Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
bilûra min - tirşik
bilûra min
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekemîn helbesta kurmancî ya bi "wezna serbest" hatî nivîsandin e. helbesta mîr celadet alî bedirxan e. cara ewil di kovara hawarê de hatiye weşandin. c. alî bedirxan di binê helbestê de navê xwe wek "seydayê gerok" nivîsandiye. helbest ev e:



Bilûra min a şîrîn

tu di sariya sibehê

û hingûra êvarê de

hevalê bêhevalan,

destbirayê şivan û dilketiyan î.

Dengê te

hêstirên dilên xemgîran,

silava ji hev-veqetiyan,

girîn û zarîna dilketiyan

tîne bîra min.

bilûra min tu î,

xemrevîna terkeserên dinyayê!



Dengê bilûra min,

çiya û zozanên bilind,

kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,

guhê şkeft û serê zinaran

guhdarên te ne!

û sira bayê xerbî

te di nav pelên darê de digerîne.



Bilûra min, were emê

bi wî çiyayê bilind re

bi hewa kevin,

û bibin cîranê bayên xurt



û hevalê kimtên wan

yên bi mij û dûman,

û tê de dengê xwe berdin,

û zarîna dengê me

bikeve nav kortal û geliyan

û bêcaniya erdên jêrîn

bihejîne;

û pêlên ava heftreng

ên xemzebaz

nalîna me bigehîne

deşta Sirûç û Diyarbekirê;

û beriya mêrxasên Berazan;

û kalîna berxan

tev şehîna hespan

li me vegerînin.



Bilûra min, binêre û bibihîze!

Roj çû ava,

stêra êvarê bû geş,

kolosên çiyan ên gewr

û hewraniyên wan ên sor û zêrîn

bûne çûn;

û pêlên ava şevê ên reş

ketine deşt û newalan

heta rûyê gir û kepezan.

Di qeraca de

kevir piyê şevgera dixapînin

û bêdengiya şevê de

pêjna lingên mêrxasan tê.



Bilûra min,

dengê xwe berde!

Dinya, mîna zarokekî berşîr,

ket dergûşa xwe;

Dengê xwe berde, bilûra min,

û jê re bilorîne,

xema wê birevîne!

Bilûra min tu î.



Xemrevîna terkeserên dinyayê;

û li rohelatî

dema ko dinya hişyar dibe

ji xew radibe

ji me re

strana azadî û serbestiya

Kurdistanê

binehwirîne,

û dengê wê stranê, bila,

mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn

bikeve nav dil û guhên me.

Bilûra min,

Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.

(seydayê gerok)





26.10.2013 05:27 | zero

2. yek ji serkeftîtirîn helbesta kurdî ye.. mezinaya hunera qelema celadet elî bedirxan di vê helbestê de xwe nîşan dide.. ciwan haco ev hebest kiriye beste û bi terz û şêweyeke serkeftî stirandiye..





26.10.2013 20:16 | endazer

3. strana ciwan haco. wÊ stranÊ kingav guhdar bikim, ciwan haco berÎya 'sÊ sÊ sisÊ' herbÎ herbÎ hunermend buye dibejim. malasef paşÎn pir xirabuye.



http://www.youtube.com/watch?v=OlB0lWK31ug



09.03.2014 13:31 | hun çawane heval:)))))))

4. helbesta celadet elî bedirxan a, ciwan haco jî pêva da ye.. stran û helbest li hev hatine...



09.03.2014 13:58 | mamostanısebin

5. mijara dive wek ''bilûra min'' bihata vekirin. helbesta mîr celadet ya ku bi îmzeya ''seydayê gerok '' di kovara hawar de 1 îlona 1941 de hatîye weşandin.(hawar hejmar 32).



09.03.2014 14:00 | diljan

6. gava kû ez xwedekar bûm,ez ji welat diçûm stenbolê rêvîtîyamin 20 seat berxwedidan ,min ew strana ciwan haco bêhed gûhdarî dikir,mixabin rê kin nedibûn feqet bîhna min fireh dibûn bi wî stranİ,,gava ez digihîştim çîyayê bolûyê min dest bi gûhdarîkirina "ahmet kaya -beni tarihle yargıla" dikir..gava ew roj tên bîramin ez kelegirî dibim.paştamayina wan rojana ew 10 sal derbas buyê ..



25.01.2015 13:10 | hesen bira

7. vê helbestê selim akgul dixwîne, pirr pirr xweş dixwîne, dema ji kar derdikevim ango dema ji tirkan û ji civata tirkan derdikevim vê helbestê li malê bi saetan ji dengê vî camêrî guhdarî dikim..

nikarim hestên xwe yên kurdbûnê baştir îfade bikim, qirika min tehl dibe wisa qiriktehliyeke xedar ne derbas dibe ne jî dihêle ku têde ji êşê bimirim, zêde hej ji ajitasyon û dramatîzasyonê nakim, na bi xwudê tu eleqeya wê bi vê hestên min ên qiriktehl nîn e, jixwe ez qet nizanim mariv çawa bo welêt bêyî ku kelogirî bibe tunebûna wî hîs bike..

evî camêrî ev helbest xweş gotiye, bi dengê xwe yê xurt û dilzîz rehmet li giyana mîr celadet xwendiye, xweş helal be jê re..

di demajoyiya guhdarîkirina ango orgazmbûna vê helbestê de dil dikim welatekî azad, dil dibijînin civateke ne seqet, hêviya bajarên kurmancî mezin dikim, dikim dikim û dibînim ku dengê bilûra mîrê min di tevahiya kurdistanê de tê bihîstin, dixwazim ku hezar km ji tirk û ereb û farisan dûr bim, dixwazim di navbera welatê me û wan de betonên ji surhên amedê zeximtir, bilindtir û stûrtir hebin, dixwazim kes eleqeya me neke, dixwazim ala rengîn di hemî lûtkeyên welêt de pêl bide, dixwazim di welatekî azad de arjen ariyên me yên nû yên dilpak, mejîzêr derkevin li ser dikê û ji bo milyonan re bibêjin;

li hezê digerim

di dilê welatekî de li vî diyarî

min ji welatekî hez kir, hinekî ji j' vî bajarî

û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..

dixwazim gerilayan werin nava bajaran, hej ji keçikan bikin, hej ji xortan bikin, bi wan re çay vexwim, cixareyê bikşînim, dixwazim.. dema ev camêr vê helbestê dixwîne di ûtopîstana xwe de li benda mirina xwe bisekinim...

lê dizanim nabe, wê qet jî nebe..

û huş bin! wa ye pêjna lingên mêrxasan tê..



Here lînkê



09.09.2015 00:42 ~00:43 | ferhenga şikestî

8. helbesta mîr celadet bedirxan e.
bi dengê selîm akgûl:




28.04.2016 15:12 ~2022.03.26 12:14 | cinorek

9. vê sebendê ser radyoya tirşikê lê dide. ciwan haco serwextê ruhê helbestê bûye ji îmana bilûrê dilorîne.

"bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt"



16.03.2020 06:35 | hespêsor

10. ev hefteyek e, min dehan car guhdar kir. mîna zarokên berşîr carekê din carekê din guhdar dikim û ji xew radibim. celadet alî bedirxanê gorbihuşt dilê xwe rijandiye nav peyvan û ciwan hacoyê emirdirêj jî kirasekê xweş ji dengan jê re dirûtiye. levhatinekê efsane ye.



20.04.2020 15:04 ~15:05 | biruya hayao miyazaki

11. strana ku heçîyê bixwaze ji vê dinê bar bike guhdarî bike ye. mîna îngîlîza gotî amazing!
Helbest ya celadet elî bedirxan e muzîk jî ya the kingê kurda ciwan haco ye



21.04.2020 00:51 | soryazyus

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bilûra min
» mindal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî