Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


0 mijar û peyam
      zaz - tirşik
      zaz
      (0) (0) ecêb (0) (7)
      di mijarê de bigere

      1. stranbêjeke fransewî ya jin e. bi dengê xwe yê xwerû jî strana xwe xweş dike û bi strana xwe ya je veux* hem nêrina xwe li dinyayê aşkere dike û hem jî ji mirovan re dibêje dev ji tiştên beredayî berdin.



      2013.10.20-08:08 | azadixwaz

      2. beno ke tayê kesî bifikirîyê gelo têkiliya aye bi zazayan esta? la ez vajo çin a. *



      2013.10.20-22:14 | kurdane

      3. solîsta komê (bnr: isabelle geffroy) him bi dengê xwe û hem bi bedewbûna xwe navdar e. Bo performanseke zindî keremkin li vê linkê bitikînin:



















      2013.10.20-22:49 | seydayê_peyvan

      4. wergera strana

      JE VEUX

      (dixwazim)



      hun li rîtzê suitek bidin min, naxwazim

      ji Chanelê zêr û gewheran bidin min, naxwazim

      de ka hun limûzînek bidin min, ji çi re ye lo? Pa-pa-la-papa-pa-la.

      xulamek bidin min, lê ez ê çi bikim?

      qesr û qonaxek ji Noşatelê: ne li gora min e.

      kela Eyfelê bidin min bi kêrî tu guyî nayê? Pa-pa-la-papa-pa-la.



      ez hez û kêf û dilxweşî dizwazim lawo

      perê we nikare şadiyê bide min lawo

      gava ku bicehimim dixwazim bila destê li ser dilê min be. Pa-pa-la-papa-pa-

      de were em herin azadiya min tehm bikin

      dev ji eblogebloyan berdin, hun bi xêr hatin rastiya min.



      ez bêzar im ji edeb û adaba we ya bav û kalan, ew ne bi ya min e!

      ez bi dest û pêçiyan nan dixwim, ez weha me!

      min biborin ez bi qêrîn û warînê diaxivim lê rastiyê dibêjim!

      ji durûtiyê bêzar im ez ê lêxim û herim gidî!

      heya qirika xwe tijî me ji derewên we yên pîr!

      lê dîsa ez xwe ji we re naxeyidînim lew ez ev im



      Gotinên fransî



      Donnez-moi une suite au Ritz, je n'en veux pas

      Des bijoux de chez Chanel, je n'en veux pas

      Donnez-moi une limousine, j'en ferais quoi ?

      Offrez-moi du personnel, j'en ferais quoi ?

      Un manoir à Neufchatel, ce n'est pas pour moi

      Offrez-moi la Tour Eiffel, j'en ferais quoi ?



      Je veux de l'amour, de la joie, de la bonne humeur

      Ce n'est pas votre argent qui fera mon bonheur

      Moi je veux crever la main sur le coeur

      Allons ensemble, découvrir ma liberté

      Oubliez donc tous vos clichés

      Bienvenue dans ma réalité



      J'en ai marre de vos bonnes manières, c'est trop pour moi

      Moi je mange avec les mains et je suis comme ça

      Je parle fort et je suis franche, excusez-moi

      Finie l'hypocrisie, moi je me casse de là

      J'en ai marre des langues de bois

      Regardez-moi, de toute manière je vous en veux pas et je suis comme ça !



      2013.11.17-01:32 | ceso

      5. dibejin ev hermet jî ji mitirbên fransayê ye.



      2013.12.13-00:49 | kevçiyê dil

      6. Ha zaz ha hezaza dilê min. Ha edîth pîaff û ax û of a kezeba min.



      2014.03.05-12:11 | hemdilaarda

      7. bi navê recto verso albûmeka vê xanimê heye, sala 2013an derketiye, mirov jê têr nabe, di ber her karekî re mirov dikare guhdarî bike.. di hinek stranan de dilê mirov radike reqs û dansê, di hinekan de dilê mirov dike deryayeka kûr ya xeman.. xwudê hez ke ez erebeyekî bikirim û pê erebeya xwe bi rêyeke dûr ve herim bêguman ez ê vê albûmê jî li playlîsta rêwingiya xwe zêde bikim..



      2015.04.28-20:01 | endazer

      dengdanên dawîn (Yên Din..)
      arjen arî [4]
      şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
      flamenko [2]
      muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
      navên hespan [3]
      Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
      civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
      civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
      çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
      beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
      belki ev jî bala te bikişînin
      » zaza halk partisi

      Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
      nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


      sitemap
      reklamokên beredayî