Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
lana del rey - tirşik
lana del rey
(0) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. canîka ji emerîkayê.van salê dawî zêde navdar bû, bi dengekî qedîfeyî,bi xemgineyeke bêhampa,bi qilibên tehma salên 80 yî stranên gelek xweşik dibêje. ji bo destpêka guhdariyê fermo:







08.09.2013 22:11 | tivirloismail

2. dengê di tehma dizîna gindor û petêxan,çêkirina firîkan.



08.09.2013 22:12 | tivirloismail

3. Ez dibêjim qey dilê min tê de ye.



25.10.2013 20:59 | ceso

4. ajansa magazînê ya tirşikê bi pêşkeşkirinê kêfxweş e ku ev stranbêja delal lezbîyenekê xweş e. stranên wê ya melankolîk û ev demsala ku em têde ne, li hev bikin jî xwe pir nêzî wan nekin. xwekuştinekî din, ji xemên modern pêkbê, ne hewceyek e.



05.10.2014 00:57 | biruya hayao miyazaki

5. (bnr: summer wine)



10.06.2016 00:39 | gulêê

6. dengê wê, tarza wê gelek xweş e.
şahstrana wê summer wine lê çend stranên wê yên din weke summer wine xweş hene. mesela: born to die, video games, summertime sadness û young and beautiful
van rojan stranbêja min a favorî ye.



03.11.2016 01:37 | mergehez

7. yek ji wan mijaran e ku ez jê şaş mam çawa heta niha min li jêr tiştek negotiye û nenivîsiye.
navê wê yê rastî û resmî; Elizabeth Woolridge Grant e, sala 1985an li new yorkê xwudê daye. albûma wê ya ewil ya bi navê Lana Del Rey A.K.A. Lizzy Grant, sala 2010an derket, lê bêtir bi stran û vîdeklÎba xwe ya video games li ser înternetê belav û binavûdeng bû. heta niha pênc albûm derxistine.
2010: Lana Del Ray A.K.A. Lizzy Grant
2011 : Born to Die
2012: Paradise
2014: Ultraviolence
û 2015 Honeymoon
ji bilî stranbêjiyê, modêliyê jî dike, ji bo bedewiya wê dibêjin estetîk lê bêyî estetîk jî xanim pir bedew û levhatî bû, ji bo dengê wê kontralto û ji bo cureya mûzîka wê jî sadcore dibêjin.
bi xwe, xwe wek; ''self-styled gangsta Nancy Sinatra" (nancy sinatraya gengsta ya wekê xwe) pênase dike. strana wê ya blue jeans û strana wê ya ji albûma dawîn high by the beach, dîsa çendî wekê stranên wê yên din zêde ne popûler be jî strana wê ya off to the races, û old money pir xweş in. stranek din jî heye lê navê wê nayê bîra min.



03.11.2016 21:27 | endazer

8. Her roja dîtir bêhtir kêfa min ji vê Xanim û stranên wê re tê. Staneka wê ya bi navê i'm your national anthem (ez sirûda te ya neteweyî me) heye. Dema di Erebê de ev stran derdikeve ji bo stran nîvco nemîne rêya xwe dirêj dikim. ;) Qeyda li ser youtubeê û ya albumê ji hev ferq dike. Li ber dilê min versiyona albumê ji ya klîbê xweştir e. Li ser bextê şiroveyan dibêjin stran ji bo John f. kenedy serokê berê yê Amerîkayê ku 1963an bi suîqestê hatiye kuştin hatiye çêkirin
Û yek jî Xanima bi navê miley cyrus strana wê ya bi navê summertime sadness jê xweştir û jidiltir dibêje.



26.04.2017 22:13 | endazer

9. Zarokên di temenê min de ji bo vê jinê dimirin. Min berê digot, mezin nekin gûye we dernexin. lê piştî guhdarîkirina wê bi rastî pir xweş e.

(bnr: jina ku femînîstan hêrs dikî)



01.10.2023 19:52 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» lana del rey
» delilandin
» reyandin

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî