Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 16 peyam
aforîzmayên rênas jiyan - tirşik
aforîzmayên rênas jiyan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. - hezkirina ku ji fesadiyê û ji xerabiyê û ji şikê ne xurttir be û bi xencerê nehatibe cerribandin ew ne tu hezkirin e!

- wêje jî, erotîzm jî bêyî evînê nikarin hebin û bêyî wê nikarin deqqeyekê jî biqedînin.

- hay ji hinekan heye ku em ê êşên xwe ji bîr bikin, paşstûyê xwe bixurînin û ji dîrokê cêlî bibin û herin; lê belê nizanin ku ji roja me dest bi daxwaza serbestiya welatê xwe kiriye û bi vir ve, em bi stêrkan şêwirîne, em bi helbestan perwerde bûne û em bi stranan û baranan dewlemend bûne.

- ne huner be bîra birîndar ji janên xwe xelas nabe, aş nabe.

- goşt, her tim dikare hebe, agir her tim dikare hebe, lê heta ku ev goşt û agir di pêvajoya "çirûskîsyon"ê re derbas nebin, ango heta ku agir goştî nebirêje huner ava nabe, tehm çênabe.

- hunera serkeftî bi azadiyê ava dibe, huner azadî ye, ger azadî tune be huner tune ye.

- Jiyan, "janya"yek e, welatekî bedew e lê bi jan e; di pêvajoya jiyînê de an mirov diêşe an jî diêşîne, her tim trajedî li dar in. Di jiyanê de êş heqîqet e, êş hebûn e.



27.10.2013 03:34 | zero

2. ronesans a me ye, rênasans ê



01.11.2013 22:43 | rêzan

3. Belê, pîr im biqasî emrekî pênc mîlyar salî û kulek im jî. Celebên mirinê pirr in; şûr, xencer, gulle, jahr û carinan "ji te hez dikim"ek jî ji van celeban yek e.



25.02.2014 01:08 | ferhenga şikestî

4. Pêxembereki sexte di nav kirasê xwe ye gewrîboz de,ji derewan be jî dest dirêjê min nekir



15.03.2015 18:11 | quşxaneli


dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» aforîzmayên hiqûqê
» rênas
» jiyana mirov çawa watedar dibe

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî