Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 9 peyam
    cîran - tirşik
    cîran
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. ji bo kesên ne xizm û merivên mirov lê nêzî mintiqeya ku mirov lê rûdine anku lê niştecih e tê gotin.. ez ne xelet bim peyv bi eslê xwe ji erebî ye û piştî artêşên îslamê di dewra xelîfe îmamê emer de kurdistan vegirtine anku dagîr kirine ev peyv jî hatiye li ser doşeka ferhenga kurdî rûniştiye û pal daye.. di ferhenginên kurdî de di heman wateyê de peyva hevşî jî cih digire yanî lê rast hatime lê hîna min ji devê tu kurdekî seh nekiriye an bi qewlê bahdiniyan guh lê nebûme..



    2013.10.22-14:11 | endazer

    2. bi dimilî: cîran yan zî embiryan (hembiryan)



    2013.10.22-15:33 | kurdane

    3. (bnr: cîran cîran)



    2013.10.22-21:50 | wejezan

    4. jê re cînar jî tê gotin



    2014.11.23-14:47 | mîr

    5. Carnan dibin bela serî. Heya vê saetê, kêfa min xweş bû. Min ji xwe re şîv amade dikir, pê re glenn gould guhdarî dikir, li her derê malê kêf û hizûr difûriya, piştî xwarinê min ê li fîlmekê binêriya û paşê karên xwe yên heyî ve mijûl bibama.. Lê mixabin, ev rewşa bi hizûr zêde li ber xwe neda. telefona min lêda, ya digerî cîrana min a Remziye bû (bawerim xeynî vî navî navekî din lê nedihat) Piştî gotinên klîşe yên telefonan hate li ser meqseda xwe ya lêgerínê û got: "em ê biçin mêvandariyê, ji ber ku xerîb in zarokên xwe nebim ê çêtir be. gelo herdû lawên min, bên li cem te dibe?" bi pirsa wê re keyf û moral bi min re nema * lê min dîsa wekî her carî nekarî bêjim "na" û nekarî derewekê jî bikim.. û Got li ser çavan!.. Erê zanim cîrantî, têkiliyên civakî pêwîst in lê carnan qet hejê nakimê. Jixwe ji serê sibê heya êvarê di nav xirecira zarokan de me bi ser de zarokên cîranan ji min re dibin hew ezeb.. Bawerim xatirê kurdîtiyê nebûya min ê guh neda vê xanimê jî.. Jinik ji dêrikê ye û ji ber şêrr hatine vê derê. Şêniyên apartmanê jî hema bi tevahî ereb in, malbatê polêsan in lewma pê re cîrantiyê nakin. Dema bi vê halî hayîlbûm min guh neda acizî filan bêvanê û wê kengî xwe avêt bextê min, min ew piştguh nekir, jê re tim bûm alîkar. Lê carnan, nemaze demên zarokên xwe dişîne, ji vê helwesta xwe dikevim nav gumanan û ji xwe fedî dikim. Netewperestî tiştek xweza ye gelo yan tişteke rûreş e? Ya ez difikirim çendîn normal e? Neyse, min zêde gazinc kir. Min divê bi zarokan re mijûl bibim.



    2017.01.06-21:01 [guhertin:2017.01.06 21:03]| sergijik

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ciranên kurdistanê

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî