1. xebatên ku kî çi dike gelek meraq dikim e .ger herkes pêşniyariyên xwe an jî çi kirine li vir parve bike, em ê jî rê û rêbazên cûda hîn bibin. |
|
22.10.2013 01:12 |
brusk56
|
2. li gorî min divê di rojameya azadiya welat de di rûpeleke tam û temam de li paşfona postereke abdullah öcalan aforîzmayek an gotineke wecîz ya li ser tirşikê wekê ku ji devê apo derketibe bê nivîsandin.. wek; heçiyê rojê sê danan tirşikê nexwe û pênc danan jî jê re ne neçe sicdê û bîst û çar seetan jî tê de ne çalak û berdest be ew minafiq e xayîn e û divê kes pê re nede û nestîne û qene silama xwudê jî lê neke.. |
|
22.10.2013 01:17 |
endazer
|
3. bila tirşik ne tenÊ malpera kurdÊn bakur bibe. ez dixwazim niviskarÊn me yÊ li aliyÊn dinÊ kurdistanÊ jÎ hebin. çima niviskarÊn me yÊ xorasanÎ, kÎrmaşanÎ, xaneqinÎ tÛne ne... lowma dive em tirşikÊ bidin nasandina derveyÊ bakur jÎ... |
|
22.10.2013 02:30 |
cinorek
|
4. ez bixwe her roj li ser twitterê ji 3-4 kesan re peyama danasîn û vexwendina tirşikê dişînim. û dîsa her roj 4-5 kesên ku nû dest bi şopandine min kirine re jî peyama pirsîna endambûn an jî nebûna tirşikê, dişînim. bi vî awayî heta niha gelek gelek kes bûn endam. |
|
22.10.2013 22:46 |
simurg56
|
5. serê her heftiyêekî divê em rexneyên têra xwe tûj, bêeman û bêîman li nivîskareke kurd yê nefs-mezin û kesayet-mebredkirî bigirin da ku bê û ser û binê tirşikê li bin guhê hev xe.. û li ser hesabê xwe yê facebookê bi neyênî be jî reklam û danasîna tirşikê bike.. |
|
22.10.2013 23:57 |
endazer
|
6. li zaningeha dîcleyê afîşên tirşikê ; |
|
29.10.2013 17:59 |
brusk56
|
7. xebatên ku gelek gelek giring in. ji ber ku heta niha me kengê xebat kiribe bo danasînê, me sûdê jê girtiye û xwîna tirşikê guherandiye. |
|
27.03.2015 00:48 |
brusk56
|
8. ên ku divê careke din despê bike. |
|
01.12.2019 00:12 |
brusk56
|
9. Kanala YouTube û twîtterê bila çalak be. Li ser wan sepanan bila entryên watedar bêne parvekirin. |
|
01.12.2019 01:11 |
kajav
|
10. Ez wekî tirşikvanekî sillûr û xwernedîk kesên çavên min li wan dibire û dizanim werin tirşikê wê peyamên gelekî baş binivîsînin li ser whatsapp û twîtterê tacîz dikim. Îja ka werin... |
|
01.12.2019 01:19 |
biaqila malê
|
11. xebata ku ez jî ketim navê. êdî wekî ku hun jî zanin ne wekî berê ye û kesên ku di jiyana xwe ya sanal de kurdî bi kar tînin hejmara wan gihîştiye hezaran belkî deh hezaran. dibe ku tirsik.net xwe du qat mezin bike. |
|
01.12.2019 01:22 |
ceso
|
12. Min niha bi taga #tirşiknet ê tweetek avêt di twîtterê de. Li twîtterê civateke xurt û kurdî heye, ji bo reklamê cihekî baş e bi min. |
|
01.12.2019 01:28 |
cara
|
13. Di vê pêvajoyê de Qada Twitterê ji bo danasîna tirşikê bêhempa ye jiber ku komekê çalak û jîr ên xwe wek kurdînûs didin naskirin heye. Ku tirşik bikare xwe bi van bikarhêneran bide heskirin belku tirşik di pêşerojê de geştir û coştir bibe. |
|
01.12.2019 10:28 |
xelîl
|
14. Li ser medyaya civakî em parve bikin. |
|
01.12.2019 11:14 |
yusiv hemed
|
15. her kes çav berde du hevalên xwe û wana bike tirşikvanên xas, hejmara me ê bibe su-sê qat |
|
01.12.2019 12:19 |
bûtîmar
|
16. zelal xan li ser înstagramê ji bo Kurdî çi ji destê wê bê dike. Nêzî 12 hezar şopinêrê wê hene. |
|
05.04.2020 01:44 ~02:01 |
kajav
|
17. hewce ye ku hesabê tirşikê li ser (bnr: tiktok) ê jî hebe, kurd herî pirtir li ser tiktokê henin |
|
05.04.2020 01:56 |
afa
|
18. Ez 2017 an da bi xêra twîtterê ji tirşikê hajdarbûm û bûm endam; piştra gelek jê dûr sekinîm û ev der bîra min çû lê dîsa bi xêra twîtterê hate bîra min . Bi ya min divê bo danasîna tirşikê twîtetter gelek baş were bikaranîn bi taybet ew fîlmên bi binnivîs bala gelek kesan dikşîne. |
|
05.04.2020 03:02 |
nijdar glîdax
|
19. ya herî ewil divê em dost û hevalên xwe bikin şopînerên tirşikê. |
|
05.04.2020 05:22 ~06:56 |
de facto hozan
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |