Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 1 peyam
nanê şkeva - tirşik
nanê şkeva
(0) (0) ecêb (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Cûreyekê nan e. Ne li ser sêlê di tenûrê de tê çêkirin. Ji nanê tenûrê ziravtir û ji nanê sêlê jî stûrtir e. Dema tê çêkirin hinek dohn (ron, yax) lê tê kirin. Piştî di tenûrê de germ bû, nan dibê tebeq tebeq. Yanî ti dikarê tebeqeyên nan bi hijmêrê.. Ewqasî tama vî nanî xweş e kû mirov dikarê xwirî jî bixê. Di piçûktiya xwe de dema diya min ev nan çê dikir me hinek dohnê dî jî li rûyê nan dikir û hinek jî şekir ser de dikir û me dixwar. Tê bêjê qey me gezo dixwara. Ewqasî tama nan bi ME xweş dihat.



2013.10.24-01:14 | nan û av

2. nanê ku ez ne şaş bim hevîrtişik lê nayê kirin.. ji ber ku hevîrtirşik lê nayê kirin hevîr çawa tê stirandin welê jî tê pehtin û çêkirin.. ji ber ku hevîrtirşik di nav de nîne ev nan zû hişk dibe yanî divê bi dest xwe re were xwarin.. ev nan exlebê caran ji ber ku çêkirina wê hem hêsan e û hem jî bêmesref e wekê nanê sedeqê jî tê binavkirin.. tê bîra min berê di gerandina şîva miriyan de ev nan dihat gerandin..



2013.10.24-01:24 | endazer

3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2014.06.07-16:28 | rasteqîn

4. (bnr: sêl), (bnr: sîl), (bnr: sil) (bnr: silê,) (bnr: silo) (bnr: nanê silo)



2014.06.07-23:04 | cekdar

5. nanê ku min nedizanî şikevatiya wê ji hişkiya wê tê..

nanê ku bi rastî jî zû hişk dibe, hê germ te xwar te xwar te nexwar wê bibe behra bizin û kehrikan..



2014.06.07-23:42 | endazer

6. nanê ku bicemide jî hişk nabe ye.wekî hemî nanan heke te nixumand zû bi zûka hişk nabe.Qewlê wê yê mayînê hefteyî ye.heke mirov nanê tenûrê jî nenixumîne ew jî wê hişk bibe.Yanî ti eleqa hişkbûnê û germbûna wê bi hev re nîne.Bicemide jî nerm dimîne.

ji hişkevayê bêhtir "jikeva"yê hatiye.Ka vêca "keva" çi ye ?



2014.06.07-23:49 | cekdar

7. li gorî nanê tenûrê zûtir hişk dibe yek jê ji ber ku hevîrtirşik nayêxine nav de û ya dî jî ev nan li gorî nanê tenûrê ziravtir û teniktir e.. eseh nikarim bêjim şikeva ji hişkayetiyê hatiye lê ez bi dileke rihet karim bêjim, ev nan li gorî nanên dî zûtir hişk dibe..



2014.06.07-23:59 | endazer

dengdanên dawîn (Yên Din..)
arjen arî [4]
şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navên hespan [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nanê îsa dixwê salewata li ser musa tînê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî