Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    çaya qaçax - tirşik
    çaya qaçax
    (2) (0) ecêb (2) (25)
    di mijarê de bigere

    1. vexwarina sereke ya kurdan e, li ser kuçik an jî li çolê xweştir e.



    2013.10.18-16:52 | gernasnenas

    2. navê kafeyeke li stenbolê ye. li taksîmê li kuçeya mis'ê ye.

    (bnr: kaçak çay)



    2013.10.18-18:02 | simurg56

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.18-19:17 | tujela

    4. weke savar û pîvaz, semboleke kurdan ya netewî ye.

    bawer bikin kurdek herê serê heyvê jî bê çaya qaçax nakê. dema ku min bar kire derveyî welat min çay ji bîr kir. roja yekem piştî min şîv xwar hate bîra min û madê min hate guhartin, ruyê min sippî bû: min çay ji bîr kir! çend rojan min çaya ku li ewropa je re dibejin "çaya reş" û tama wê weke ya jehrê vexwar. xwedê halê minê perîşan dit u kurdek ji min re şand. min ji vî hevalê kurd têra 2-3 heftîyan pêydê kir û piştî sê heftiyan gava ez ji bo du rojan vegerame tirkîye min du kîlo bi xwere anîn û ez halo ji mirinê xelas bûm *



    2013.10.19-13:55 | saladin

    5. we hingî pê de çûye, ji me we ye ku ava zemzemê ye, lê berra jî werkîno ye û ji mêj ve ye bajarê ku ji ber çendîn kar û barên xwendinê ez lê dijîm ji vî giyakê bimbarek bêpar e bîzê min li tiştekî naçe, û dikim ku ji xwe re bibêjim tu çendî bilind î çaya qaçax, bêhenek dibêjim. ez ê jî bi xwe re kîloyekê bi dizîka têxim yûrda dewletê, hêviya min ji yekê jorîn, ez neyême qefaltin.



    2013.10.19-14:15 | înano lo

    6. vexwarineke li bajarê wanê qasê çaya tirka ne şêrîn e.dema ku li kafeyek çay were u pirirsî kaçax e an na bersiv her tim "tevlihev"e.WEKA KU WAN BAJAREK BIYANÎ WEK STENBOLÊ BE LIWIR JÎ li kuça hûnerê (bnr: kaçak çay) cafe he ye.



    2013.10.19-17:39 | bawero

    7. sedema heznekirina êlihê ye . li êlihê peydakirina wê zehmet e .

    gorî hinek kesan, tê de xwina nizanim kijan ajalan heye . ev yek elbet ne tiştek bawerdêr e, lê rast e ku dema mirov çaya qaçax vedixwe, tamekî nexweş devê mirov de dimîne û dibe sedeme zerbûna diranan jî .

    hin kes dibêjin ev yek çaya tirkan de nabe, lê ez nizanim ji ber ku qet venaxwim. ji xwe ji navê xwe wenda dike çaya tirkan .



    2013.10.19-18:08 | brusk56

    8. ya ku ez du salin hesreta wê dikşÎnim. li îstîklalê cihek ku çaya qaçax servîs dike hey e lê çûndina îstîklal'ê ji beykoz'ê jî çavan ditirsÎne.



    2013.10.19-18:27 | seranser

    9. çaya kaçax ''vexurik a neteweyî'' ya kurdaye



    2013.10.19-19:19 | devliken

    10. çaya ku herî xweş bi tevlê kirinê darçîn û mêxik (karanfil) dibe ye.



    xwedê bela çayciya bazîde bide ku disan bi min çayê sexte yê qaçax firotine! min jî êdî dev ji kirîna çayê qaçax ku li bazîde difîroşîn berda û destpê siparişe li ser internetê kir. gerçî di internetê da jî gelekî biha tê firotîn lê... ma em êdî çay jî venaxwin heyran ?



    ji bo siparişan çayê ehmedê: http://www.caydukkani.com/siyah-caylar/ahmad-tea-ceylon-250-gr.html



    2013.12.06-15:41 | ervah.azad

    11. çaya qaçax a bi gula sor



    2014.02.23-20:06 | mergehez

    12. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.02.23-22:25 | rasteqîn

    13. çaya qaçak wekî tîlyakê ye.dema kurd çaya qaçak nevexwar li cem wê dûr kevin.



    2014.02.24-11:59 | xewnkar

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.02.24-17:38 | rasteqîn

    15. (bnr:kaçak çay/18036)



    2014.02.24-19:13 | nazim tolhildan

    16. tırk nızanın tama çaya mê



    2014.05.25-00:23 | picassoyê kurdî

    17. çaya ku berê min nizanîbû wateya wê çi ye.min digot qey ji ber rengê wê pirr reş e navê qaçax lê danîne.



    2014.05.25-00:37 | bayesar

    18. http://tinyurl.com/lpmdwhx



    2014.05.25-00:42 | brusk56

    19. çaya serdarê çayan e û hin hereman nayê vexwarin û kulek dixe nava dilê mirov.



    2014.05.25-01:31 | azadixwaz

    20. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.24-01:40 | jovan bervaj

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    jimi hendrix [1]
    Yek ji xwedavendanê gîtarê ye. mêrik êdî nizane çipkê ji gitarê. bi di...
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [2]
    Min ji apê xwe cemşîd re behsa wê mesela kir. Apê min cemşîd palikan...
    biwêjên kurdî [1]
    Çawa min go niklê wî sor e, te go kew e....
    şêr û mişk [1]
    çîrokeka yewnanî ye. selîm temo wergerandîye zimanê me (kurmancî). ...
    qelewbûna mirovan [1]
    tiştê pêşiyê tê bîra mirovî stendina kîloyên zêde ye. Tim mirovî w...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çaya cemidî
    » qaçax

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî