Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
star trek into darkness - tirşik
star trek into darkness
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fllma herî dawîn ya rêza fîlmên star trek e ku sala 2013an de hat weşandin.

tê gotin ku fîlma dû re, wê 2016an de were weşandin.

senaryoya vê fîlmê jî gelekî dişibe fîlma berî vê ya bi navê star trek. ku hezkirina we ji bo fezayê hebe ji bo we dîsa sahneykên xweşik yên fezayê vê fîlmê de jî hene.

lîstikvaniya Chris Pine (ku karakterê kirk, dilîze) û ya Zachary Quinto (ku karakterê spock, dilîze) gelekî xwezayî ye û li fîlmê tê.

ku ji 10 pûanan pûanek bidim fîlmê, wê ew pûan 7 bûya. ji ber ku fîlm ji bîlî têrkirina birçîtiya ji bo fîlmên fezayî, tiştekî nû dernexistiye holê û fikrek nû li mirov peyda nake.



---spoiler---

weke min li jor jî got, senayoya fîlmê gelek dişibe star treka 2009an. dîsa dijmineke peyda dibe û kaptan kirk dikeve pey wî û dîsa bi saya guhnedana fermanan û bi cesaret û fedakariya xwe dijmin derdest dike lê piştî axaftina bi dijmin re derdikeve holê ku yên ku ew şandina wir jî ne bêguneh in û hwd.



ev fîlmên wisa, ji bo bersivdana daxwazên hezkerên fîlmên fezayê, tên kişandin. mixabin gelek nuqteyan de zagonên fîzîka gerdûnî ji bîr dikin/paş guh dikin. weke mînak; li fezaya vekirî de deng û bihîstin tune lê şerê navbera keştiyên fezayê de dengên şer derdikevin û dema keştiyên fezayê bi leza warp'ê bi rê dikevin dîsa efektên dengê tên bikaranîn. helbet vana ji bo ku balkêştir û bibandortir be çêdikin lê ji aliyekê ve jî, ji rastiyê dûr dikevin.

ji vî alî ve gelek kêm fîlm weke fîlma 2001: a space odyssey, serkeftî û bidîqat e.

---spoiler---



18.10.2013 11:34 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» starlînk
» trekking
» into the wild

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî