Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 6 peyam
cezerye - tirşik
cezerye
(0) (1) ecêb (0) (5)
di mijarê de bigere

1. şîraniyek ji gêzeran çêkirî ye. jixwe wateya cezer'ê di erebî de gêzer/hawic e.

ev şîranî ji gêzer, şekir, goz û ji gozê hîndîstanê tê çêkirin.

gêzera rendekirî pêşîn tê kelandin paşê bi şekirê re tê qelandin. goz an jî fiqteq tê xistin tê de û paşê gozê hîndîstanê lê tê reşandin.

şîranî ye lê ewqas zêde jî ne şîrîn e. loma mirov dikare zehf bixwe. sivik e, yanî.

bi taybetî li mêrsînê gelekî meşhûr e.

piranî dema mirov ji mêrsînê here dereke din, weke diyarî, vê şîraniyê dibin.



2013.10.19-14:12 | simurg56

2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2016.04.15-23:10 | rasteqîn

3. şirînayîyeke ku xêncî mersinê zêde nayê xwarin, ji ber ku zêde nayê zanîn. lê bi rastî tehma wê xweş e. min gelek caran xwar, qet carekê jî poşman nebûm. wekî din gizêr ji bo tendirustiya mirov, sewzeyeke pir kêrhatî ye lê xêncî seletê nayê xwarin. bi vê şirînayîyê ve qet nebe xwarina gizêr zêde dibe.



2016.04.16-11:09 | nazim tolhildan

4. dermanê quwetê

( bnr: mesir macunu )



2016.04.16-15:53 | kurtikfiroş

5. ev 3 sal e li mêrsînê me lê cara pêşî ye ku min li tehmê neriya . Kêfa min jê nehat lê hevalê minê ji sêrtê jê pirr hez dike û kîloyek send birr malê.



2018.01.07-23:55 | umed

dengdanên dawîn (Yên Din..)
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navê hespên navdar [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
duyemdest [1]
peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
belki ev jî bala te bikişînin
» cezerye

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî