Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
göğe bakma durağı - tirşik
göğe bakma durağı
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteka binav û deng ya helbestvanê tirk turgut uyar e..



'ikimiz birden sevinebiliriz göğe bakalım

şu kaçamak ışıklardan şu şeker kamışlarından

bebe dişlerinden güneşlerden yaban otlarından

durmadan harcadığım şu gözlerimi al kurtar

şu aranıp duran korkak ellerimi tut

bu evleri atla bu evleri de bunları da

göğe bakalım



falanca durağa şimdi geliriz göğe bakalım

inecek var deriz otobüs durur ineriz

bu karanlık böyle iyi afferin tanrıya

herkes uyusun iyi oluyor hoşlanıyorum

hırsızlar polisler açlar toklar uyusun

herkes uyusun bir seni uyutmam bir de ben uyumam

herkes yokken biz oluruz biz uyumayalım

nasıl olsa sarhoşuz nasıl olsa öpüşürüz sokaklarda

beni bırak göğe bakalım



senin bu ellerinde ne var bilmiyorum göğe bakalım

tuttukça güçleniyorum kalabalık oluyorum

bu senin eski zaman gözlerin yalnız gibi ağaçlar gibi

sularım ısınsın diye bakıyorum ısınıyor

seni aldım bu sunturlu yere getirdim

sayısız penceren vardı bir bir kapattım

bana dönesin diye bir bir kapattım

şimdi otobüs gelir biner gideriz

dönmeyeceğimiz bir yer beğen başka türlüsü güç

bir ellerin, bir ellerim yeter belleyelim yetsin

seni aldım bana ayırdım durma kendini hatırlat

durma kendini hatırlat

durma göğe bakalım'



wergera wê ya ku min ji tirkî bo kurmancî wergerandiye:



em her du jî dikarin dilê xwe bi hev û din xweş bikin û li ezmên binêrin

ji van çirayên korik ji van neyşekeran

ji diranên zarokên berşîr ji tavê ji gil û giyayên ziyanok

min ji van çavên min ên bênavber ji xwe dixwin xilas bike

ji van destên min ê newêrek yên ku her û her tiştekî dipelin bigire

xwe ji ser van malan re biqevêze ji ser van û ji ser yên din re jî

û were em li ezmên binêrin





bîskek din re em ê li filan sekingehê bin û li ezmên binêrin

em ê bêjin me li filan derî peya bike otobûs dê bisekine em jî dê peya dibin

ev tarî û zilumata şevê wiha xweş çêbûye helal be ji xwudê re

bila herkes di xew ve here xweş e halo kêfa min jê re tê

pêxwas polîs têr û birçî kî hebe bila di xew ve here

bila herkes rakeve bes ez nahêlim tu rakevî û yek jê ez ranakevim

dema tu kes tunebe em dibin em em ranekevin

çawa be serî li me mest bûye çawa be em ê li rûyê hev bigerin li kolanan

dev ji min berde were em herin seyra ezmên





di van destên te de çi heye nizanim were em li ezmên binêrin

herku digirim pê xurttir dibim qerebalixtir dibim

ev çavên te yên zemanê berê wekê daran wekê ku bi serê xwe bin

ji bo xwîna min li te bikele li te dinêrim dikele

min tu girtî û anîyî vî cihê asê

çi qas pencereyên te hebin yeko yeko min hemû dadan

ji bo ku berê xwe bi min ve bikî yeko yeko min hemû dadan

bîskek din re otobûs tê em ê lê siwar bibin û lêbidin herin

cihekî ku jêrevîn û jêvegerîn jê re nîne bineqîne wekê din na

destên te û destên min besî hev in bêje erê

min tu girtî û ji xwe re hilanîyî nesekine xwe bîne bîra min

nesekine xwe bîne bîra min

nesekine were em li ezmên binêrin





(bnr: sekingeha seyra li ezmên)



08.06.2013 17:58 | endazer

2. di rêzefîlma bi navê "leyla ile mecnun" de yavuz vê helbestê xweş xwendibû.





27.03.2014 23:56 | zero

3. Helbesta ku dema em li lîseyê bûn mamosta me ya edebîyatê bi me da bû ji ber kirin. Heta min zanîngeh xilas kir jî hêj di bîra min da bû. Niha ez tenê dikarim nîvekî wê ji reva bixwînim.



21.07.2018 00:22 | xelîl

4. Ev helbesta û hemû gilî gotinên "mavî, mavî huydur bende, göge bakalım" felan û fîstan bo min pîvaneke mezin e ku bi merîvekî re têkilî bidomînin an na. Yanê bi raya min ew nivşa bi awayekî nîv-arabesk, nîv- qaşo çepgir,hemû bi van tiştên tewş xwe aş dikin, aj dikin *)))) nêzîkî esmanan dûrî min bin law...



21.07.2018 13:41 | jifêzagorda

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» göğe bakma durağı

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî