Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
qewlê newala sîsebanê - tirşik
qewlê newala sîsebanê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qewlê newala sîsebanê destanek ji destanên edebiyên kurdî û îslamî ye. di nav berhemên kurdî yên klasîk de cihekî giranbiha digire. navê vê destanê di nav kurdan de ewqas belavbûyi ye ku bedîuzzeman seîdê kurdî, di kulliyata rîsaleyên nûr de, qala vê destanê kiriye û pesna şêwaza helbestiya wê daye. û kitêba xwe ya bi navê lemaat, di şiklê nezma vê destanê de dihûne. ji destanê çend rêz



şerê piling û bazî, bû birqebirqe şîra

hespê sor mane tazî, bû kişekişe tîra

şehîd û cumle xazî, nalîn kete nefîra

xwudê ji wan bit razî, qirên kirin bi şîra

hetta wa bikne wêran, şevê jî em ranazî



19.10.2013 15:24 | ceso

2. bo ziman û shêwaza xwe qasî ku bêjî qewlekî balkêsh e, lê mirov bi dijminatiya hirr û çavtarî li beramber kafiran nerihet dibe di hengava xwendinê de..



19.10.2013 23:30 | gordereş

3. çi fonetîkeke xweş heye di navê vê berhemê de



19.10.2013 23:38 | tivirloismail

4. nizanim ka gelo ti têkilîya wan pev heye ya na navê berê yê gundê stilîlê 'newala şîşebanê' ye(gundekî nisêbînê ye).



27.06.2019 15:04 | yusiv hemed

5. Here lînkêhttp://candname.com/newala-sisebane-li-nisebine-ye-ne-li-botan-u-ermenistane-ye/

Konê Reş dibêje Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye.



04.07.2019 20:10 | yusiv hemed

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» qewlê afirandina dinyayê
» newala takoranê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin wejehlbst mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî