Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran - tirşik
ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran
(12) (2) (3)
di mijarê de bigere

21. (bnr: bike malpera destpêkê)



31.07.2014 20:33 | azadixwaz


23. ez nizanim ka belavbûna wê di çi halî de ye lê di halîhazir de tu reklameke bikêr xuya nake ku çend taxim nivîskaran li vir top bike. lewma jî meriv piştî deman aciz dibe wekî li vir tenê çinginî li valahiyeke boş dikeve...



25.08.2017 10:26 | serhednişîn

24. Ger tirşik di nav kurdînivîs an jî ew kesên potansîyela wan heyî de bi rêya reklam, danasîn û karên popûler belav nebe dawîyê de çend nav wê bimînin vê derê û wekî tê gotin ew çend kes wê ji xwe re binivîsinin û bixwînin.
divê (bnr: konseya tirşikê) bi awayeke acîl li ser vê meseleya girîng raweste, an ne tirşik dê av û av biçe, piştî demekê wê pasîf bibe û talîya talî ew qas ked dê li ber avê biçe.

çend pêşniyarên min ji bo tirşikê, ku çi bikeve li ser milên min bixwe jî ez dê bikem:
1- divê tirşik ji bo nivîskarên wêjeya kurdî çalakîyan çêke da ku bala bikêşe li ser ferhengê û van panel, goftûgo, şanenav hwd. behsa tirşikê bê kirin û kesên beşdarî çalakîyê bûyin bên teşwiqkirin ku bibin endam û nivîskarê/a vê derê.
tirşik jî wekî ziman e, ger neql an jî veguhêzî ji bo nifşên nû çênebe, piştî çend salên din pîr û kal wê li vir binivîsinin, yanî divê ciwan û nifşên nû bibin nivîskara/ê vir.
2- divê tirşik rozetên xwe derxe û li ser pirtûka kurdî, cafeyên kurdan, pirtûkfiroşan hwd. bifiroşe. mînaka rozetên pirtûka kurdî bo vê yekê baş e. hetta tirşik dikare bo vê yekê ji pirtûka kurdî alîkarîya aborî jî bigire, ez bawer im (bnr: pirtûka kurdî) dê vê yekê texsir neke. li gel rozetan dikare çenteyan paç çêke, qedehên kupayê yên ji bo qehweyê bi logo û henekan jî çeke.



3- divê tirşik hesabeke youtube'ê veke, wekî hûn jî dizanin li ser youtube'ê weşana zindî tê'te kirin. her mehê nivîskarek ji mala xwe dikare saeteke dîyarkirî bibe mêvanê qenala youtube'ê ya tirşikê. li ser qenala youtube'ê jî nivîskar dikare kurt û kurmancî behsa mijarekê bike lê zêdetirî bi pirs û bersivan weşan rêve biçe, yanî bi awayekî înteraktîf. êdî dewr dewra teknolojîyê ye, yanî em bêjin keseke li amedê, li stenbolê, li şirnexê, li berlînê, li wanê, li stockholmê jî wê bikare weşana zindî ji mala xwe temaşe bike, pirsên xwe ji nivîskar bike.
4- tirşik dikare fanzîneke biçûk bi sponsorîya pirtûka kurdî derxe, çap bike. di vê fanzînê de hem entryên nivîskaran wê hebin hem jî danasîna tirşikê wê hebe. ev yek jî wê xelkê teşwiq bike ku bibe nivîskara/ê tirşikê û entryan binivîse. mirov dikare li ser bifikire.
5- her meh di hesabên medyaya civakî (twitter, facebook, instagram) de bijarteyên mehê divê were nivîsandin, yanî mehekê de nivîskaran kîjan mijar vekirîne, çi nivîsîne. entryên herî xweşik û balkêş wekî top 10 mirov dikare biweşîne, her meh bênavber.
6- ku ji van pênc pêşniyaran yek jî bibe ez bawer im popûlerbûn û zindîbûna tirşikê wê zêdetir bibe.

baş baş.



27.01.2020 21:36 ~21:43 | lehî baranyan

25. Divê nivîskar xwe aşkerenekin. Divê jin û mêr bi nicka hevdûn nizanibin. Reklam divê helbet. Li ser medyaya civakî, li ser billboardan. Lê helbet divê hinek ji tirşikê re biçînin nîskê ê reklamam bidinê. Bi gotinên rijî nabe keko. Pere lazim in. Pere hebin tu dikarî kebaban jî bixwî. Lê naxwe pîyaseyek ziman çênebe nabe biraa



27.01.2020 21:44 | oceancr

26. Youtuberên kurd yên şopînerên wan zêde em rica ji wan dikin ku behsa tirşikê di vîdeoyon xwe de bikin lê deng ji wan nayê
ax çavê feqîrîyê kor be



27.01.2020 22:00 | tîrêj zana 21

27. rast e reklam û pere lazim e, lê dema kesek, sazîyek filan reklama te bike, tu yê jî ya wan bikî.
tirşik dikare bêje her roj nizanim 120 kes bi awayeke rêkûpêk dikeve malperê de û çav li mijaran û rûpelên dinêre. hûn reklama me bikin em ê jî ya we bikin. (bnr: win-win) yanî her du alî dê qezenc bikin.
ya din hemû tişt ne pere ye, ya girîng ew e ku tu xwe û platforma xwe çawa lansê dikî, ez bawer im gelek kes û sazî hene ku bixwazin bi tirşikê re xebateke hevpar bikin. bes bila berpirsên tirşikê gavekê biavêjin, ez zanim berê de gav avêtine lê ev nayê wê wateyê ku dê gavên nû neavêjin.

haa ev yek jî nebû medyaya civakî û youtube'ê bi awayeke çalaktir dikarin bikarbînin, ew bêpere ye.



27.01.2020 23:05 ~23:07 | lehî baranyan

28. gelek tişt hene bên kirin. gelek jê hatine gotin. malperên ji dervey medya civakî hebûna xwe digihînin çalakbûna ser sepanên tên zanîn. hesabên tirşikê ên ser wan sepanan ne çalak in. divê li gor rojev û pêdivîyan xwe nûjen bike. her roj li ser wan sepanan nivîs ji tirşikê bên weşandin. ev barê moderatoran e. divê zêdetir çalak bin. ya dikeve ser me hemî nivîskaran jî divê em çendanî û çawanîya mijaran zêdetir bikin.

dema li google tirşik dinivîsim xwarina tirşikê, entrya tirşikê a ser ekşi sozluk, paşê tirşik.net derdikeve. ji alî reklam dayînê ve jî qels maye. heger bêt qebûl kirin em di karin nêv heçî dixwaze de bêşek çê bikin.

weke hin hevalan gotye em dikarin hevpeyvînan û podcastan bi kesên hêja re bikin. çima nekin?



14.03.2020 22:41 | hespêsor

29. li ser milê tirşikvanan e. her tirşikvan divê xebatek bike. çawa?

- 5 hevalê xwe yê dibistana seretayî bibînin û ji wan re behsa tirsik.net bikin. Wan vexwînin tirşikê
- 5 hevalê xwe yê dibistana navîn
- hûn leşkerî jî kirîye 5 heval jî li wir
- li taxa we de jî jixwe hevalên we hebûne 5 jî li wir
- li kolanên taxa we de hevalên we yê ku tim ji wan nêzîk bûne li wan jî 4 kes
Bû 24 kes jixwe nêzî hezarek tirşikvan heye bû 24000 tirşikvan. besê me ye.



08.04.2020 13:44 | kajav

30. (bnr: ev jî dike çil milyon kurd)



08.04.2020 14:21 | hespêsor

31. Pêşniyara min ev e ku û li gorî min ya herî hêsan jî ev e: li gorî min twittir cihekî tam li gorî reklama tirşikê.
Sedemên wê:
1) piraniya kurdînûsan li vir in
2) ger tiştekî balkêş be, wê zêde werê ecibandin û bikeve pêşiya her kesî, yanî kesên ku qet tirşik nebihîstibin jî wê haya wan ji tirşikê bibe
3) divê ku ji parçeyên din jî kurd ji ferhengê agahdar bibin

Êêê gelo em ê çi parve bikin?

Em werin ser meselê, mijarên balkêş û peyamên ku gelekî xweş bin, em wan parve bikin, da ku bala kurdê me bikşîne.
Mînak: kêfa min gelekî ji vê peyamê re hatibû, û ger min tiştekî halo dîtiba teqez ez ê xwe li tirşikê qeyd bikiriba
Here lînkê

An jî tiştekî wilo:
Here lînkê



13.12.2020 11:10 | merwano

32. Ji destê min çi tê ez dikim. Li van roja li ser telegramê digihîjim mirovên ji rojhilatî û ji wan re dibêjim werin tirşikê û binivîsin. heta niha du kes qeydiya xwe kirin. Hêvî dikim ku binivîsin.

Ji ser de pêşnîyarê min jî ne zêde bila rojê carek li ser medyayê civakî tişta parve bikin. Bila eynî tiştê li ser instayê, li ser twitterê jî parve bikin. Jixwe ne tiştekî wisa zahf zehmet e. Û hevalên tirşikvan jî bila li her derî propogandaya tirşikê bikin wekî min. *



13.12.2020 11:26 | yûsiv

33. Em dikarin lînka tirşikê li profîlên xweyê ya medyaya sosyal de bikar bînin.



13.12.2020 17:13 | lonw karda

34. Ew fenomenên tîktokê, twiterê,instagramê yên qaşo kurd hemû civak li dora wane em xwe biwandin, biwan xweşbikin di peyamande bi vira pesnê wan bidin û hêviya reklama bikin jiwan.. a giring emê ji şopînerên wan hêviya çi bikin * vê peyamê biavêjin kategoriya siyasî bira nebînin



13.12.2020 21:39 | shorbevan

35. piştî evqa salan hê jî pêşnîyarekî baş derneketibe û tirşikê berbelav nekiribe ez qe bawer nakim niha jî derkeve lê ya bi xêr.



23.07.2021 00:25 | hueyn

36. Heke wiha berdewam bike, bapîrê min çawa çû, xwedê ê tirşik jî eynî wisa biçe



19.06.2022 00:32 ~23:04 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî