Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
diyalektîka neteweyan - tirşik
diyalektîka neteweyan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî hegel diyalektîka netewe û welatan heye, an tarî an jî ronahî. alman di dewra romayiyan de wek barbaran dihatin hesêb. lê piştî ku bûn "xwedî aqil" ew her û her di dîrokê de man. aniha jî "zimanê êqil"

di dest wan de ye (almanî/deutsch). wekî din swêdiyan bi sedan sal ji destê rûsan kişandin, dîsa îrlandî ji destê îngilîzan... aniha kurd û kurdistan tarî ye, lê berbang nêzing e.

bi ya min, eger kurd rojek (li şûna ku siyasetmedarên kurd bişêwirin) li fikrên rênas jiyanî bişêwirin aha wê hingê berbanga azadiya kurd û kurdistanê dê nêziktir bibe .



15.10.2013 05:07 | zero

2. ocalan jî beşîkçî jî bi dehan salan ji bo qewm netweyeke bi navê kurd li ser rûyê erdê bibe xwedî rêvebirî û îqtidarekê serbixwe an jî xweser; hizirîn, ponijîn, lê hûr bûn. ema îro ro qasê ku min ji van herdukan fahm kiriye, em tu carî ji xwe re nabin heyran.

bi berbilavbûna înternetê re êdî mirov zûtir merûzê tiştên popûler dibin. hin caran kêfa mirovan ji tiştên zirecêb re were jî, em sîmûlatîfbûna van tiştinan ji bîr dikin, wek mînak vîrûsa aîdiyeta neteweyê. ji 1789an û vir ve ye ev meseleya civakî bûye bela serê mirovahiyê. di nav 240 salan de hin netewe bûn xwedî dewlet, federasyon, mûxtariyet û hwd lêbelê hin neteweyên mîna me, kurdan jî tu statû bi dest nexistin û di nav netweyên din de hêdî hêdî winda bûn an jî wê bibin. ji bo pêşîlêbirina vê windabûnê pêşniyazekê min a makro tuneye, encax ez vê yekê fahm nakim ma ocalan û beşîkçî qey nabînin wate û fêhma statûyên civakî vediguherin?! ji rûyê pergala îroyîn a aboriyê, şirîkatiyên ewropî, amerîkî û çînî ji hin dewletan bihêztir û qewîntir bûne. divê bê dîtin ro bi ro sîmûlasyona aîdiyeta şirîkatiyan ji aîdiyeta neteweyan meqûltir dibe. sîstemên polîtîk jî wê pê re biguherin. tu civak û netewe ji vê çerxê nikare bifilite. têgeha neteweyê jî wê avê av here; êdî mirov di şûna kurdbûn û tirkbûnê de wê bi serbilindî behsê bikin, bêjin “ez xebatkarekî appleê me” an jî “ez xebatkarekî şirîkatiyek girêdayî appleê me” wek nato û yekîtiya ewropaya roja me.

em tev bûne îstatîstika xelkê bila hay ji xwe hebin: (bnr: arinlabs)



31.08.2019 02:51 ~03:15 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» diyalektîka neteweyan

Kategoriyên mijarê:: felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî