ye lew

Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew

Kawa û kew

Wekîdin her tişt derew



Ey Kurdistan

Ey xwîn

Serê hespê xwe berdaye bi çargavan tê Selaheddîn

Di şerrê te de Mem’ î şûrê destê xwe ji xwe re kiriye Zîn

Me ji çermê xwe yê çirriyayî ji te re çêkiriye Ala Rengîn

Nebî nebî ji bo mirina me megirî û meke şîn

Mirina ji bo te şêrîn

Li te xweş helal be her çi ji me nîvco mabe, jîn an jî evîn

Kî ji me qîma xwe bi bindestiyê bîne bila lê bibe jehr û enderîn



Ey Kurdistan

Ey Bîr

Ji bo ku te pê xwedî bikin bêrîvanên te yên dest-hevîr

Ji sîngên xwe didoşin şîr, pêsîr bi pêsîr

Dengbêjên te yên deng-lîr ji bo te distrên hejîr hejîr

Newalên te kevan in, çemên te tîr

Bi van çekan şerr dikin çiyayên te yên pîr

Kes nikare xwezaya te tu carî bike hêsîr

Tu mîr î, mîr



Ey Kurdistan

Ey agir

Ji bo ku te bikin parçe û dagir

Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir

Me li dijî dijminên te yên kafir

Li jêr û li jor şerr kir

Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir

Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr

Tu yî sebr

Tu yî ahd û îman û cirr

Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr

Me ji bot e belqitand emr

Me qebr kir qesr

Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir çiya û agir

Me ji bo te rijan hibr û hêsir

Me tu bi xwîna xwe kirî Tahir



Ey Kurdistan

Ey doz

Bi soz, bi soz

Em ê tu carî nahêlin ku nizm bibin zagros

Em ê tu carî nehêlin ku kor bibin newroz

Her Newroz em ê li dora êgir bibin moz

Em ê ji wî agirî re hestiyên xwe bikin koz

Em ê Medan ji xwe re bikin mîtralyoz û deqnanoz

Em ê siwar bibin li ser pişta bahozên boz

Em ê deryayan bikelînin û parzemînan bikin toz



Rênas Jiyan



20.08.2015 21:16 | xendekî

3. helbesteke rênas jiyanî ye. Helbesteke xweş e û weke alternatîfeke sîrûda kurdistanê nivîsandiye. ji dengê wî jî hûn dikarin guhdar bikin:



27.04.2016 16:28 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sirûda karkerên awistiryayê

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî