Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    zarokanîn - tirşik
    zarokanîn
    (0) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Hin ji yên hatî malê didin hev, amadeyê hatina mêvanan dikin û hin jî li ser dest û piyê pîrikê diçin û tên. Ku jinik ji tengiyê difilite û zarûk bi saxî tê dinyayê, şahî dikeve malê. Ku kur be mîzgînî mezin e, ku kur bûbin û çavê malê li riya keçikek be û ev jî keç be, dîsa şahî û mizgîniyek mezin e.



    Zarûkê nûbûyî di qumatkê de datînin ser bêjingê. Tiştek hesinî û himayîl datînin ber serî. Dayik ango jinika zîstanî jî ya derzî an fîlket bi melesa xwe vedike û ew tê tenga ber devê wê. Baweriyek heye ku “heftik” tê zarûk dibe û “cin” jî di dev de dikeve nav hinavê jinika zîstanî cigera wê derdixe; bê guman ev nedîbar in, ji me ve nayên dîtin.



    Roja pêşiyê û rojên di pey de wek xwarin; pilor û xwarinên ji dims (doşava tirî), hingiv didin dayikê. Hingiv didin pitik jî. Ku kurik be “pito” ye, ku keçik be “pitê” an “pizê” ye.



    Ji bona bibîranîna wan dixwazim navê çend pîrikên navdar ên di dema zarûtiya xwe de bidim:



    Zûra Seîd: Diya Nezîr, Elîşan, Heybet û Beşîr; Eyşana xedeme: Jina Remezanê Gozê, diya Şerîfê karmendê nexweşxanê; meymê Nesra damariya seyd Mehmûd; xatiya Xato: Jina Hiseynê Ferhendî.



    Pîrik bi tenê alîkarê dema zarûkhatinê nîn in, wekî dinê pisporê êş û azarên zarûkên nû çêbûyî û yê jinên zîstanî ne jî. Pisporiya wan ne ji ber xwendinê ye, lê ji ber serwextî û serpêhatiyên wan ên bi salan e.



    Bêguman li her taxek Farqînê û di her çaxê de gelek pîrik hene ku ne gengaz e li vê derê navê giştan bi rêz bikim, lê dikarim bêjim ji wan yên mirî gorbehişt û yên zindî her dilşa bin.



    Ev zarûk çêbûyîna ji malbatek re bi hin awayan tê pîroz kirin: Ku malxwe halxweş be, vê bûyerê bi qurban an mewlûd dayînê pîroz dike. An jî bi şîranî belavkirina li derûcîranên nêzîk ev pîrozkirin çêdibe.



    Heftik: Şevek girîng e. Baweriyek gelêrî ya wisa heye ku şeva hefta pîrikek giyanxerab tê yê nûbûyî ji xwe re dibe. Ev birin ne ku can û laşê wî bi temamî dibe; lêdixe, dikuje û giyanê wî ji xwe re dibe. Heftik ji hesin û sûreyên Qur’anê ditirse, newêre xwe nêzîkî wan bike, ji ber wê jî perçehesinek paqij û himayîlek ku sûreyê Qur’anê tê de hebin datînin ber serê qumatka li ser bêjingê. Ew şev heta serê sibê yek an hin kesên ji malê li ber dayik û pitikê şiyar dimînin, nobeta wan digirin û çavê wan her lê ye ku tiştekî mîna sî an pisîk (pisîka reş) neyê di ber serê wan de derbas nebe. Sawa heftikê gelek giran e û li serê dinya xwedê çîrok hene.



    Nav lê danîn: Wek rê û rêçik navdanîna li keçikan mafê bavê û ya kurikan yê malbatê ye. Di navlêdanînê de ji hevdû dipirsin, bi hev dişêwirin. Piştî ku li ser navek biryar dan bi gelemperî rasterast dibêjin navê pito an pitê “ev”. Navdanîna bi riya ayîna dînî jî heye ku ev jî bi vî awayî ye; melakî di guhê zarûkî de bang (azan) dide û dibêje “navê te ev”.



    Carina hin kes hene ku li hember navdanîna li yekî derdikevin. Wek numûne piştî navdanîna li birayê min, xalê bavê min xwe xeyidandibû ku çima bavê min navê kurê wî li yê xwe daniye. Bavê min rabû ew nav bi navek nêzîkê wî navî guhart; bi wî awayî gelş pak bû. Lê bêguman ev tiştek mecbûrî nebû, ji rêzgirtinê bû.



    Zîstanî: Jinika ku razaye (zarûk aniye) hetanî çil rojan di rewşa zîstanî de ye. Bi awayê dînî bêlimêj e, nikare rojî bigire, destê xwe bi Qur’anê bike. Bi awayê baweriya gelêrî divê bi melesa xwe devê xwe bigire, li ber tenga devê wê derzî an fîlketek di melesê de hebe ku wê ji giyanên neqenc biparêze. Du jinên zîstanî divê bi ser hev de neçin û neyên, dengên wan bi ser hev nekevin.



    Çile hilanîn: Piştî ku çil roj di ser zarûk anînê de derbas dibe, roja çil û yekê de bi alîkariya pîrik an yeka dîtî (bi tecrube) serê zarûk û diya wî tê şûştin. Şûştina dê wek destmêja serapê ye ku li ba me bi gotina “cinobet hilanîn” an bi bilêvkirina melayan “xusil” tê gotin, lê maneya “xusil”ê bi erebî “şûştin” e: Cilan jî bişoy “xusil”e, tevirkan jî bişoy “xusil” e.



    Dîsa wek ayîn (seremonî) tasikên çile hilanînê hene ku di nav û ji derva de sûreyek ji Qur’anê bêtir jî sûreya “ayet ul-kursî” kolayî ye, pê av li wan dikin. Ne ferz e, lê wek piştrastiya psîkolojîk e.



    Dayika ji çile derketî, êdî dikare limêj bike, û here serdana yeka dinê ku wek wê bi dergûş e. Pitikê ku li ser bêjingê bû piştî du-sê hefteyan dikin dergûş (landik) ê.



    Diran derxistin: Diran (dindan) derxistin di jiyana zarûkek de gehînekek girîng a şadiyê ye û bi ayînek taybetî tê pîroz kirin. Gazî merivên malê û derûcîranên bêtir jî yên bi zarûkên piçûk tê kirin; danûk (nok û dan) tê kelandin ku ev yê sereke ye. Zarûkê diran derxistî li ser ober, çarşev an cawek paqij didin rûniştin; zarûk û mêvan li dora wî çember digirin, tiştên ku numayên pîşekariyê ne datînin berê û danûkan bi serê wî de dadikin. Piştî dakirina danûkan dihêlin an pê didin kirin ku rahije yek ji wan tiştan. Ku rake himayîlê ewê bibe xwenda (mela), ku rake şe û neynikê ewê bibe berber, ku rake meqesê ewê bibe terzî û h.w.d. Di pey de li mêvanan danûk û tiştinên dî wek şekir, gûz, mewîj filan belav dikin.



    Di pey de êdî zarûk hêdî hêdî ji şîr vedikin. Ev dema ji şîrvekirinê li hin zarûkan zêde xuyan nake, lê li hin zarûkan dibe gelşek giyanî û laşî. Zarûkên ku têr şîrê diya xwe venaxwin û pê nexweşokî dibin, ji wan re şîrşihitî dibêjin.



    Guhar, kezî û navê filehan: Dê û bavên ku zarûkên wan ên kurîn ji wan re nediman zû dimirin; guhar dikirin guhên wan, porê wan berdidan dikirin kezî an bi navek filekî gazî wan dikirin ji bona rihstîn an xeyber pê bixapin û bêjin “ev keç e, an fileh e; ji me re ne lazim e” û wî ji xwe re nebin (nekujin) û ew ji dê û bavê xwe re bimîne. Mayîna zarûkên kurîn ji bona dê û bavan piştrastiya ji pêşeroja wan a heta mirinê û ewlehiya wan a sosyo-psîkolojîk, aborî ye û garantiya bêkes û bi tenê nemayîna di jiyanê deye. Bêkes û bi tenê mayîn di civaka me de rezîliya herî giran e, di civaka rojava de jî îro gelşeke mezin a psîko-sosyolojîk e.



    Heft salîtî: Gehîneka pêşî ya zarûtiyê di ketina heft saliyê de li paş dimîne, ji vê pêde heta balixbûyînê gehîneka dudiyan an ya dawîn e. Zarûk heta niha ne fama bû, êdî fama ye. Herçend li ser ne ferz be jî divê êdî dest bi pêdiviyên dînî wek limêjkirin, rojîgirtinê bike; ji bona pêkanîna wan ji aliyê mezinan ve lê bê geşkirin. Xwendina dînî bi piranî di pênc – şeş saliyê de, ya nûjen jî di vê salê de dest pê dike. Eger ewê neçe xwendegehê, li gundan bi hinekan re hînî çûyîna ber karik û golikan, li bajêr jî çûyîna ber destê pîşekarek di vî jiyî de dest pê dike. Keçik be êdî bi kurikan re bi malokan naleyîze, bi heval û hogirê xwe yên keçik re dileyîze, êdî çaxê wê yê dest bi hînbûna neqiş, tentene, gore ristin, şîr dotin, dew kulan û w.d ye.



    2013.10.24-01:56 | endazer

    2. (bnr: herî kêm sê zarok)



    2013.12.07-22:24 | ceso

    3. zarokanîn wate; ji bo tirka 3, ji bo kurda 4.



    2013.12.07-22:31 | pirço

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesê ku qet game of thrones temaşe nekiriye û pubg neleyîstiye [1]
    kesê pîroz e, kesê bimbarek e, kesê bilind û mezin e. lazim e were ...
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zarokanîn

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî