1. nivîskarekî japonî ye, her sal navê wî camêrî di listeya xelata nobelê de derbas dibe lê hê nestandibe jî bo min wî ji zû de ew xelat ji xwe re girtiye, pirtûka wî ya "The wind-up bird chronicle" a şîrîna ber dilê min e. |
|
2013.10.27-23:18 |
elomelo
![]() |
2. vê payîzê min du heb pirtûkên wî xwendin. zimanê camêr ne xerab e wexta meriv dixwîne bi meraqeke mezin dixwîne hama dixwaze pirtûkê xelas bike lê dema tu pirtûkê xelas dikî dibêjî êê? yanê tiştê ku min fêm kir wî romanên xwe li gorî bendewariya xwendevanan bi dawî nake. wek ku xwendevanan bişeqizîne, hêviyên wan pûç derxe. hindek dibêjin tarza wî wilo ye hindek dibêjin ev yek qelsî an qisûreke zimanê wî ye. yên jê hez dikin pirr hez dikin yên hez nakin hîç hez nakin. ya min ez nikarim bi teqezî bêjim baş e an xirab e. pirtûka wî ya nejimaki dori kuronikuru 738 rûpel bû. heta ku min dawiya romanê anî qirika min ziwa bû, di laşê min de xwêdan nema lê çawa tu dixwînî bi meraqekê dixwînî lê dema xelas bû min got ev çi bû gidî? yanê nivîskar xwest bêje çî? aniha difikirim di dewsa wê pirtûkê de min dikaribû jê xweştir sê pirtûk bixwenda |
|
2019.11.22-23:41 [guhertin:2019.11.22 23:44]|
ferhenga şikestî
![]() |
![]() |
jiyan [1] |
![]() |
samsung galaxy a70 [1] |
![]() |
ji bo kurmanciya meletî, semsûr, xarpêt û mereşê navek nû [1] |
![]() |
çiya mazî [1] |
![]() |
werin kurdno! mîmên kurdî çêbikin! [3] |