1. ji bin her kevirekî de derdikeve lê kes nizane çi karî dike.. henek li aliyekÎ nivîskar û berhevkar û rojnameger û siyasetmedar û terzî û necar û hedad û nanpêjeke kurd e.. li gorî wîkîpediyayê 5 pirtûkên wî yên çapbûyî hene.. filîtê quto, karapetê xaço û pirtûkek li ser jiyan û jînenîgariya şivan perwer.. |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
2. Wele kevirbirî ye, bikevirdedirî ye, nizanim, lê Tiştê ez zanim, tu kîjan kevirî radikî, ji min derdikeve... |
|
26.10.2013 23:59 |
çeqilmast
|
3. kesê ku navê wî li tirşikê şaş hatiye nivîsîn e. (bnr: salihê kevibirÎ) |
|
24.11.2013 14:41 |
oxir
|
4. (bnr: salih taşkesen) |
|
16.01.2014 12:03 |
gurê manco
|
5. kes hejê nake lê camêr gund bi gund li hemû mintiqeyên qefqasyayê yên kurdnişÎn digere û jiyan û serpêhatiyên kurdên li wir dijîn tÎne û digihîne heta ber guhê me.. vêca bi zimaneke xweş û sivik.. |
|
16.01.2014 21:01 |
endazer
|
6. hembajariyê min e. yek ji 2-3 pirtûk kurdî yên ku min ewil xwendine, ya wî bû. ez bawer im pirtûka wî ya bi navê gera pênûsê bû. dîsa ne xelet bim, wî jî mîna hinek hunermendên din, bi bandora strana helebçe ya şivan perwer dest bi nivîsandina kurdî kiriye. |
|
16.01.2014 21:06 |
simurg56
|
7. zilamek nivîskar e. pêşiya 4-5 salan careke li ser maseyekê cem hevalan me çayekê bi hev re çayekê vexwariye. ya rastî, bi min piçek pozbilnd xuyabû. |
|
16.01.2014 21:10 |
em in ew lolo
|
8. dema behsa kurdên gurcîstan,ermenîstan,Qirgîzîstan velhasil sovyeta berê tê kirin ew tê bîra min.her nivîsên wî yî rudaw.net'Ê nirxbilind in.. |
|
07.02.2014 10:20 |
cemedî
|
9. nivîsvanê ku rudawê de jî dinivîse. tam jî van rojan li ser êzidiyan nivîsek lê kiriye; |
|
05.08.2014 21:13 |
simurg56
|
10. gelo paşnavê salihê kevirbirî, kevir birî ye (li derekê birin derek dîn )yan kevir birrî ye. ( kerî kirin) * salihê keviran kerî dike |
|
06.08.2014 00:46 |
bêhûd
|
11. ez dibêm qey paşnavê xwe taşkesen e û camêr ji xwe re paşnavekî kurdî î maqul û guncav nediye û hema paşnavê xwe wergerandiye kurdî û buye kevirbirî. belkî ne ne wilo be jî, nizanim, ellahû alem. |
|
06.08.2014 01:57 |
seydayê_peyvan
|
12. ji parvekirinên wi yên dawîn ên li ser instigramê xuya dike ku dengê wî xweş e. |
|
26.12.2016 14:30 |
diclefirat
|
13. mêreke, camêreke. li cîhê xwe rûneniştiye û li cem kurdên belavbûyî geriyaye. meriv bi xêra wî bêtir zane bê kurd li ku hene û çawa bûye ji wan ku ev rêvîtî kiriye. |
|
27.12.2016 00:54 |
berxweda
|
14. wexta ez li stenbolê dijîyam carûbaran li üsküdar û beşiktaşê lîqayî evî camêrî dihatim, her gav bilezûbez dimeşiya, carekî min got ez hêz bidim xwe û herim pê re biştexilim lê bi xwudê min bi xwe nedît, ev dermena bixwerenedîtinîzmê doxtor û hekîmên swîsreyê jî peyda nekirine neyse axirî nivîskarekî jêhatî ye, gelek zanîn û agahiyên derbarê kurdan de ên ku ber bi qeliştekên tarî de digindiriyan ji mirinê xelas kirin û pêşberî me kurdan kirin, di vî warî de ger meriv heqê wî camêrî bixwe heram e. |
|
27.12.2016 11:49 ~11:51 |
ferhenga şikestî
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |