Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    qedexe me - tirşik
    qedexe me
    (0) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Stran û helbesta hekim sefkan e ku bi ganî nar re dixwîne û sosyolojiya welatê me radixe ber çevan bi dilê bi xwe sewidandin.



    (bnr: )










    2013.10.16-00:21 | dîno

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.02-23:57 | mergehez

    3. helbesta ku min îsal li şahiyeke kurdîderê xwendibû, ye. lê çi xwendin, min hêwan hejand. min keys neda tu kesî ku wan hilm bistandan, li cihek binihêriyan. ew şaş û mat mabûn û digotin kesekî wisa li dinê maye qey, kesekî helbestekê wisa ji dil dixwîne û mirovan ewçend mest dike.. temam temam ez dev ji derewan berdim û ya rast bêjim ji ber kelocanê min di kêlikekê de helbest xwend û ez bilez çûm maseya xwe rûniştim.

    ev jî helbest e:



    wekî bavê xwe me

    wekî navê xwe me

    wekî gavên xwe me

    ez qedexe



    me min nexwînin, min nexwînin, min nebînin,

    ez qedexe me



    ez ji welatê qedexe xwe me, heval

    li warê me, tu ne tu yî

    hinek nav li te dikin

    hinek kirasê te dibirin

    hinek gunehên te dibêjin û hinek nalê mirinê te dibêjin



    hertiştî nebîn,

    ku te dît, nebêje.

    ku te got, wê gotinên te li hustê te bigerînin

    û wê te bi dîtinên te ve bidardakin.

    li welatê me her tişt qedexe ye



    wek birîna xwe me

    wek evîna xwe me

    wek nêrîna xwe me

    ez qedexe me



    min nexwînin, min nexwînin, min nebînin,

    ez qedexe me

    ji derewan re li çepikan bide,

    derewên doooooost û dijminan.

    şerm neke.

    tu rastiyan biçînî, wê derew şîn bên.

    ezman derewan li erdê dike,

    erd li me û em li hev.

    hezar dost, hezar soz, hezar derew.

    rastî qedexe ye,

    ez qedexe me.



    min nexwînin, min nebînin, min nenivîsînin,

    min nas neke,

    bi agirê min neyê şewitandin, heval.



    cem yar û neyaran

    her cîh û diyaran

    weke kêla xwe me, ez qedexe me

    weke keda xwe me, ez qedexe me *



    2014.03.03-00:01 | mergehez

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hozan serhad [1]
    Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
    h2o [1]
    Ey h2o û h2o, ey h2o û h2o Ma tu bi eşq û mehbet î ?...
    çîrokên 6 peyvî [1]
    her çiqas şeş peyvî nebin jî hûr û kurmancî ne: (lînk: https://twitter...
    helbest-fabl [1]
    Li gorî rênas xendekî, Yekê rabe Çîrokeka gelêrî ya wek fabl j...
    serxwerabûna mirîşkan [1]
    Yek helbesta cegerxwînî ye. Hem helbest e û hem jî fabl e. Bi ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » qedexekirina hin gotinan di stranên kurdî de

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî