Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
tsubasa - tirşik
tsubasa
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xêzefîlmeke futbolî ya japonan e. hevtirşikên min qala filîmên zarokan kirin û min jî gote xwe, ma bêyî tsubasa tirşik dikele. wextekê ev xêzefîlm saloqat di roj tvyê de dihat pêşandan û favoriyê me zarokên kurd bûn ku em heyran û hijmekarê filîmî diman. xêzefîlm ji me re eyn wek lîstikên atariyê dihat ku jixwe gava ku xwe bilindî topê dikirin ji me wetrê ku teyare di qûna wan de ye û ne îşê kêfa me dihat.



19.10.2013 14:43 | înano lo

2. http://www.dailymotion.com/video/xwqh43_tsubasa-kurdi-9-www-kurdname-tk_kids



19.10.2013 14:44 | înano lo

3. xwedêjênesitandiyo! gava xwe diavêt hewayê da ku şûtek li topê bixe, di nîv saetî de bizorê dihate erdê. û carna jî dida dûv topê diçû hey diçû lê nedigihîşte qaleya tîma din. te digo qey li dora dinê tûr diavêje.



19.10.2013 14:49 | ceso

4. xêzefilma ku carinan gog, 2-3 saetan di hewayê de dimaniya. vê navberê de hezar fikr û axaftin derbas dibû. lê dîsa jî guhdarkirina wê gelek xweş bû .

ji ewsaneyekî din ê zaroktiya me ;

(bnr: pokemon)



19.10.2013 15:15 | brusk56

5. carina cihê xetimîna sohbetan e.



dema em bi hevalan re behsa demên zarokatiya xwe bikin, teqez mesele tê ser fîlmên karton jî.

ew dibêje road runner hebû, ez dibêjim "he yaw, çixweş bû". ez dibêjim cenawirê tazmanya hebû ew dibêje "heqet me çiqas jê hez dikir" qala nînjayên kusî, he-man falan fîlan tê kirin û şîrove û gûftûgo li ser tê kirin heta ku yek dibêje "yaw we tsubasa ji bîr kir, ew ji hemûyan xweştir bû" aha li wê derê ez dibêjim welleh min ew temaşe nekiriye, nizanim û sohbet li vir diqede û herkes belav dibe.



19.10.2013 15:40 | simurg56

7. GOKBAZÊ KU POZÎSYONÊN WÎ YÊN GoLAVÊTINÊ BI DEQQEYAN DEWAM DIKIRE YE.. eFENDÎ PEHÎNEK TOPÊ DIDA LÊ HETA TOPA WÎ DIGIHIŞTÊ QELEYÊ ÇEND DEQÎQE DERBAS DIBÛN..



08.03.2014 23:44 | nan û av

8. wan çaxan atarîyeke min a xweşik hebû, wek klavyeyê bû, tiştekî pirr luks bû. li gorî ewê heyamê bidestxistina wê gelek zehmet bû..

îja lîstika vê kartonfîlmê jî hebû, lê hebekî ecêb bû, çawa ku gogbazên vê fîlmê beyî ku meriv hay jê hebe bê ka di kû derê sehayê de ne, dibeziyan, aynî lîstika atariyê ya vê kartonfîlmê jî wilo bû, meriv nikarîbû hemî sehayê bidîta lê dîsa jî xweş bû..

peydakirina vê lîstikê jî gelek zehmet bû, qasêta wê li tu deverê peyda nedibû, qasÊteke hevalê min hebû, dema em diçûn mala wî, me dilîst, carinan bi dêyn qasêta xwe dida û ji min jî ji dêwsa wê çend qasêtên atariyê digirt lê hê du roj jê derbas nedibûn, digot qasêta min bîne, min bêrya wî kirye falan, tê bigota qey bi şev jî digirt paxila xwe û pê re radiket qebrax oxlî qebrax..

pirr hêrs bûm ferhengo!



04.01.2016 20:52 ~21:02 | ferhenga şikestî

9. li ser youtubê hemî beşên vê kartonfîlmê bar kirine

dema hûn pêl li lînka jêr bikin, hûn dikarin ji beşa ewil ve yeko yeko hemî beşên dî temaşe bikin





04.01.2016 21:09 | ferhenga şikestî

10. fîlmê di sanîyekîde hezar wêne nîşandide wekî vîdeo klîbênted-ed kurdîyê.. *



hişyarî: armanca minî ku ez ted-edê pîs bikim nîne.. bikenin û derbas bibin an bizorê em dikarin we derbas bikin/belav bikin..



05.01.2016 17:44 | shorbevan

11. Qarekterek xêze filma Japonî ye. Di wextê xwe de pir navdar bu. Niha jî mirov bêrîya wê demê dike. Tabî hinek tiştên absurd hebûn ku wê demê jî haya min jê hebu. Lê vêca xêze fîlm bu absurb bixwe tiştek asayî ye vî karî de.



01.01.2020 17:55 | azad30

12.



21.01.2020 20:00 | oceancr

13. Xêzefilma giroverbuna gerdunê dipeyîtand

Dema lîstikvan li gokê dida mirov diçu daşirê piştre diçu şîv dixwar û dihat lê dinehêrî hîn jî gok li hewaye û dere



23.01.2020 19:37 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tsubasa

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî