Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
komara mehabadê - tirşik
komara mehabadê
(7) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. rehma xwedê li ser wî be ji aliyê qazî mihemed ve di sala 1946 de hatiye sazkirin. negihiştî ye sala xwe ji aliyê îran hatiye xelaskirin.



di zaroktiya min de bavê min, ji min re wekî qala antîk yewnanê, behsa mahabadê dikir. roj bi roj çi qewimî ye, kî alî kiriye, kî dijminî kiriye nav bi nav wekî mamosteyeke dîrok vedigot. ji bo QAZÎ MIHEMED ÇAWA BER XWE DIKET. GIRIYÊ DIKIR... NUHA JÎ WANÎ YE...



15.10.2013 15:31 | biruya hayao miyazaki

2. komareke ew qas ecêb e ku dewletên emperyalîst û komunîst, xrîstiyan û misilman li hemberî bûne yek û bombebaran kirine. ê bila kes û saziyên ku armanca kurd û kurdistanê xistine pişt armancên îdeolojîk serê xwe bi vî tiştî hinekî biêşînin. ne zêde lo! hinekî Û hew..



15.10.2013 19:12 | oxir

3. komara emir qut; komara mEhabad



serok komarê nemir: qazî mihemed .



Meydana xayin: çarçira.



15.10.2013 22:39 | dîno

4. Mixabin navê vê komarê din nav kurdan de xelet tê zanîn. An jî piraniya kurdan navê vê komarê xelet dizanin. Di hemû belgeyên fermî yên komarê de navê wê wek Komarî Kurdistan derbas dibê. Lê ez bawerim ji ber kû me hemû agahiyên di derbarê komara kurdistanê de ji pirtûk û kovarên tirkî xwendine, êdî gotina Komara mahabad an jî komara kurd a mahabadê ketiye devê me de jî. Tirk ji ber kû navê kurdistanê nebêjin û bidin jibîrkirin bi zanebûn dibêjin komara kurd a mahabadê (mahabad kürt cumhuriyeti). Lê ma çi bi me ketiye em li pey dûvê wan diçin û dibêjin komara mahabadê. Dema yekî got komara mahabadê çi tirk çi kurd hema repasekî li bin guha bidin. Wê çaxê belkî hişê wî/ê werê sera..



24.10.2013 00:34 | nan û av

5. komara ku hê berşîr di dergûşa xwe de ji aliyê komarên koremar ve hatiye gestin û jehrîkirin.. ez wekê navê xwe dizanim ku ji sedan 80-90ê siyasetmedarên kurd yên li bakurê kurdistanê ji xeynî navê komarê û navê qazî mihemed derheqê komarê de tu tiştî nizanin.. lê dikarin heft bavik û bapîrkalikên deniz gezmiş ji ber bihijmêrin.. (bnr: wesiyeta qazî mihemed ya ji bo gelê kurd)



24.10.2013 00:59 | endazer

6. komara navê wê weke nan û av gotiye komarî kurdistan le mehabad e.



(bnr: http://kurdistanica.com/?q=node/28)



22.02.2014 04:43 | berxweda

7. (bnr: xewneke di nîvî de mayî)



29.06.2014 00:09 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» komara tirk a bakurê qibrisê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî