Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
haruki murakami - tirşik
haruki murakami
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî japonî ye, her sal navê wî camêrî di listeya xelata nobelê de derbas dibe lê hê nestandibe jî bo min wî ji zû de ew xelat ji xwe re girtiye, pirtûka wî ya "The wind-up bird chronicle" a şîrîna ber dilê min e.



27.10.2013 23:18 | elomelo

2. vê payîzê min du heb pirtûkên wî xwendin. zimanê camêr ne xerab e wexta meriv dixwîne bi meraqeke mezin dixwîne hama dixwaze pirtûkê xelas bike lê dema tu pirtûkê xelas dikî dibêjî êê? yanê tiştê ku min fêm kir wî romanên xwe li gorî bendewariya xwendevanan bi dawî nake. wek ku xwendevanan bişeqizîne, hêviyên wan pûç derxe. hindek dibêjin tarza wî wilo ye hindek dibêjin ev yek qelsî an qisûreke zimanê wî ye. yên jê hez dikin pirr hez dikin yên hez nakin hîç hez nakin. ya min ez nikarim bi teqezî bêjim baş e an xirab e. pirtûka wî ya nejimaki dori kuronikuru 738 rûpel bû. heta ku min dawiya romanê anî qirika min ziwa bû, di laşê min de xwêdan nema lê çawa tu dixwînî bi meraqekê dixwînî lê dema xelas bû min got ev çi bû gidî? yanê nivîskar xwest bêje çî? aniha difikirim di dewsa wê pirtûkê de min dikaribû jê xweştir sê pirtûk bixwenda
axirî pirtûka wî ya dî pir kurt bû loma ewqasî zora min neçû. tabê nivîskar ne neçar e ku bi temamî guh bide hêviyên xwendevên. jixwe ev e ku şêwaza nivîskarekî ji nivîskarekî dî cuda bike û xweseriyeke bide wî nivîskarî lê wek ku min got min pirr hej jê nekir.



22.11.2019 23:41 ~23:44 | ferhenga şikestî

3. nivîskarekî japonê û bi pirtûka xweyî (bnr: umibe no kafuka) min mest kirîye



22.04.2021 17:11 | doesntmatter

4. nivîskarê ku di pirtûka xwe î bi navê 1q84 de dibê "....her kes, di dilê xwe de li hêviya dawiya dinyê ye...".



26.08.2021 21:09 ~21:13 | hueyn

5. yek ji favorî nivîskarê min ê vê heyamê ye. nexasim bi romanaya xwe ya kafka li peravê (kafka on the shore) ez kirime evîndarê xwe. berrûya norwecê (norwegian wood) û li pey şopa pezkoviyekî (a wild sheep chase) jî romanên newaze ne.

1q84 a ku hueyn li jor qal kiriyei min hê nexwendiye lê pirr dixwazim bixwînim. xwedê bêje erê û ez master biqedînim, ez ê dest bi wan romanên li kitêbxaneya min mane li hêviya min bikim. *



26.08.2021 23:18 | xelîl

6. başûriyekan kitêba wî ya bi navê "tsokoro tazakîy bêrreng û sallanî namobûnî"¹ ji ingilîzî wergerandine.²

kurtebehs:

"yekêk le ciwantirîn û giringtirîn romanekanî harukî murakamî ke çend sallêk ber le êste ême wermangêrraye ser zimanî kurdî û çapî le bazarrda nemawe, êste carêkî dîke lelayen xatû sozan cemalewe wergêrranêkî niwêy bo kirawe û le pêşangay nêwdewlletî silêmanî billaw dekrêtewe.

behîwam xwênerî bin." (Fam Publication Here lînkê)

¹namobûn: bidûrketin
²murakamî bi japonî nivîsiye.



01.11.2021 02:45 ~14:33 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» haruki murakami

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî