Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hêmin mukriyanî - tirşik
hêmin mukriyanî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hêmin Mûkrîyanî şaîr û nustox û açarnayoxê Kurd bi. Nameyê ey o rast Muhemmedemîn Şêxulîslamî Mukrî yo.

Hêmin Rojhilatê Kurdistan de, mintiqay Mûkrîyan de, dewa Laçîn de ameyo dinya. Bi hevalê xo Hêjarî reyde, bi azayê Komeley Jiyanewey Kurd. Komara Kurdistan de bi nameyê "şaîro netewî" sinasîya.

ESERê EY nê yê:



- Tarîk û rûn

-Naley cudayî

-Paşerokî mamosta Hêmin




ez wazena yew şiira ey zî sima rê binusî:



Derdî dûrî..Derdî dûrî kuştime

Derdî wişyarî û sebûrî kuştime

Yadî yaran û welatim roj û şew

Lê heram kirdim qerar û xurd û xew

Xem rewênêk lêre min nakem bedî

Çon pena bo mey nebim, saqî! Edî!!

Nabînim xak û welat û şarî xom

Naabînim nasya û dost û yarî xom

Rú le her laye dekem, namo ye bom

Nabînim çêjwan û kewne lanî xom

şew dekêşim, şew nexûnî û bê xewî

Roj deçêjim derd û daxî bê ewî



22.10.2013 13:32 | cinorek

2. stranbêjo kird ciwan haco zî na helbeste sey klame vatebÎ:





22.10.2013 13:38 | cinorek

3. "Kurdewarî, ey wilatê ciwanekem!

Rolekem! Xêzanekem! Bawanekem!"



Naley cudayî:







bi vengê/dengê xo "Beharî Kurdewari":





22.10.2013 15:23 | kurdane

4. Ji gundê 'laçîn'ê ye. ji binemaleke axawetê ye lê li ser rê û resmên wan neçûye. Zêdetir wekî 'mamosta hêmin' tê nasîn. helbestên wî reng e ji nimûneyên herî rewnaq ên hêma duristkirinê bin di sertaserê helbesta kurdî de. çendîn helbestên wî bûne senfonî di nav lepên kamkaran û li ser zarê meryem xana îbrahîmpûr.



yek ji wan ev e li vir, biborin heke xeletî hebin di danivîsînê de..



"Bullbullî ballşkawî wextî gullem

herşeb ollan dede dillî le kulem



moghî bêagirî şewî yelldam

çawerê çarenûsî napeydam



kewî bêdengî nawbaharanim

gullî bêrengî çaw le baranim



kunce cêjwanî çoll û xamoşim

sêberî nazenînî reşpoşim



kêlî gorî şehîdî gumnawim

takedarî terîk bêawim



defterî şê’rî şairî rûtim

şemî ser gor û darî tabûtim



konî gîrawî koneşimşallim

xewnî aloz û xatirey tallim



kunce cêjwanî çoll û xamoşim

sêberî nazenînî reşpoşim



çille reyhanî dûredêrawim

sazî nasazî hellpesêrawim



tikey awingî ser gelley zerdem

xeste w derdedarî çî derdem"



22.10.2013 22:59 | gordereş

5. navê wî yê rastîn seyid mihemed emînî Şêxulîslamî mukrî ye, bi nasnavê hêmin mukriyanî tê naskirin. Navê bavê wî seyîd hesen, navê diya wî zeyneb e.

Hêmin di 1921ê de nêzîkî Mehabadê li gundê Laçînê ji dayik bûye. Di 18ê Nîsana 1986'an de jî li Ûrmîyê wefat kirîye. Berhemên wî yên herî navdar tarîk û rûn û naley cudayî ne. Naley Cudayî yek ji berhemên baş ên Kurdî yên sedsala me tê hesibandin.

di dema komara kurdistanê ya mahabadê de wek helbestvanê netewî hatiye destnîşankirin..



04.02.2014 02:45 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêmin mukriyanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî