Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
organîzasyona şeva govendê ya li stembolê - tirşik
organîzasyona şeva govendê ya li stembolê
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. niha kete serê min hevalno bi min negirin!! 2-3 deqe berê min li ser youtube'ê li govendan temaşe û guhdarî dikir, fikirîm gelo min herî dawî kengê govend girtiye? welleh billeh hindik mabû ku ez rabim û serê xwe li dîwaran xim! biryar da ku organîzasyoneke govendê li dar xim û em kurdên li stenbol'ê vexwÎnim ji bo govend girtinê. ji aniha ve pênc-şeş nivîskar serî lê dan * ka hûn dibêjin çi ji bo vitikiyê?? wê cîh û saet paşê were daxuyandin. mînak ev e: http://www.youtube.com/watch?v=CIgD6udfQQ0



li benda nirx, şîrove û nîqaşên we me ha..



17.10.2013 18:44 | seranser

2. hevalno ku hûn dixwazin beşdar bin li ser vir an jî bi rêya e-peyama min min agahdar bikin. serdar_menge@hotmail.com



edit: em niha bûn 11 kes.



17.10.2013 20:21 | seranser

3. ji ber ku ez ê li cizîr-amedê bim, organîzasyona ku ez ê jê bêpar bimînim e.. ji xwe nizanim bireqisim jî.. wek pêşniyar ji bo hevalên ku wê tevlî organîzasyonê bibin dikarim bêjim bila herin xwe bigihînin koma sê bira.. orkestraya belaş û eleqeyeke mezin û têra brûskekî flaşên kamerayan..



17.10.2013 20:41 | endazer

4. organîzasyona xîtabî kurdên derveyî stenbolê ne nake.



17.10.2013 21:12 | azadixwaz

5. em niha 39 kes in. de hadê hevalno, welleh fedî ye ji were lo..



17.10.2013 22:16 | seranser

6. hevalên hêja gorî rêzikên ferhengên înteraktîf û ya tirşikê jî divê her peyam pênaseke sernivîsê bihewîne yan na ew peyam derqanunî ye ango ne gorî qaîdeyan e. weke foruman bersiv dayîn an jî bi hev re axaftin qedexe ye. lê ku pênas bê kirin dû re weke îndirek tiştên tên xwestin dikare bê gotin

weke vê peyamê pênas dikare dû re jî bê nivîsandin



pênas: organîzasyona weke çiyayeke-bunê ve diçe ye.



17.10.2013 22:21 | azadixwaz

7. organizasyona ku jê re 39 kes bes û zêde ye jî. mixabin ez jî ne li stenbolê dijîm, ku li stenbolê bûma teqez ez ê bihatama û min ê ji dûr lîstikvanan temaşe bikira * (erê, îtîraf dikim ku kurdek govend-nezan im û ji xwe fedî dikim)



17.10.2013 23:38 | simurg56

8. fermo. em bûn 54 kes. xwedê nehêle, ev jî zêde ye yaw.



navnîşana çalakiya me: https://www.facebook.com/events/205993736248601/



18.10.2013 00:05 | seranser

9. Hevalno bernameya me xuya bû. Em ê roja 27'ê cotmehê, yekşemê li ber peykerê Qada Taksîm'ê li hev bicivin. Hûn dikarin li wê derê beşdarî govenda me bin. Em ê heya evarê saet 19:00'an li wê bin, kengê bixwazin dikarin werin.



Beriya wî jî nîvro saet 12:00'an de li Şahmeran Cafe ya li İstiklal'ê em ê bi hevalan re rûnîn û çayê vexwin. Hevalên ku dixwazin bila kerem bikin werin, wê îkrama çayê jî hebe. Tev hevalên li Cafe'yê em dê saet di 14:00'an de derkevin û werin qadê.



Şahmeran Cafe navnîşan: kolana Sadrî Alışık, No: 24, İstiklal..



Li gel silavan



https://www.facebook.com/events/205993736248601/



18.10.2013 21:11 | seranser

10. ya ku xuya ye wê bibe yekemîn "zîrve"ya nivîskarên tirşikê.

ez meraq dikim gelo kî dikare 5 saetan govendê bigerîne.



18.10.2013 21:14 | simurg56

11. organîzasyona ku diviya îro li dar ketibûya lê li dar ket an li teht û latan nizanim.. hêvî dikim ku li dar ketibe û têra hilbijartina partieyeke kurd ji bo meclîsa tirk kes û kûs beşdar bibin.. û eger li dar ketibe mereqa wêne û vîdeoyên organîzasyonê jî dikim bila xêra xwe li vir bi me re jî parve bikin..



27.10.2013 21:56 | endazer

12. Organîzasyona ku* min ji bîr ve kiriye.



27.10.2013 22:10 | ceso

13. (bnr: caps or it didn't happen)



27.10.2013 22:17 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» organîzasyona şeva govendê ya li stembolê
» şeva pisê qes
» govendên tirkan ê li ber stranên turkmancî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî