1. canîka ji emerîkayê.van salê dawî zêde navdar bû, bi dengekî qedîfeyî,bi xemgineyeke bêhampa,bi qilibên tehma salên 80 yî stranên gelek xweşik dibêje. ji bo destpêka guhdariyê fermo: |
|
08.09.2013 22:11 |
tivirloismail
|
2. dengê di tehma dizîna gindor û petêxan,çêkirina firîkan. |
|
08.09.2013 22:12 |
tivirloismail
|
3. Ez dibêjim qey dilê min tê de ye. |
|
25.10.2013 20:59 |
ceso
|
4. ajansa magazînê ya tirşikê bi pêşkeşkirinê kêfxweş e ku ev stranbêja delal lezbîyenekê xweş e. stranên wê ya melankolîk û ev demsala ku em têde ne, li hev bikin jî xwe pir nêzî wan nekin. xwekuştinekî din, ji xemên modern pêkbê, ne hewceyek e. |
|
05.10.2014 00:57 |
biruya hayao miyazaki
|
5. (bnr: summer wine) |
|
10.06.2016 00:39 |
gulêê
|
6. dengê wê, tarza wê gelek xweş e. |
|
03.11.2016 01:37 |
mergehez
|
7. yek ji wan mijaran e ku ez jê şaş mam çawa heta niha min li jêr tiştek negotiye û nenivîsiye. |
|
03.11.2016 21:27 |
endazer
|
8. Her roja dîtir bêhtir kêfa min ji vê Xanim û stranên wê re tê. Staneka wê ya bi navê i'm your national anthem (ez sirûda te ya neteweyî me) heye. Dema di Erebê de ev stran derdikeve ji bo stran nîvco nemîne rêya xwe dirêj dikim. ;) Qeyda li ser youtubeê û ya albumê ji hev ferq dike. Li ber dilê min versiyona albumê ji ya klîbê xweştir e. Li ser bextê şiroveyan dibêjin stran ji bo John f. kenedy serokê berê yê Amerîkayê ku 1963an bi suîqestê hatiye kuştin hatiye çêkirin |
|
26.04.2017 22:13 |
endazer
|
9. Zarokên di temenê min de ji bo vê jinê dimirin. Min berê digot, mezin nekin gûye we dernexin. lê piştî guhdarîkirina wê bi rastî pir xweş e. |
|
01.10.2023 19:52 |
horhorik
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |