Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hesenê sebah - tirşik
hesenê sebah
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hesenê Sebah , (1034 li Qum, Îran - 1124) yek ji serokê terîqeteke Îsmaîlî ku bi navê xaşxaşîyan tê zanîn e. di derheqê vî camêrî de pirr tişt tên gotin. nizanim ji ber ku li hember serdestên wê demê ku zarên wan îro jî serdest in rabûbû êdî sedem çibe, tevgera wî ya xaşxaşiyan weke rêxistineke terorîzmî ya pêşîn Tê binavkirin. di ciwaniya wî de pirr tehde lê hatiye kirin lew di temenê xwe yê mayî de piştî ku kela alamûtê bi dest dixe heyf û tola xwe dihlîne. kesê cara pêşîn rê û rêbazên psîkolojîk bi kar anîye ye. leşker û peyayên wî bi kişandina giyayê xaşxaşîn ji xwe diçûn û diketin transê û bi vî rengî çalakiyên xwe bi tekûzî dibirin serî. di dewra wî de ji kesan heya dewletan tiştek nîn bû ku jê ziravqetî nebe. ji rojhilata dûr bigre heya medeniyetên rojava. li rojava peyayên wî weke assassin tên naskirin. heya ku sax e kela alamûtê (bnr: alamûta kurdan kela dimdim) di destê wî de ye. piştî mirina wî hulagû xanê moxilî kela alamûtê ji destê peyayên wî distîne.



20.10.2013 12:50 | ceso

2. kesekî ku di çaviyeka jiyana xwe de karmendiya Selçuqiyan jî kiriye ye. derheqê wî de tiştê ku herÎ pirr bala min dikşîne, hevaltiya di navbera wÎ, omer hayyam Û wezÎrê selçuqiyan nîzam-ul mulk de ye.



20.10.2013 12:57 | seranser

3. bê xwîn, bê kuştin bê çek bi fikrên xwe va kela alamûtê bi dest xistîye. Fikrên xwe bi însanan daye qebûlkirin û meriv devdorê xwe top kiriye. Paşê jî hêdî hêdî derbasê hundirê kelehê bûye û fikrên xwe yên li ser fatimîbûnê milet daye qebûlkirin û bi wî awayî xayê kelehê mecbûr maye keleh firotiye wî û lê daye çûye.
Hesen Sebbah piştî bidestxistina kelehê tam sîh û çar salan di hundirê vê kelehê da jiyaye.
teşkîlateke wisa saxlem ava kiriye ku hetanekî padşahekî Selçûkiyan jî bi destê cesûsekî xwe va bi xençerê va daye kuştin.

di hundirê kelehê de cîhek çêkiriye tê da meywe, dar baxçe û Jin filan hebûne. Ava xaşxaşê bi xelqê daye vexarin paşê bi asansorê Va ewna peyayê nava vî baxçî kirîye û gotiye Eva cinnet e. Paşê dîsa ew merivana ava xaşxaşê Va daye razandin û derxistiye derva.
Paşê jî ew merivana ji xwe re kiriye mirîd. Gotiye hûn di rêya min da werin ew horî, perî û meyve û baxçe ye bibin para we. Ê helbet Merivên vê erdnigariyê tiştên wisa Ra diranê xwe dişkînin * * boy wan jinan hema hesen beg çawa gotiye "bimrin" wana xwe kelehê da avêtine jêrê.
Hukumdarên din ev tiştana bihîstine ji hesen Sebbah tirsîyane. Gotine Lew evayê qirra me bîne *
Demeke dirêj kesî newêribûye sîha xwe li ser hesen da xwar bike *
zaten ceribandine jî bi ser neketine ji ber ku keleh li ser zinarekî hetta tu bêjî bilind avakirî ye.

Di dawiyê de nebîyê cengiz han 120 sal piştî mirina heseniko tê û bi dînamîtan Va temelê kelehê hirdişîne û qirra xaşxaşiyan tîne.



27.04.2022 23:47 ~23:51 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesenê silêvanî
» sebahattin şen

Kategoriyên mijarê:: dirok oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî