Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
xwarinên cejnê - tirşik
xwarinên cejnê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kevneşopiyekî cejna ye. ên herî herÊmê cûda be jî ji bo min MENUYÊ DAYIKA MIN ÇÊDIKE HERÎ XWEŞ E:



tirŞika fasÛlÎ YA BI GOŞT

mirÎŞka sorkirÎ (mirîşkên gunda)

birinc



roja cejnê em taştê nakIn, dayIka mIn saet şeşa radIbe û ev menuyê xwe yê pîroz çêdIke, pIştî belavbÛNA NIMÊJA CEJNÊ SIFRE AMADE DIKE.. Û AFÎYET CANÊ WE BE! * JI XWE JI BO MIN WATEYA CEJNÊ TENÊ EV XWARINA SIBE YE...



(bnr: gilÎkirina cejnÊn kevn ÊdÎ tune ye)



15.10.2013 12:16 | biruya hayao miyazaki

2. herea ê me de xwarina navdar 'seron' e. em di taştê de wê xwarinê dixwin. ji bo eydê wisa ye tabì. nanê patîle çêdikin, nanê rûn dikin û hûrdikin paşî em wê dikin berkes. li serê wî de sîr û mast dirjînin û serde jî sos dirjînin. Noşîcan be*



15.10.2013 18:44 | gelawej

3. avgoşt û birinc

fiks menûya taştêya me ya eydê ye .



15.10.2013 19:56 | brusk56

4. xwarinên ku bi giştî bi goşt in.

sibeha cejnê cem me piranî taştê nayê xwarin û şûna wê fasûlî/birinc tê çêkirin û serê sibehê tê xwarin. nîvro jî piranî avgoşt dîsa fix menu ye.

(bnr: ez tatmîn bûm)



15.10.2013 20:46 | simurg56

5. MIXABUN JI BER KU GELEK MÊVAN HEBUN U ŞÎV TÊRA MIN NEKIR JI BO MIN XWARINA CEJNÊ ÇOREK,PENÊR U FIRINGÎ YÊ ŞÎL KIRÎ BU



15.10.2013 20:47 | bawero

6. (bnr: goşt)

(bnr: birinc)

(bnr: fasûlî)

(bnr: xweşav)



16.10.2013 17:18 | gernasnenas

7. welê dixweye ku nivîskarên tirşikê hemû li ser telîsên dolaran pal didin.. di eydan de xwarina me çequlatên zarokan e.. goşt jî heke camêrekî qurbana xwe serjêkir û wesleyek jê li me jî hesilî em tam dikin.. *



16.10.2013 17:40 | endazer

8. çiqas dimînin rojên din xweştir dibin..



16.10.2013 23:30 | rexnegirêtagirtî

9. kêfxweş im ku piştî 7 sal 6 meh û 27 rojan dîsa hatim bin vê sernavê*.

menuya ku di peyama pêşîn de hatiye diyarkirin îsal wê zengîntir be ji bo xatirên xwarziyên min. piştî taşteya me ya edetî em ê ji bo xwarinên navroj û şîvê van çêkin:
borega cixarê ya penêrî û sosîsî (îja!)
borega patatî ya normal (tew îja!)
pîzza
pel
pastaya mozaîk
kek
kombe

min îro hemû malzeme jî kirrîn û sibê piştî fitarê em ê dest bi çêkirinê bikin*.

(bnr: bijî kîlostandin bijî qalorî)



12.05.2021 01:18 | biruya hayao miyazaki

10. birinc+ fasolî+goştê sewêl+ xweşav....ma ne bes e *



12.05.2021 01:26 | merwano

11. Tirşika fasolîya, birinc û goştê qimirandî
şêranî jî piranî peqlewa bi gwîza ye



12.05.2021 01:56 | pîroz

12. (bnr: tolma keleman)

xwezî niha hinek hebûya û min jî bixwara. :/



03.09.2021 20:23 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwarinên dayika min

Kategoriyên mijarê:: anket xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî